NAVENDA NÛÇEYAN - Ekrem Îmamoglû têkildarî biryara girtina xwe peyama ewil şand û got: “Tu feydeya tirsê ji bo ecelê nîne, hûn ê têk biçin.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi îdiaya “Nelirêtiyê” hate girtin. Daxwaza girtinê ya di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” de jî hate redkirin.
Ekrem Îmamoglû, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî biryarê peyam da. Peyama Îmamoglû wiha ye:
“Tu feydeya tirsê ji bo ecelê nîne!
Hûn ê bi her halî têk biçin!
Hûn ê li hemberî mafdariya me, cisareta me, tewazû û rûkeniya me têk biçin!
Ji miletê min ê ezîz re;
Qet li ber nekevin, xemgîn nebin, hêviya xwe winda nekin.
Em ê bi hev re vê derbeya li dijî demokrasiya me têk bibin, vê qirêjiyê paqij bikin.
Ew rojên ku kesên vê pêvajoyê birêve dibin hem li dinyayê hem jî li axretê li pêşberî Xwedayê mezin hesabê bidin nêz in.
Ez 86 milyon hemwelatiyên me vedixwînim ser sindoqê ku têkoşîna demokrasî û edaletê ji hemû cîhanê re ragihînin.
Ez ser pêya me, dê tu caran serî netewînim.
Dê her tişt gelek xweşikir bibe...”