RIHA - Jina bi navê Zelîha Yorgun li Rihayê ji hêla hevjînê xwe Hasan Yorgun ve hate qetilkirin.
Welatiya bi navê Zelîha Yorgun ku li Taxa Ahmet Yesevî ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê dijiya, ji hêla hevjînê xwe Hasan Yorgun ve hate qetilkirin. Zelîha Yorgun dayika 3 zarokan bû û cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî.
Faîl Hasan Yorgun hate binçavkirin.