Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome

  • rojane
  • 09:14 29 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku dê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” di sala nû de jî bidome û wiha got: “Divê her kes ji bo aştiyeke birûmet xwedî li vê kampanyayê derkeve.”

Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê starta wê hatibû dayin, didome. Di çarçoveya kampanyayê de hem li Kurdistanê hem jî li seranserî cîhanê bi sedan çalakî hatin lidarxistin. Di encama çalakiyên girseyî de piştî 43 mehan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî hatin girtin û biraziyê wî Omer Ocalan pê re hevdîtina malbatî kir. Abdullah Ocalan, di hevdîtinê de got ku tecrîda li Îmraliyê didome û ev peyam da: “Heke şert û merc çêbibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder jî duh çûn Îmraliyê. 
 
'TECRÎD LI HEMÛ GELAN TÊ FERZKIRIN’
 
 
Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn, diyar kir ku tecrîda ku ev 26 sal in li dijî Abdullah Ocalan di meriyetê de ye, sepaneke keyfî û derhiqûqî ye. Pinar Sakik Tekîn, wiha got: “Li dijî avakirina civakeke bingeha xwe ji paradîgmaya ekolojîk, wekheviya zayenda civakî û azadîxwaziya jinê digire, di zîhniyeta yekperest, mezhebperest û neteweperest de israr dikin. Ev israr, her ku diçe tecrîdê girantir dike. Ev tecrîda girankirî jî bi xwe re şer, alozî û tundiyê tîne. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, li hemû gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin.” 
 
'ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’
 
Bi domdarî Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku rêya çareseriya krîzên piralî girêdayî rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û wiha domand: “Di bingeha van krîzên piralî de pirsgirêka Kurd heye ku divê tavilê bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Gelek caran di bin navên cuda hewl dan pêvajoyekê birêve bibin lê tevek jî têk çûn. Tevî vê jî me dev ji çareseriya demokratîk berneda û em her tim amade bûn û me israr kir.”
 
Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser nîqaşên têkildarî “pêvajoya nû” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiyê divê li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Divê ev ne tenê di gotinê de bimîne. Sedsala ewil a komarê bi komkujiyan derbas bû. Hewceye di vê sedsalê de wiha nebe. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Heke jidil bin, divê ji ewil bikevin nava pratîkê. Heke aştiyeke birûmet û mayinde were kirin, divê ev bi demê re neyê vehêlandin.” 
 
'DEMA QALA AŞTIYÊ DIKIN ŞER FERZ DIKIN’ 
 
Di berdewamê de Pinar Sakik Tekîn bi lêv kir ku di demekî li Tirkiyeyê qala aştiyê tê kirin de bi destê hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn şer tê gurkirin û wiha axivî: “Li Rojava bi pêşengtiya jinan şoreşek pêk hat û ji bo cîhanê bû modêlek. Hêzên navneteweyî niha ji bo hebûna xwe şerekî dimeşînin. Niha li Rûsya-Ûkrayna, Îsraîl-Filistînê û li Sûriyeyê şer heye. Niha hemû hêzên navneteweyî û herêmî li Sûriyeyê pozîsyona xwe diyar dikin. Kurd jî pozîsyona xwe diyar dikin. Rewşa li Rojava dê rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê jî zelal bike. Daxwaza me ew e ku tavilê aştî bê kirin û hemû gel bi hev re bijîn.” 
 
Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku kampanyaya azadiyê dê di sala 2025’an de jî bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Dê kampanyaya me bidome. Em dixwazin aştî çêbibe. Lê di tecrîd û neçareseriyê de israr dikin. Li dijî vê dê israra me jî ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk bidome. Divê her kes ji bo aştiyeke birûmet û mayinde xwedî li vê kampanyayê derkeve.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

02/01/2025
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk