Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe

img

QERS - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê axivî û wiha got: “Ji bo çareserî çênebe tu sedem tune ne. Heke dewlet diyaloga bi Îmraliyê re pêş bixe dê çareserî bibe. Hemû gelên Tirkiyeyê ji bo vê pêvajoyê amade ne.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Qersê li eywaneke dawetan a bajar bi dirûşma “Dem dema xwebirêxistinkirinê ye” 1’emîn Kongreya Awarte li dar dixe. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreya partiyê de axivî. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got ku tayînkirina qeyûm binpêkirina hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî ye. Tulay Hatîmogûllari, qeyûm weke darbeya siyasî nirxand û got; “Ferqa wê ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê tune ye.” 
 
'AŞTÎ WIHA NAYÊ KIRIN’
 
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku mijara qeyûman hemû partiyan eleqedar dike, pirsgirêka her kesî ye û divê hemû kes di çarçoveya têkoşîna hevpar û demokratîk de li dij derkeve. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Li rexekî peyamên aştiyê li rexa din qeyûm nabe. Tevî gelê xwe û hêzên demokrasiyê dê têkoşîna me ya li dijî tayînkirina qeyûman bidome. Di destekî de gul, di destê din de kulma jihesin ve aştî nayê kirin.”
 
'KOMKUJIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN DIDOMIN’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got ku komkujî, şer û pevçûnên li herêmê didomin. Tulay Hatîmogûllari, wiha pê de çû: “Heman pirsgirêk li Tirkiyeyê jî didomin. Di demeke ku cîhan ji xwe re pergaleke nû ava dike de li Rojhilata Navîn xwîn dirije. Li her derê mirin, şer û pevçûn hene... Pirsgirêka gelan, baweriyan li vê herêmê bi hev re nîne. Bi nîqaş û rageşiyên çêker herêmê ber bi şer ve dibin. Li dijî van êrişan, têkoşîna azadiyê jî didome. Gelê Kurd ê hêja pêşengtiya vê berxwedanê dike. Ev têkoşîn, ji bo hemû gelên herêmê bûye mînak. Ev têkoşîn pir girîng e. Li Sûriyeyê rêveberî guherî û dixwazin pergaleke nû ava bikin. Em dixwazin ku pergaleke hemû gel û bawerî di rêveberiyê de cih digirin, dikarin nasnameya xwe bi awayekî azad bijîn were avakirin. Di vê pêvajoyê de hewceye têkoşîna li Rojava baş were dîtin. Berxwedaneke mezin raber dike.”
 
‘TEVÎ SMO’YÊ ÊRIŞÎ KURDAN DIKIN’ 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan dide û jiyaneke nû ava kir. Bi mutabeqeta jiyanê ya bi civakê re hatiye amadekirin, jiyana xwe domandin. Di wê danezanê de tê gotin ku hemû gel û bawerî bi ziman û rengê xwe dikarin azad bijîn. Hebûna jinan a di qada siyaset û cemaweriyê tê de heye, jiyaneke sekûler heye. Divê di rêveberiya Sûriyeya nû de ev peyman hebe, were naskirin û statûya gelê Kurd were qebûlkirin. Mixabin Tirkiye bi destê SMO’yê êrişî gelê Kurd dike.” 
 
PEYAMÊN ABDULLAH OCALAN
 
Têkildarî peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Ji 1’ê Cotmehê ve ye li Tirkiyeyê hinek geşedan çêbûn. Her kes pirsa gelo dê bibe pêvajoya aştiyê yan na dike. Ne tenê Kurd, tevahiya Tirkiyeyê vê pêvajoyê dişopîne. Ji aliyekî ve ev baş e û hêviyê dide.” Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku di peyamên Abdullah Ocalan de aştî û çareserî heye û wiha pê de çû: “Em silavên xwe jê re dişînin. Em dibêjin ku dê xwedî li vê peyamê derkevin. Pirsgirêka Kurd heye û tu kes nikare weke pirsgirêka ‘terorê’ pênase bike. Divê çareseriya pirsgirêka Kurd tenê nebe barê ser milên birêz Abdullah Ocalan. Birêz Ocalan dibêje ku divê muxalefet jî erk û berpirsyartiyên xwe bicih bîne. Kurdan û gelên Tirkiyeyê pir êş kişandin. Hêviya me ya herî mezin ew e ku ev xwîn bisekine û em bi hev re jiyanekê ava bikin.” 
 
MAFÊ AZADIYÊ
 
Em baş dizanin ku çareserkirina pirsgirêka Kurd dê ji bo Tirkiye û herêmê pir baş bibe. Lewma divê navnîşana çareseriyê Meclis be û hemû hêzên demokrasiyê û partiyên siyasî xwedî lê derkevin. Şandeya me hevdîtin kir û got; bi rastî jî muxaleft jî di nv de hem civak hem jî partiyên siyasî ji bo çareseriyê amade ne. Ji bo neçareseriyê tu hincet nînin. Lê divê dewlet di mijara çareseriyê de diyaloga li Îmraliyê pêş bixe. Heke wiha bike, gelên Tirkiyeyê û partiyên siyasî amade ne. Ev, derfetekî mezin e. Derfetekî dîrokî ye. Hevdîtin hene lê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi temamî rabûye û pêvajo baş derbas dibe. Her wiha divê mafên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên birêz Abdullah Ocalan bên bicihanîn, divê şert û merc bên avakirin da ku bikare bêhtir ji bo aştiyê bixebite.” 

Sernavên din

05/09/2025
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû
20:32 Bahçelî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar
18:23 Rayedarekî amerîkî serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir
18:05 Serokatiya Meclisa Giştî ya Bedlîsê derbasî DEM Partiyê bû
17:59 MYK'a CHP'ê bi awayekî awarte civiya
17:54 Kongreya CHP'ê ya Stenbolê hat betalkirin
15:53 Rejîma Îranê 39 girtiyên din darve kir
15:42 Li Silêmaniyeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:51 DBP’ê li Çermûgê silha du malbatan kir
14:39 Li Kurtderesiyê talana ‘îstîmlaqkirina lez’
14:06 Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
13:13 Rêxistina Efûyê: Li Siwêdayê 46 Durzî hatin înfazkirin
13:08 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
12:22 Li Bestayê şewat derket
12:21 Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne!
11:51 Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin
11:36 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
11:33 MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
11:01 Serlêdanên ji bo pêşbirkên xelatên rojnamegeriyê didomin
09:43 Li Sûdanê hezaz: Gundek tune bû, zêdetirî hezar kes mirin
09:37 Li Efxanistanê hejmara miriyan 800 derbas kir
09:36 Kesên tev li 1’ê Îlonê bûn: Divê Ocalan azad bibe
09:34 Serokê Baroya Rihayê: Pêdivî bi destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev heye
09:03 Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
09:02 Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim
09:00 ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN
01/09/2025
21:48 Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin
21:40 Li Amedê bi deh hezaran kes meşiyan: Em nêzî azadiyê ne
19:58 Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
19:32 Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
19:13 Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
15:12 Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
14:49 Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
14:03 Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
13:51 Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be
13:46 Li Darfourê êrişên hewayî: Herî kêm 19 kes mirin
13:45 Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
13:36 TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN