Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in

  • rojane
  • 10:10 28 Kanûn 2024
  • |
AMED – Welatiyên li Amedê bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin, "Wan heqîqet nivîsandin, lewma em deyndarê wan in."
 
Dema dewleta tirk û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li cihê bûyerê êriş dişopandin, di 19’ê kanûnê de bi Balafira Bêmirov a Çekdar (SÎHA) hatin qetilkirin. Bertekên li hemberî qetilkirina rojnamegeran dewam dikin.
 
Gelê Amedê têkildarî qetilkirina rojnamegeran nêrînên xwe parve kirin.
 
BERTEKA LI DIJÎ BÊDENGIYÊ 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Ozçoban anî ziman ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî qirêj tê meşandin, armanca van êrişan dagirkeriyê ye û divê gelê kurd bêdeng nemîne.  Ozçoban bertekên xwe wiha anî ziman: "Em ê heta kengê li hemberî van hovîtî bêdeng bimînin?  Tirkiye li Rojava çi dike? Çeteyên li Sûriyeyê bi destê Tirkiyeyê li wir in. Ma ew vê nizanin? Divê em li hemberî şahidî û zilmê bêdeng nemînin.  Bila destk nedin Rojava."
 
ARMANC KOMKUJÎ YE 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Hanîfî Kırar jî bal kişand ku bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got armanc qirkirin e û wiha axivî: “Yên ku polîtîkayên qirkirinê dimeşînin, ne mirovahî in, ne wijdan û ne jî exlaqê wan heye. Divê em bi hev re li hemberî vê yekê bisekinin. Bêdengî teslîmbûn e. Yê ku bêdeng dimîne ew e ku zilmê li xwe, gelê xwe û welatê xwe dike. Armanca êrîşa li ser Rojava teslîmbûna vî gelî ye.”
 
QETILKIRINA ROJNAMEGERAN
 
Kirar bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn da û wiha axivî: “Ji ber ku nûçeyên derew diweşînin em televîzyonên tirkan temaşe nakin. Rojnamegerên ku hatin qetilkirin rastî ji me re radigihandin. Em bi hezaran car spasdarê wan in. Keda wan pir e û wan gelek ked dan. Wan heqîqet nivîsand ji ber vê em deyndarê wan in.”
 
Ji welatiyan Behçet Fîlîz bang li serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir û bi bîrxist ku lîderên hebûna kurdan nas nekirine yek bi yek têk çûne û wiha got: “Erdogan û çete çiqas êriş dikin bila êriş bikin. Serkeftin a gelê kurd e.”
 
BANGA YEKITIYA NETEWEYΠ
 
Faruk Gunduz anî ziman ku li her çar parçeyên Kurdistanê êriş tên meşandin, divê gelê kurd li hemberî vê yekê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne. Gunduz gotina helbestvanê Kurd Cegerxwîn a “Eger em nebin yek, em herin yek bi yek” bi bîr xist û wiha got: “Dema kurd bibin yek, dewleta dagirker wê nikaribe li Rojava ti encamekê bi dest bixe. Ev 100 sal in zilm li gelê kurd tê kirin. Jinên kurd bi sirûdên xwe yên li Kobanê bi ser ketin. Ez bawer dikim ku ew çete dê careke din li Rojava têk biçin."
 
Azad Dagsal jî wiha got: “Li Rojava rojnameger tên qetilikirin. Şer dê heta kengê dewam bike. Em azadiya xwe dixwazin.”
 
‘HIQÛQEKE ŞER JÎ HEYE’
 
Welatiyê bi navê Cengîz Yakat da zanîn ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) berê di lîsteya terorê de dihat nîşandan û niha jî hewl didin wek nerm nîşan bidin û wiha axivî: “Tirkiye bi êrîşa li ser Rojava dixwaze li wir dewleteke li gorî xwe ava bike. Di şer de hiqûqek heye. Şerê li Sûriyeyê dê bandora xwe li vir jî bike. Kuştina rojnamegeran, îdeolojiya wan û aliyê kê be jî nayê qebûlkirin. Rojnameger ji ber li gorî wan tevnagerin tên qetilkirin. Em îro tiştên ku diqewimin ji rojnamegeran hîn dibin. Rojnamegerên li hemû cîhanê divê rastî êrîşan neyên û vê yekê herî baş jî dewlet dizane.”
 

Sernavên din

02/01/2025
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk