Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ji bo civaka Êzidiyan şandî de wiha got: “Ev pêvajo herî zêde dê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidiyan nameyek şand. Abdullah Ocalan, di nameyê de got: “Divê Êzidî di têkoşîna demokratîkbûnê û avakirina civaka demokratîk de ku xwe dispêre jiyaneke azad û hevkhev, bibin hêza aktîf û çalak.”
 
Nameya Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidiyan şandî wiha ye: 
 
"Dîroka gelê me yê Êzidî dîrokeke wisa ye; bûye şahidê komkujî, mişextî, zilm û êşên mezin. Anku di van qonax û îmtîhanan re derbas bûye. Êzidîtî yek ji baweriyên herî kevn û civakên herî kevnar a Mezopotamyayê ye. Ji bo parastina çand, nasname û hebûna xwe berdêlên mezin dan. Trajedî û fermanên li serê wan hatin rakirin, ne tenê di wijdanê gelê me de, di wijdanê hevpar a mirovahiyê de jî kûr cih girtiye.
 
Di tevahiya dîrokê de bi êrişan re rû bi rû man, lê tevî hertiştî jî bi berxwedanê hebûna xwe domandin. Di sedsala dawîn de komkujiyên ku di encama êrişên xwedî zêhniyeta dewletên qewmî de pêk hatin, di asta jenosîdê de bûn. Komkujiya 2014'an ya Şengalê, dewama wê zêhniyetê bû ku armanca wê jiholêrakirin û kokqelandina Êzidiyan bû. 
 
Lê vê carê gelê me yê Êzidî bi lez xwe gihand têkoşîna azadiyê, xwe bi rêxistin kir û dest bi berxwedanê kir. Bi vî awayî, bi berxwedaneke dîrokî bersiva tevkujiyan da. Beşdarbûna jinan a vê berxwedanê pir bi wate ye. Ew ketine wê pêvajoyê ku siberoja xwe bi destê xwe ava bikin.
 
Siberoja gelê me yê Êzidî wê bi hêz û vîna wan a li ser bingehê civaka demokratîk ya ku xwe dispêre îradeya demokratîk şekil bigire û bi gewde bibe. Divê rêxistinbûneke civakî ya wisa pêk bînin ku pê bikaribin baweriya xwe bi rengekî azad bijîn. Di vê merhaleyê de ku me xeyal dikir û em gihîştinê, avakirina pergaleke demokratîk ji bo parastina hebûna dîrokî û domdariya wê gelek girîng e. Li ser esasê perspektîfa Civaka Demokratîk, siberojeke wekhev û azad a gelan dikare bê avakirin. Divê Êzidî di têkoşîna demokratîkbûnê û avakirina civaka demokratîk de ku xwe dispêre jiyaneke azad û hevkhev, bibin hêza aktîf û çalak.
 
Tu nêzikatiya ku azadiya gelê me yê Êzidî nas neke û tune bihesibîne nemeşrû û rewa ye.
 
Divê gelê me yê Êzidî li her dera lê ye bi xwerêxistinkirinê siberoja xwe bixe bin ewlehiyê û ewlehiya xwe misoger bike.
 
Têkoşîna ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk berpirsyariya tevahî gelên me ne. Bi vê wesîleyê, ez têkoşîna gelê me yê Êzidî silav dikim.
 
Ez dixwazim bibêjim; ez di her şert û mercî de têkoşîna wan destek dikim. Azadiya Êzidiyan û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li dijî 73 fermanên Êzidiyan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin herî zêde wê hebûn û azadiya Êzidiyan pêk bîne. Ev bang Ronesans e û herî zêde jî wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be. Ev pêvajo wê bi hest û têkoşîna hevpar bi ser bikeve. Ez dubare silavên xwe yên bêdawî dişînim.
 
Abdullah Ocalan"
 
 
 

Sernavên din

21/03/2025
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!