Li Îzmîrê agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hat vêxistin

ÎZMÎR - Bi pêşengtiya jinên TJA û DEM Partiyî starta Newroza Îzmîrê hate dayin. Agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hate vêxistin ku Rahşan Demîrel li wir bedena xwe şewitandibû. 

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê, bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn û li Îzmîrê starta pîrozbahiyên Newrozê hate dayîn. Daxuyaniya ku dihat xwestin li Kadîfekaleyê bê dayîn, ji ber astengiya polîsan li ber kelehê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Newroza Azadiyê pîroz be” hat hilgirtin. Girseyê bê navber dirûşmên "Ji şer re na, aştî a niha”, "Newroz pîroz be" û "Şehîd namirin" berz kir.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û gelek jin û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Agirê Newrozê ji hêla Sumeyye Boz û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin ve hate vêxistin. Piştre jî girseyê li ber def û zirneyê govend gerand.
 
'KADÎFEKALE SEMBOL E’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan, silavên xwe pêşkêşî jinên ku agirê Newrozê geş dikin, kir û got: “Agirê Newrozê ku me îro li Kadîfekaleyê vêxist, ji hêla jinên berxwedêr Zekiyeyan, Rahşanan û Bêrîvanan heta roja îro anîn; serhildana jinên ku li dora têkoşîna azadiyê azad bûne ye. Silav ji jinên ku bi ruhê 8'ê Adarê li dora vî agirê berxwedanê kom bûne re. Kadîfekale ji bo têkoşîna me ya berxwedan û azadiyê semboleke dîrokî ye. Cejna gelan û jinên ku li dijî zilma zaliman li ber xwe didin e. Bi ruhê berxwedanê yê agirê Newrozê we hemûyan silav dikim û dibêjim Newroz pîroz be.”
 
RUHÊ RAHŞANÊ
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî diyar kir ku wan li kelehê li cihekî girîng bi ruhê Rahşanê re hevdîtin pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Ruhê ku me pê re hevdîtin kir, ruhê bawerî û îradeyê ye. Ruhê kesên ku jiyana ku tê xwestin jin tê de bin bi ser dikeve û helbet ruhê ku em pê re rû bi rû ne, têkoşîna aştiyê ya ku jin pêdiviya wê pê heye. Yên ku tu carî dest ji vê têkoşînê bernedin, wê li seranserê vê erdnîgariyê vê aştiya bi rûmet, edalet û wekheviyê misoger bikin. Newroz pîroz be."
 
'DÊ AGIRÊ TÊKOŞÎNÊ LI HER DERÊ WERE VÊXISTIN’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî wiha got: “Îro, rojeke girîng e. Lewma em li vir agirê azadiyê û agirê aştiyê vêdixin. Armanca me ya hatina vir ne tenê pîrozkirina Newrozê ye. Em ji bo pîrozkirina pêşketina têkoşîna ku bi sedsalan tê meşandin hatin. Ev der qada têkoşînê ye. Bangek mezin ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve li hemû gelan, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê hate kirin. Di vê Newrozê de em ê aştî û civaka demokratîk hembêz bikin. Wê ev Newroz bi coş, mezintir û bi watedartir be. Ji Rojhilata Navîn heta Rojava wê agirê azadî û aştiyê, civaka demokratîk û civaka wekhev li her derê bê vêxistin. Ev agir wê li hemû cîhanê bigere û aştiyê bi destê Kurdan bîne."
 
Di heman demê de ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku dê di 22’yê Adarê de li Qada Gundogduyê were lidarxistin, banga hate kirin. Bername, bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

05/09/2025
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin