MÊRDÎN - Têkildarî midûrê emniyetê û amirên polîsan ên li Nisêbînê mal û milkê xelkê talan kirin biryara beraetê hatibû dayin û cezayê polîsan hatibû daxistin. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku ji dozê nehatine agahdarkirin û bi hinceta biryar li dijî qanûnê ye serî li îstînafê da.
Di 14’ê Adara 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ji ber giliyeke têkildarî dizî û talana di dema qedexeyan de hatiye kirin, lêpirsîn dabû destpêkirin. Di sala 2019’an de jî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê doz hate vekirin. Di dozê de Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê Ahmet Tugcu, Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar, polîsên bi navên Mahmût Oztekîn û Muslum Bozkurt, xwediyê fîrmaya ku karûbarê hilweşandinê dabûnê Mahmût Çomoglû, xebatkarê fîrmayê Arîf Kara û kesê bi navê Abdulkerîm Sezîşlî ku tê gotin di navbera polîs û welatiyan de navbeynkarî kiriye bi awayekî negirtî hatin darizandin. Dadgehê, di 15’ê Cotmeha 2024’an de jî biryara xwe ya têkildarî bersûcan û hinceta wê aşkera kir. Dadgehê di biryara xwe de ji bo polîsên bi navên Mahmût Oztekîn û Muslum Bozkurt û xebatkarê fîrmayê Arîf Kara de ji ber sûcê “Bertîl wergirtiye û daye” 4 sal cezayê hefsê da û bi rêjeya 1/6 ev ceza daxist û kir 3 sal û 4 meh. Lê belê ji bo Midûrê Emniyeta Navçeyê yê demê Kadîr Şen û cîgirê wî Ahmet Tugcu û Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar ji sûcê “Wergirtina bertîlê û peywira xwe ya venêrînê binpê kirine” biryara beraetê da. Dadgehê, ji ber ku xwediyê fîrmayê Mahmût Çomoglû miriye biryar da ku doza wî betal bibe. Ji bo Abdulkerîm Sezîşlî biryara beraetê da.
BI WESFA ‘JI BER SÛC ZIRAR GIHIŞTIYÊ’ SERLÊDAN KIR
Dadgehê, di hinceta birayara xwe de got: “Ji ber ku cezayê li bersûcan hatiye birîn dê di pêşerojê de bandoreke neyînî li ser bike, cezayê wan hatiye daxistin û ev biryar adilane û li gorî qanûnan e.” Lê belê Wezareta Karên Hundir têkildarî vê biryarê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê da. Wezerata Karên Hundir bi wesfa “Ji ber sûc zirar gihiştiyê” serlêdan kir. Wezaretê, di serlêdana xwe de li dijî biryarê îtîraz kir û got ku “ji ber wezaret ji dosyayê nehatiye agahdarkirin” xwest biryar were betalkirin. Wezaretê, di daxwaznameyê de wiha got: “Ji ber sûcê bersûcan kiriye, zirar gihiştiye saziya me.” Wezaretê got ku daxistina cezayê bersûcan “li dijî qanûnê” ye.
Wezaretê, di daxwaznameyê de destnîşank ir ku cezayê li bersûc Oztekîn û Bozkurt hatiye birîn li dijî usûl û qanûnan e û xwest ku piştî lêkolîna îstînafê di sînorê herî jor de ceza lê were birîn. Wezaretê xwest ku biryara beraetê ya der heqê Tugcu, Şen û Uyar, Oztekîn û Bozkurt de were betalkirin.
MAZBATAYA TEBLÎXATÊ
6’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê jî serlêdan nirxand û got ku tu mazbatayên teblîxatê yên ku Wezareta Karên Hundir ji dosyayê agahdar bike, nehatine peydakirin. Îstînafê, xwest ku heke agahî û belgeyên ku wezaret ji dosyayê hatiye agahdarkirin hebin li dosyayê bên zêdekirin. Îstînafê xwest ku kêmasiyên usûlî ji hêla dadgeha herêmî ve bên temamkirin û dosya ji îstînafê bê şandin. Îstînafê got ku ev biryar bi piraniya dengan hatiye dayin.
MA / Ahmet Kanbal