Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje

NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên Newrozê yê li Erdîş, Panos û Gimgimê de xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat derketin û banga gavavêtinê li dewletê hate kirin. 

Li navçeya Erdîşê ya Wanê, Panos a Agiriyê û li navçeya Gimgimê ya Mûşê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. 
 
WAN/ERDÎŞ
 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Erdîşê ya Wanê li Qada Fenerê hat lidarxistin. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên reng bi reng berê xwe dan qada pîrozbahiyê,  gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî welatiyan li ber stranan govend gerandin. Hevserokên partiyên siyasî yên navçeyê û hevşaredarên navçeyê di pîrozbahiyê de axivîn û piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re welatiyan dîsa govend gerand. 
 
PIŞTGIRÎ DAN BANGÊ
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di pîrozbahiyê de wiha got: “Birêz Ocalan banga sedsalê kir. Têkoşîna gelê Kurd bi sala ye dide ne tenê ji bo me, ji bo azadiya tevahiya gelan e. Banga hatiye kirin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan e. Heta ku aştî tê vî welatî dê têkoşîna me bidome. Em li vir careke din bang dikin; divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 
 
Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cema Demîr jî wiha got: “Têkoşîn û rêxistiniya me êdî derbasî qonaxeke nû bû. Peyama aştiyê ya birêz Ocalan, peyama aştî, azadî û demokrasiyê ye. Di tevahiya dîrokê de komkujî li Kurdan hate ferzkirin lê dîsa jî Kurdan destê aştiyê dirêj kir. Çi dibe bila bibe em ê bi vê banga aştiyê re bin û piştgiriyê bidin.” 
 
‘MEŞALEYA AŞTIYÊ DI DESTÊ BIRÊZ OCALAN DE YE’ 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî wiha got: “Bi sala ye tevî hemû zextan jî gelê me serî netewand û berxwedana xwe domand. Em îro li qadên Newrozê bûn milyon kes. Newroz, aştî û hêvî ye. Agirê Newrozê ji bo jin, jiyan, azadî ye. Ji ber ku agirê Newrozê bi bedena Zekiye û Rahşanan geş bû. Meşaleya aştiyê niha di destên birêz Ocalan de bilind dibe. Em soz didin birêz Ocalan, em ê bi pêşengtiya jin û ciwanan vê banga we bi aştiyeke birûmet tacîdar bikin.” 
 
‘DIVÊ DEWLET TAVILÊ GAVÊ BIAVÊJE’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî ev tişt anî ziman: “Ji vir û şûnde divê dewlet bêyî hincetan nîşan bide, yekser gavan biavêje. Beriya peyama birêz Ocalan were weşandin, bi her kesî re hevdîtin hatin kirin û nêrînên wan jê hatin pirsîn. Di vê rewşê de rageşiya di navbera gelê Kurd û siyasetê de jî ji holê rabû. Gelê Kurd êdî yek e û bi hev re tevdigere. Ev peyam, di heman demê de ji bo yekitiya gelê Kurd e.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî wiha got: “Bila her kes dengê vî gelê bi sala ye li dijî zilmê li ber xwe dide bibihîse. Bi banga birêz Abdullah Ocalan re êdî dengê aştiyê careke din li ser vê xakê bilind dibe. Tevî ewqas êşên me kişandin jî li pêşiya me pêvajoyeke aştiyê ya nû heye. Divê her kes piştgiriyê bide.” 
 
AGIRÎ/PANOS
 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Panos a Agiriyê jî li Termînala Otogarê hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li bûn. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ji ewil Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr axivî û got: “Di vê 21’ê Adarê de em ê teqez xwe bighînin aştî û azadiyê. Em ê aştî û azadiyê ava bikin û bi ser kevin. Sala 2025’an dê bibe sala azadiyê ya gelê Kurd. Di 27’ê Sibatê de ji Îmraliyê ji bo hemû gelan peyama azadî û aştiyê hat dayin. Divê em xwedî li vê peyamê derkevin û li her qadê bidin jiyîn.” 
 
