Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Romana Sadiq Ûskan a bi navê "Gurê Manco" têkoşîna gundekî li hemberî cinawirekî vedibêje. Di destên gundiyan de tenê çifteyek û tifaqek heye. Roman; hem rabirdû hem jî zemanê îro yê vê erdnîgariyê, bi zar û zimanekî şêrîn û herikbar vedibêje.

Romana Sadiq Ûskan a duyemîn bi navê "Gurê Manco" ji Weşanxaneya Wardozê der çû. Roman 435 rûpel e. Edîtorê romanê nivîskar Bahoz Baran e. Wêneyê bergê gravûra Francisco de Goya ye. Navê romanê ne navekî xerîb e. Hema bêje li hemû deverên Kurdistanê, mirovên ku di zarokatiya xwe de carekê navê Gurê Manco nebihîstibe tune ye. Ev cinawirê tirs û xofa zarokatiya me, tibayekî çawa bû em nizanin. Wextê ku moxol hatine Wêranşarê û wan kevir li ser kevirî nehiştiye, postên guran li xwe kirine û nola guran zûrîyane. Xelkê jî, ji dêvila ji wan ra bibêjin "eskerên Mengu", gotine Gurên Mengu. Îcar gelo ev cinawir jî, ji ber bi emelên xwe şibiyaye eskerên Mengu, gundiyan jê re gotine Gurê Manco? Sadiq Ûskan di romana xwe de dikeve pey vî cinawirî bê tiştekî çawa ye? 
 
CINAWIREKÎ ÇAWA YE?
 
Di romanê de nivîskar; ser û stuyê cinawirê dişibine keftar, dev û pişta wî sîxur, postê wî jûjî; dîranên wî tîmsah, çîpên wî tajî, lingên wî dişibîne yên gur û kûçikan. Ev cinawir bi ecacokekê re tê gundekî Beriya Mêrdînê. Niştecihên gund, ku berê jî her yek ji wan, di gelek bobelatan re derbas bûne, ev car dikevine pey vî cinawirê ku navê Gurê Manco lê dikin. Ka gelo wê çawa jê xelas bibin?
 
Gundê mijara romanê, gundekî gelek caran xerabûye û avabûye ye. Niştecihên li vî gundî her yek ji cihekî hatine û xwe li van xirbeyan girtine. Têkiliya mirovên li vî gundî, hem bi hev re hem jî bi xwezayê re baş e. Mirov hem bi hemû der û berên xwe re di nava têkiliyeke hevsengî de ne, hem jî ziman û zemanê xwezayê dixwînin û li wê gorê dikarin pêşeroja xwe bibînin. Lê ev bi gelemperî bi saya aqilmenda vî gundî ye.
 
JINA ŞAREZA: KESÛMA
 
Karaktera sereke ya romanê Kesûmayê ye. Kesûma jineke şareza û heya we go bes bi aqil û marîfet e. Hem hekîm e hem jî hakim e. Bi hal û ehwalên der û beran jî dizane, bi liv û tevgerên ezmanan jî. Ew bermayiya komkujiya ermenan e. Ji Dêrika Çiyayê Mazî dema malbata wê ji ber qirkirinê ber bi Binxetê ve direve; hêj zarok e û yek wê digire. Dema mezin bibe wê vê keçika lihevhatî û xweşik, bi qelenekî zêde bide mêr. Di xelayê de Kesûmayê bi kîsek mewîj difiroşe. Sal derbas dibin zilamê mewîjfiroş jî hinan dikuje û di berdêla xwîniyan de Kesûmayê dide dijminên xwe. Dema pê dihesin ew bavfileh e, dijminahî didome û ev car hevjînê wê tê kuştin. Îcar wê, bi tîyê wê re dizewicînin. Kurekî wê çê dibe, navê Mirad lê datîne. Rojekê Hadîyê êzidî tevlî barê kaçaxê tê gund û ew Kesûmayê çav bi hev dikevin. Şevek ji şevan hev digirin û direvine Binxetê. Hadî li Binxetê yekî ereb dikuje îcar berê xwe didine Serxetê û tên li gundekî ji gelek bêmirazan re bûye wargeh bicih dibin.
 
Mayda bû, Nofa bû, Maya bû; lê niha Kesûma ye. Kesûmaya şareza û bi marîfet, hem birîna hêta Kilêşoyê ji cinawir filiteye derman dike, hem çareyekê ji dewarên Şemsê re dibîne, hem jî ji bo zirarên Xoxê dewar li gundiyan bêş dike. Hemû rê û rêbazên xelasiya ji vî cinawirî jî ew dide pêşiya gundiyan. Weke sermiyana gund e. 
 
