STENBOL - Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê ku bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, dest pê kir. Welatî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” re xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê ku bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, dest pê kir. Pîrozbahî li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin û ji saetên zû yên serê sibehê ve gel diherike qadê. Welatiyên ku demekî dirêj di dorê de sekinîn, piştî lêgerînê derbasî qadê dibin. Bi deh hezaran kesên bi alayên DEM Partiyê û flamayên “Newroz azadiyê” hatin qadê, li ber stranan govend gerandin.
Qad, bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û pankarta “Em bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ne” hate daliqandin. Li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nab e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” olan didin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Komîteya Amadekar û hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê gel silav kirin.
DÊ TEKOŞÎN BIDOME
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar got: “Em ji bo avakirina civaka demokratîk têdikoşin. Em, Newroza birêz Abdullah Ocalan ku banga sedsalê kir, pîroz dikin. Ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê em ê bi hev re têbikoşin. Em li dijî hemû sepanên dijdemokratîk in.” Hevserokê Bajar Çinar Altan jî got: “Em Newroza gelên bi gelê Kurd re têdikoşin jî pîroz dikin. Gelên me bersiva pêwîst didin dost û dijminan.”