EDENE - Li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan a ku dê Newroza lê tê pîrozkirin, gel bere xwe da qadê. Gel di govenda azadiyê de hatin cem hev.
Li Edeneyê Newroz li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" tê pîrozkirin. Li bajêr ku coşa Newrozê di saetên sibehê de destpê kir, gel ber bi Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan ve ketin rê. Dema herikîna qadê bi slogana "Bijî Serok Apo" destpê kir, welatî piştî lêgerînên li du nokteyên gihîştin qadê. Qada pîrozbahiyê ya li qiraxa Çemê Seyhanê hat lidarxistin, bi kincên herêmî yên li xwe kirî, rengîn bû. Her ku diçe coş zêde dibe, pîrozbahiya ku jin û ciwan lê serdest in, gelek caran dirûşmên wekî; ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Newroz pîroz be’ hatin berzkirin.
Di pîrozbahiya ku wê deqeyek rêz girtin û pêxistina agirê Newrozê destpê bike de wê Yaşar Demîr li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr, Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axaftinan bikin. Piştre wê hunermend Nuray Balik, Diljen Ronî û hunermendên herêmî derkevin ser dikê.