ZAZAYÊ MERAQDAR: SOFÎ GEROK
 
Karakterekî romanê jî Sofî Gerok e. Ji gundekî Lîcê ye û zazayekî meraqdar e. Piştî demekê bi zirtên xwe bawer dike. Wisa xweş li hev dike, kêfa gundiyan tîne û kenê wan bi xwe dike. Gotinên "Zimanê Sofî Gerok, hevsar qetandibû ew ji xwe re kiribû ker û lê siwar bûbû" nasnameya Sofî Gerok e. Lê gelo wê çi bi serê Sofîyê me yê gewr, ku bi doxekê dikeve pey cinawir bê? Poşman dibe lê lingê wî jî weke zimanê wî nema bi ya wî dikin.
 
Li gelek gundan, tê gotin dema devê mezel vebe, heya heft kes nemirin devê mezelan jî nayê girtin. Îcar li gundê Guhbendê, bi mirina Bizûzoyê xezîneger re, devê mezelê gund vedibe. Bizûzo li pey zêrên ermenan e. Di şikeftekê de şerbikekî zêran dibîne, çawa devê wê vedike ji dêvila zêrên zer, mozên sor jê difirin û pê ve didin. Wî dikine mîna meşkê. Erê bi Bizûzo re devê mezel vedibe; lê divê şeş kesên din jî bimirin. Yek di mewlûda Bizûzo de xwarin di ber de dimîne û dimire, du jî bi bablîsokê re dimirin; îcar ka gelo wê çend bi cinawirê re bimirin Xwedê dizane û wê xwîner bizanibin.
 
XWÎNER JÎ TIM BI GUNDIYAN RE YE
 
Xwîner dema di nava rûpelên romanê de diherike; weke li ber ekraneke televizyonê li bûyeran temaşe bike lê tê. Lê tim ne wisa ye; carinan jî xwîner dibe hevparên lehengên romanê. Dema Bavê Kirîvo an jî Etro bi tevr û bêrê girik dikole û rastî qafik û dafikan tê, wekeku xwîner bi elba xwe ber bi axê ve bimeşe lê tê. Di hin kêliyan de; zimanekî wisa têr û bi bandor hatiye bikaranîn, xwîner bi lehengên romanê re tevdigere. Ha we dît; bi Pîpo, Seyidxan, Elo Babo, Nisred û Sofî Gerok re daye pey şopa Gurê Manco û ha we dît li quncikekî axurê li Kesûmayê û Şemsayê guhdar dike û dixwaze bizanibe bê di wê axurê de çibûye. Her kêliyeke romanê di hişê xwîner de zindî dibe.
 
Ligel felaketeke mezin bi ser gundiyan de hatiye jî gundî bi kêf û henek behsa serpêhatiyên xwe dikin. Henek û hirboqiyên wan xelas nabin. Rebenê Kilêşo yê ji hêla cinawir ve hatiye kesixandin jî, mijara henekên gundiyan e: "Birako ev Gurê Manco rojê derekî te dixwe. Çepûrast bi te de dihêre. Hêt û mil dest û ling..." Cehd û mucadeleya li hemberî vî cinawirî, mîna leystikeke li ser dikê dibînin. Dibe ev haletekî serîderketina bi êş û azaran be û gundîyên heya wê rojê sosret û firtoneyê mezin dîtine, bi vî cihetî li hemberî vê bobelatê jî radiwesitin. 
 
Cinawir bi ecacokê re hatibû û li nava gundê wan ketibû. Bobelateke nû bû li wan peyda bûbû. Di destên gundiyan de tenê çifteyek heye. Taliya taliyê ji bo ji cinawir xelas bibin berê xwe didine Licê. Ka gelo wê ev gundiyên, heya wê rojê bi gelek bobelatan re derketine serî, wê bi vê bobelata nû re jî derkevine serî an na; em ê di dawiya romanê de hîn bibin.
 
Roman; hem rabirdû hem jî zemanê îro yê vê erdnîgariyê vedibêje. Gelek hesletên mirovên vê axê, di karakterên romanê de derdikevine der. 
 
SADIQ ÛSKAN KÎ YE?
 
Sadiq Ûskan, li gundê Qûça Hecîyan ê bi ser Qosera Mêrdînê ve di sala 1981'ê de hatiye dinyayê. Di sala 2007'an de, li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetiya Koma Fîlozofiyê qedandiye. Berê jî ji Weşanxaneya Wardozê pirtûkên wî yên bi navê "Payîzxêr" (folklor) û Şampaz (roman) hatibûne çapkirin.
 
MA / Abdurrahman Gok

Sernavên din

20/08/2025
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike