Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 10:08 7 Nîsan 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Kariane Westrheim diyar kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de her tişt girêdayî bersiva Tirkiyeyê ya li hemberî banga Abdullah Ocalan e û got: “Beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Pêvajoyeke bêyî wî nabe.”

Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 27’ê Sibatê de hate parvekirin, zêdetirî mehek derbas bû. Lê hêj jî îktîdarê tu gavên erênî yên şênber neavêtiye. Gelek derdor dibêjin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê dewlet gavan biavêje. Yek ji îmzevanên “Banga Piştevaniya bo Hewldanên Aştiyê” û Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Kariane Westrheim, diyar kir ku her tişt girêdayî bersiva Tirkiye dide bangê ye. Kariane Westrheim, da zanîn ku nêzî 20 sal in Tevgera Azadiyê ya Kurd ji nêz ve dişopîne. 
 
Kariane Westrheim, anî ziman ku gelê Kurd ji berê heta niha gelek pêş ketiye û got: “Li gorî min asta zanebûnê ya Kurdan li gorî 20 sal berê gelek pêş ket. Bi serê xwe xebatên bi tevgerê re jî enerjî û hêzeke mezin dide min. Ji ber ku ewqas kesên li wir canê xwe feda dikin hene ku heyraniya xwe ya ji bo vê xebatê nikarim bi gotinan vebêjim. Bi rastî jî dema mijara behsa xeberê dibe kar, gelek bi disiplîn in. Her wiha qedrê xwe jî dizanin. Lewma jî ev 20 salên min bi Kurdan re derbas kirin, ewqas tişt li min zêde kirin ku nikarim vebêjim.” 
 
'BANG PÊŞIYA GELEK DIBÊTIYAN VEDIKE’ 
 
Bi domdarî Kariane Westreheim diyar kir ku dema banga Abdullah Ocalan cara ewil bihîstin hewldane fêm bikin û hinek jî bifikar bûn û ev tişt anî ziman: “Lê piştre dema tevgerê bi xwe û berdevkên wê bang nirxandin, wê demê baştir hate fêmkirin ka dibêje çi. Ev, bangekî gelek xurt e û pêşiya gelek dibêtiyan vedike. Lê belê her tişt girêdayî bersiva Tirkiyeyê ye. Heta niha tiştek çênebûye. Lê dîsa jî li gorî min kirina bangê li gorî min gelek girîng e. Pêvajoyek dest pê kir û dibe ku yekser tiştek jê dernekeve. Li gorî min divê em hinek ji dem û pêvajoyê bawer bin. Lewma ez gelek bi hêvî me.” 
 
'PÊVAJOYEKE BÊYÎ ABDULLAH OCALAN NABE’ 
 
Di berdewamê de Kariane Westrheim destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan pêşemerca pêvajoyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo bêyî azadiya Ocalan nabe. Ji ber ku ew lîder e. Her lîderekî siyasî, mecbûr e bi endamên partiya xwe, bi tevgera xwe re hevdîtinan bike û danûstandinan bike. Heke Tirkiye bersiveke şênber bide bangê û pêvajo pêş bikeve, wê demê dê sererastkirinên di qanûnan de û tevdîrên siyasî ferz bibin. Bêguman ev jî pêşemerceke teqez e. Lê belê beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Pêvajo bêyî wî nabe.” 
 
'LI DIJÎ KURDAN SÛCÊ BÊNDENGMAYINÊ TÊ KIRIN’ 
 
Kariane Westrheim, bal kişand ser biryara binpêkirina “mafê hêviyê” ku DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan dabû û Tirkiye cîbicî nayine û wiha pê de çû: “Mafê hêviyê mafê her kesî ye. Biryara DMME’yê heye û Komîteya Wezîran jî xistiye rojeva xwe. Lê pirsgirêk ew e ku daxuyaniyan didin lê pratîk tune ye. Dixwazin salekê bisekinin û heke Tirkiye tiştekî neke wê demê dê tevdîran bigirin. Lê tu feydeyê vê nîne. Divê hin kes derkevin holê û bibêjin ‘Tema êdî bes e.’ Hêza van saziyan tevan heye. Dikarin vê bikin lê nakin. Di esasê xwe de tu kes li dijî Tirkiyeyê ji bo Kurdan naaxive û ranabe ser pêyan. Û ev jî sûcê bêdengiyê ye. Û sûcê bêdengiyê jî biqasî kirina sûc sûcekî cidî ye. Ji ber ku heke hûn bi rastiyê bizanin û dengê xwe nekin, ev sûc e.” 
 
