Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome

  • rojane
  • 16:04 28 Kanûn 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Di bîranîna ku di 13'yemîn salvegera Komkujiya Roboskê de hat lidarxistin de, hat diyarkirin ku têkoşîna hesabpirsînê dê bidome.

Malbatên ku di komkujiya Roboskê de zarok û xizmên wan hatin kuştin, di 13'yemîn salvegera komkujiyê de li ser goristanê kombûn û qurbaniyan bibîr tînin. Her wiha bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û serokên baroyên bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de tevî pankarta "Komkujiya Roboskê di sala 13'yan de li benda edaletê ye", "Roboskê birîna bi xwîn a Kurdistanê ye", "Leşkerên we dikevin, têkoşîna gel dê mezin dibe" hatin vekirin. 
 
Nûnerên saziyên sivîl û baroyan ên li vir ewil axivîn, diyar kirin ku kiryar bi îradeya siyasî hatine parastin û diyar kirin ku komkujî bi polîtîkaya neşopandinê û bêcezakirinê encam daye. Di axaftinên xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew ê bûyerê bişopînin da ku kiryar bên darizandin.
 
'ROBOSKÎ BIRÎNA KURDISTANÊ YE'
 
Sekretera Giştî ya KESK'ê Sevgî Yilmaz di daxuyaniyê de axivî û got: "Trajediya vî welatî ye ku dayikên bi cilên reş, wêneyên hevjîn û zarokên xwe yên ku li ser wî girî dimeşin silav dikin. Ev sed sal in em dibînin. Bi salane zarokek dibêje Roboskî birîna Kurdistanê ye û pankarteke wiha hilgirtiye. Komkujiya Roboskî zincîra destpêkê ya bûyerên weke Qezaya Kana Somayê ye. Em ji şînê bêzar bûne, lê em ê têkoşîna xwe bidomînin, êşa we êşa me ye."
 
Cîgira Serokê Giştî ya EHP'ê Sanem Kural, diyar kir ku Komkujiya Roboskî encama polîtîkayên hikûmetê ye û wiha bi lêv kir: "Niha em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Vê desthilatdariya siyasî dîsa serî li polîtîkayên nehiqûqî da. Wekhevî û edalet nîne. Ji ber vê yekê em ê destê xwe bidin hev û têbikoşin.  Bijî biratiya gelan."
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN'
 
Dû re dayika Serhat Encû yê 17 salî Halîme Encû jî bal kişand ser daxwaza wan a edaletê û wiha got: "Çima hatin qetilkirin? Dilê me dişewite. Sûcê zarokên me çi bû? Cenazeyên zarokên me perçe kirin. Em edaletê dixwazin."
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku hikûmetê ji Roboskê û vir ve polîtîkayên xwe yên qetlîamê yên li Kurdistanê didomîne û wiha axivî: "Heta ku azadî were vê erdnîgariyê em ê ji bo welat û axa xwe têbikoşin. Ji vê erdnîgariyê re dibêje welatê terorîstan. Kirinên terorîstî dikin dagirker in. Ji bo Rojava jî heman tiştî dikin. Heta edalet pêk were em ê li ber xwe bidin." 
 
Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û wiha bi lêv kir: "Her çend bi rêbazên curbecur vê dozê paşguh bikin jî, em ê şopdarên vê dozê bin. Binêrin nûnerên partiyên siyasî, Alîkarê Serokê Meclîsê. Birêz Levent yê ku ev mijar nivîsand û şopand. Raya giştî ya demokratîk heye, rêxistin û sendîkayên me yên pîşeyî hene, hûn ne bi tenê ne, tirk, kurd, ereb, elewî, raya giştî ya demokratîk heta ku edalet pêk were bi we re ye. Heta kiryar neyên cezakirin û ev dewlet bi van komkujiyan re rû bi rû bimîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Piştî axaftinan kesên beşdarî bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gorên kesên hatin qetilkirin.

Sernavên din

02/01/2025
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk