Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku di hevdîtina bi AKP û MHP’ê re de li ser hûrgiliyên bangê axivî ne û got: “Bi her du partiyan re em li ser hiqûqa aştiyê axivîn.” Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî got: “Em li bendê ne ku dewlet û serokkomar jî di vê mijarê de gavên erênî biavêjin.”  

DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî re hin hevdîtin pêk anîn û têkildarî hevdîtinên berbehs daxuyanî da. 
 
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, piştî hevdîtinên îro yên li gel AKP û MHP’ê  civîneke çapemeniyê li dar xistin. 
 
Civîna çapemeniyê li Mêclisê hate lidarxistin û Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wan di hevdîtinan de li ser banga Rêberê Gelê Kurd a ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ gotûbêj kirine.
 
Bakirhan ev yek anî ziman: ‘’Me çavdêriyên xwe anîn ziman. Li gel her du partiyan me li ser hiqûqa aşitiyê xeber da. Bi awayekî dûr û dirêj me li ser pêkanîna aşitiyê xeber da.’’
 
Bakirhan di dewama axaftina xwede ev yek anî ziman: ‘’Me heya niha bi qasî 101 civînên bi gel re pêk anîn û bi dînamîkên civakê yên birêxistinkirî re hevdîtin pêk anîn. Me agahiyên têkildarî van civînan li gel du partiyan parve kirin. Di cîvîn û seredanên berbehs de di nava gel de tiştên herî girîng demokrasî û avêtina pêngavên hiqûqî bûn. Me ev yek jî li gel partiyên ku pê re hevdîtin pêk anî, parve kirin. Me ji her du partiyan re anî ziman ji bo pêşketina pêvajoyê pêngavên hewce werin avêtin. Me anî ziman ku ger pêngavên hewce werin avêtin dê metirsiyên herêmî û gerdûnî bi awayekî hêsantir werin derbaskirin. Me ev yek nirxandin.
 
PÊWÎSTIYÊN JI BO PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ
 
Dema ku me qala hin pêwîstiyên ku ji bo ev pêvajo bi awayekî hêsan pêş bikeve, dikir, me got ku dibe ku şert û mercên Birêz Ocalan yên têkildarî xebitîn û ragihandinê werin sererastkirin.  Ji bo avêtina gavên demokratîk, me anî ziman ku divê xebat werin kirin. Me anî ziman ku bikaranîna bandora xwe ya ji bo aştiya mayînde ya li Sûriyeyê, dê têkariyê li pêvajoya li vir jî bike. 
 
EM ÊRIŞÊ ŞERMEZAR DIKIN Û BI HÊRS IN
 
Dema ku me têkildarî mezinkirina hêviyên aştiyê hevdîtin pêk dianî, mixabin ku vê sibehê me agahiyeke nebaş wergirt. Li Kobanê êrişek pêk hatiye û 7 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Em vê êrişê şermezar dikin û gelekî bi hêrs  û xemgîn in. Dixwazin diyar bikin ku erişên bi vî rengî dê zirarên mezin bide pêvajoyên li Sûriyeyê û li vir. Hem birêz Ocalan û hem jî birêz Erdogan beriya niha bi israr li ser meseleyekê sekinîn  ku ew meseleya sabotajê ye.  Her duyan jî bal kişand ser sabotajê. Divê kiryarên van sabotajan werin eşkerekirin. Em van komkujiyan bi tu awayî qebûl nakin. Ev ne êrîşeke jirêzê ye.  Tu têkariyan van êrîşan ji bo pêvajoya heyî tune ye ku mînakên vê yekê yên beriya niha jî hene. Divê dev ji vam yekan bê berdan.
 
DIVÊ SABOTAJ WERE EŞKEREKIRIN, BERPIRSIYAR WERIN DARIZANDIN
 
Birêz Erdogan beriya niha anî ziman ku ew ê li hemberî her cure sabotajan tedbîrên hewce bistînin. Ez dixwazin ji vir bendewariyên xwe ji Birêz Erdogan re bînim ziman.  Divê tavilê ev sabotaj were eşkerekirin û kiryarên wê werin darizandin. Me gelek astengî, nîqaşên erênî û neyînî derbas kirin. Bi hesasiyeteke mezin gihîştin vê qonaxê. Li vir berpirsiyariya sereke dikeve berê desthilatdariyê. Divê desthilatdarî erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne. Pêvajoya heyî 85 milyon welatiyan eleqedar dike. Dubare tînim ziman ku divê hemû kes bi gotin û pratîkên xwe berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne.’’
 
‘DÊ KENGÊ BIÇIN ÎMRALIYÊ’
 
Piştî axaftina Bakirhan Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê bersiva pirsên rojnamegeran da. 
 
Tulay Hatîmogûllariyê ev yek anîn ziman: ‘’Bernameya têkildarî çûna Îmraliyê dê di nava çend rojan de diyar bibe. Vê gavê serlêdaneke me tune ye. 
 
Mijara çekdanîna PKK’ê ku ji aliyê Birêz Bahçelî û partiyên din ve hate îfadekirin. Em vê mijarê jî weke we ji nêz ve dişopînin. A niha hê jî operasyonên ji bo derveyî sînor berdewam dikin. Weke meseleke ewlehiyê îfade dikin. Birêz Ocalan di banga xwe ya di 27’ê Sibatê de bi awayekî zelal anî ziman. Gotibû ku ez xwediyê wê hêzê me ku kongreyê li dar bixim û biryaran bidim. Ji bo vê yekê divê şert û mercên hewce yên dabînkirina vê yekê werin bicihanîn. Bi qasî ku em dizanin têkildarî vê mijarê hê pêngavek tune ye.
 
ME TÊKILDARÎ MIJARA DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN BERSIVEKE ZELAL STAND
 
Fikra me ya têkildarî desteserkirina şaredariyan weke paşerojê, aniha jî zelal e. Di demên nêz de jî ev yek pêk hatin. Me nêrînên xwe yên têkildarî vê mijarê li gel partiyên ku bi wan re hevdîtin pêk anî, anîn ziman. Lê belê me bersiveke zelal nestand. Lê belê girêdayî mijara demokratîkbûyînê  her du partiyan jî anî ziman ku divê hin gav werin avêtin.
 
Têkildarî çekdanîna PKK’ê peyameke giştî hate dayîn. Girêdayî vê yekê em nikarin dîrokekê û plansaziyekê diyar bikin. Ne DEM Partî ne AKP û ne jî MHP’ê bi serê xwe dikare biryara vê yekê bide.  Derveyî vê yekê bi taybet helbet erk û berpirsiyarî dikevin berê AKP’ê. Ji ber ku bi rê ve dibe. Gotinên Birêz Erdogan yên têkildarî vê mijarê gelekî, girîng in. Em nizanin bê ka ev çi ne. Têkildarî vê yekê divê Birêz Serokkoma û rêveberî pêngavên erênî biavêjin.
 
Têkildarî plansaziya Newrozê me ji Birêz Ocalan re anî ziman ku ji bo di Newrozê de were dayîn, em li benda peyamekê ne. Em li bendê ne ku pêngaveke şênber were avêtin. Peyameke Birêz Ocalan dê piştgiriya vê pêvajoyê bike. Ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin vê peyamê. Me daxwazên xwe yên têkildarî vê peyamê ji rayedaran re ragihand. Em hêvî dikin ku bersiveke erênî bistînin. Di rojên pêş de em ê vê yekê bibînin.’’  
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2025
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!