Kariane Westrheim, bi lêv kir ku divê banga ku ew jî yek ji îmzevanan e û kampanyayên navneteweyî yên weke “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” bidomin. Kariane Westrheim, wiha domand: “PKK di ‘lîsteya terorê ya YE’yê de ye.’ Ev jî li pêşiya pêşketina pêvajoyê astengî ye. Divê ev rewş were guherandin. PKK terorîst nîne. Aştiyê dixwazin. YE jî dizane PKK terorîst nîne û divê di lîsteya terorê de nebe. Lê dîsa jî vê rewşê didomînin. Lê li gorî min ji bo PKK ji vê lîsteyê were derxistin divê tu hincet nebin. Tiştekî deraqilî ye ku di wê lîsteyê de bin. Belkî di dawiya vê pêvajoyê de pêşiya vê vebe."
 
Kariane Westrheim, got ku Tirkiye naxwaze di pêvajoyê de aliyeke sêyemîn hebe û got: “Li gorî min divê aliyekî sêyemîn hebe. Tirkiye vê naxwaze û dixwaze vê bi tena serê xwe bike. Dibêjin ‘çekên xwe deynin. Ev lîstik qediya.’ Lê muzakere bi vî awayî nabin.” 
 
'BANGA PIŞTEVANIYA BI AŞTÎ Î DEMOKRASIYÊ RE’ 
 
Kariane Westrheim, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo PKK’ê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ev bang, banga piştevaniya bi aştî û demokrasiyê ya cîhanê ye. Lewma jî li gorî min piştevaniya bi pêvajoya aştiyê re berpirsyartiya me û her kesî ye. Her kes dikare berpirsyartiya xwe bicih bîne. Li gorî min her kes dikare ji nasekî/a xwe re vêpêvajoyê vebêje û bixe nava tevgerê.” 
 
MA / Hîvda Çelebî
 

Sernavên din

17/04/2025
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
12:11 Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
12:04 Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
11:28 Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin
11:27 Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe
11:01 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Qada bêhnvedanê ku qeyûm dabû cendirmeyan hatiye îstîmlaqkirin!
10:44 Weqfa Mezopotamyayê kursa 9’an a folklor û edebiyata gelêrî li dar dixe
10:14 Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin
10:02 Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê biryara binçavkirinê
09:58 'Aştî û çareserî yekalî nabe’
09:53 Pîrozbahiyên Newroza Rojhilat: Banga Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist
09:04 Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye
09:03 Parêzerên OHD'î: Divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:02 Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe
09:00 Ferîde Eralp a feminîst: Bêyî jinan aştî ne pêkan e
09:00 ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2025’AN
14/04/2025
16:24 ‘Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jin in’
15:38 Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
15:37 Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
15:00 Meclisa Jinan a DBP’ê atolyeyan dide destpêkirin
14:42 Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
14:40 4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
14:32 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
13:52 Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
13:15 Li Qersê jinek hate qetilkirin
13:10 Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
12:44 Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
12:29 Cûma Çat hate definkirin
12:25 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
11:52 Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin
11:21 Hunermend Dîna Zaurub di êrişa Îsraîlê de hate qetilkirin
11:08 Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
10:57 Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
10:41 Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
10:10 Xwebûn bi manşeta ‘Hunermend rayberî biko’ derket
09:10 Piştî Soylu hedef nîşan dayî bêyî ‘delîlan’ cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn
09:06 Qeyûmê Mêrdînê dê 35 neguhêzbarên bifiroşe