NAVENDA NÛÇEYAN - Di 21’emîn Lijneya Awarte ya CHP’ê de Ozgur Ozel dîsa weke serokê giştî hate hilbijartin.
CHP’ê 21’emîn Lijneya Awarte li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqereyê li dar xist. Ozgur Ozel di lijneyê de dîsa weke serokê giştî hate hilbijartin. Şaredarê Mûratpaşayê yê Antalyayê û parlamenterê berê Berhan Şîmşek saetek piştî destpêkirina lijneyê namzetiya xwe vekişandin. Hat ragihandin ku Berhan Şîmşek 97 îmze 5 deqeyan dereng teslîm kiriye lewma namzetiya wî ya ji bo serokatiya giştî nehatiye qebûlkirin.
Piştre jî dengdayin dest pê kir. Ozel, dema dengê xwe dida got: “Em di rojeke dîrokî de ne û gelek neheqî li vê partiyê hatin kirin. Gel vê dibîne. Ev, di heman demê de destpêka kampanyaya hilbijartinê ya CHP’ê ye. Ev, bizava dawî ya îktîdarê ye.”
Li gorî encamên neteqez, ji hezar û 323 delegeyan hezar û 276’an dengê xwe dan û ji wan hezar û 171 jê derbasdar bûn. Ozgur Ozel tevahiya hezar û 171 dengan stand û bû dîsa bû Serokê Giştî yê CHP’ê.
DÊ MITÎNG BÊ LIDARXISTIN
Piştî lijneyê dê saet di 16.00’ê de mitîng were lidarxistin. Ji bo mitîngê, otobûsa CHP’ê anîn qadê û ji bo welatiyan li qada parkê ya li rex navenda çandê tevdîr hatin girtin.