‘BI DESTÊ HATIYE DIRÊJKIRIN BIGIRIN’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar jî wiha got: “Ev têkoşîn ji Mazlum Dogan heta Sema Yuceyan û roja me didome. Sala 2025’an dê bibe sala gelê Kurd. Dê bibe sala aştî û xwişk-biratiyê. Daxuyaniya birêz Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dîrokî bû. Birêz Ocalan ji bo bidawîkirina şerê didome bang kir. Hewceye em jî li dijî vê bangê berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Em li vir bangî dewletê dikin; êdî bes e ji zilm û îşkenceya bi salan didome re. Divê hûn bi destê aştiyê yê hatiye dirêjkirin bigirin.”
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat hilkirin. Welatiyên li qada pîrozbahiyê li ber stranan govend gerandin. 
 
MÛŞ/GIMGIM
 
 
Yek ji navendên din ên Serhedê ku agirê Newrozê lê hate vêxistin jî navçeya Gimgimê ya Mûşê bû. Xelkê Gimgimê di saetên zû yên serê sibehê de herikî qada pîrozbahiyê. Qada Newrozê bi rojan berê bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes bi cil û bergên Kurdî, bi şal, puşî û flamayên kesk û ser û zer beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de coşeke mezin hebû û welatiyan li ber stranên Kurdî govend gerandin. Heta ku bernameya Newrozê bi dawî bûyî jî girseyê dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Hevşaredarên Gimgimê yên DEM Partiyî, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin. Di pîrozbahiyê de ji ewil hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê axivîn û peyamên azadî û aştiyê dan. 
 
NEWROZA XWEDÎDERKETINA LI BANGÊ
 
Parlamenter Sumeyye Boz diyar kir ku Newroza 2025’an ji hêla dîroka aştî û azadiyê ve xwedî wateyeke dîrokî ye û wiha got: “Bi pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de daye destpêkirin re em bêhtir nêzî aştî, azadî û civaka demokratîk in. Aştiyeke Ji bo aştiyeke birûmet a gelan û jiyaneke azad em ê li her qadê xwe bêhtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Bi têkoşîna bi pêşengtiya jinan re em ê azad bibin û aştiyê bînin.” 
 
Parlamenter Onur Duşunmez jî ev tişt anî ziman: “Ev Newroz tê wateya azadiyê. Ji zindanan heta qadên têkoşînê, em ê her derê veguherînin qadên azadiyê. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, heta mafê hêviyê neyê cîbicîkirin, heta li çiyayan gul venebin, heta kesên hatine sirgunkirin venegerin welatê xwe, heta civakeke demokratîk û aştî neyên avakirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo vê jî divê gelê me li dora sekn û helwesta birêz Ocalan bicive. Me gelek êş kişandin lê êdî dê cihê wan êşan aştî, azadî û civaka demokratîk bigire. Ev bang; dê bi xwe re aştî û jiyaneke azad ji bo hemû mirovahiyê bîne.” 
 
Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê hate vêxistin. Bi sedan kesên li dora agir hatin gel hev, li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin û pîrozbahî bi dawî kirin. 
 
COLEMÊRG/ÇELÊ
 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê li qada dawetan a Taxsaranê hat lidarxistin. Gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Welatî bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê Fahrettîn Dervîşoglû û Hîvîdar Ertunç gel silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di pîrozbahiyê de wiha got: “Tijekirina qadên Newrozê, piştgiriya bi bedelên hatine dayin re ye. Bi destê dewletê li vir polîtîkayeke qirêjî tê meşandin. Me ev yek di hilbijartinan de dît û niha jî dibînin. Lê çi bikin jî dê gelê Çelê bi polîtîkayên wan dizane û serî natewîne. Em di wê baweriyê de ne ku dê di pêvajoya aştiyê ya pêş de gelê me dê pozîsyoneke dîrokî bi dest bixe. Hezar silav ji birêz Abdullah Ocalan re ku bû wesîleya aştiyê û bang kir.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî anî ziman ku ew bi Newrozê banga dîrokî pêşwazî dikin û wiha got: “Banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng veda. Heke daxwaza aştiyê hebe, wê demê divê ev bang baş were nirxandin. Divê em vê banga birêz Ocalan ku manîfesto ye, divê em bixin meriyetê. Em di wê baweriyê de ne ku dê aştiyê bînin vî welatî. Dawiya her şerekî aştî ye. Em, banga birêz Ocalan hembêz dikin û dê li bajarê xwe birêxisti bikin. Berxwedana me ya ji bo aştiyê dê bidome.” 
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Welatiyên Çelê li dora agirê Newrozê govend gerand. 
 

Sernavên din

05/09/2025
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin