Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê

  • ciwan
  • 09:04 28 Kanûn 2024
  • |
img

AMED – Ciwanan di sala 2024’an de ji bo debarê û stargehê têdikoşiyan û li aliyê din li dijî polîtîkayên qeyûman û şerê taybet pêşengî kirin.

Ciwan di nav beşên ku herî zêde bandorê li pêşketinên siyasî, aborî, civakî û çandî yên li welêt dikin de cih digirin. Ciwan hem dibin hedefa polîtîkayên ajankirinê û asîmîlasyonê, hem jî xwestin fihûşê bi wan bidin kirin û tiryakê bidin bikaranîn.
 
Ciwanan weke salên borî îsal jî bi van pirsgirêkan re têkoşîn meşandin. Lê belê berxwedana ciwanan a li hemberî van polîtîkayan dewam kir. Li aliyekê ciwanan li dijî polîtîkayên şerê taybet li ber xwe dan, li aliyê din jî daxwazên xwe yên perwerdehiya azad, zanistî û demokratîk di gelek qadan de berz kirin.
 
TÊKOŞÎNA JI BO DEBARÊ
 
Pirsgirêkên aborî û malnişîn ên xwendekarên zanîngehê berdewam kirin. Di nava salekê de li gelek zanîngehan çalakiyên; “Em nikarin debara xwe bikin, nikarin xwe cihê razanê peyda bikin” hatin lidarxistin. Xwendekarên zanîngehê jî li dijî êrîşên nîjadperest têkoşîneke dijwar dan. Di nava salê de bi taybet li Zanîngeha Enqereyê gelek êrîşên nijadperestî pêk hatin. Tenê di meha çile de 3 êrişên nijadperestî pêk hatin. Kesên ku li zanîngehê ewlekarî dikirin bi êrîşkarên nîjadperest re tevdigeriyan, polîsan tenê li êrîşan temaşe dikirin.
 
Xebatên birêxistinkirina ciwanan ên li Stenbol û Mêrdînê derketin pêş. Li Stenbolê xwendekarên Zanîngehê, Meclîsa Xwendekarên Azad û li Mêrdînê Yekîtiya Xwendekarên Mêrdînê ava kir.
 
Şert û mercên nebaş ên li wargehên girêdayê Midûriyeta Giştî ya Kredî û Stargehan (KYK) nehat sererastkirin. Xwendekarên ku neçar man di stargehan de bimînin, îsal jî li dijî şert û mercên serşo, lavabo û odeyên razanê çalakiyên xwe berdewam kirin. Xwendekarên li qadan li hemberî 2 hezar TL'yî burs bi daxwaza "Bûrs têra debarê dikin" çalakî lidarxistin.
 
ÇALAKIYÊN JI BO ROJÎN KABAÎŞ
 
Rojîn Kabaiş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYÛ) ku di 27'ê Îlonê de li Wanê winda bû, di 15'ê cotmehê de mirî hatibû dîtin. Ji ber ku gumanên windakirin û mirinê nehatin zelalkirin bertekên ciwanan bi rojan dewam kirin.
 
DAXWAZA ‘AZADÎ JI BO OCALAN’ 
 
Bi taybetî li bajarên Kurdistanê ciwan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di nava komên pêşeng de cih girtin. Di serî de Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Êlihê li gelek bajaran bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" çalakî û meş hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn. Ciwan bi awayekî çalak beşdarî çalakiya “1000 name ji Îmraliyê re” bûn.
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Polîtîkayên şerê taybet ên weke fuhûş, tiryak, asîmîlasyon û ajantiyê bûne rojeva sereke ya ciwanan. Meclisa Ciwanên DEM Partiyê di sala 2024’an de di çarçoveya hemleya “Berxwedana bi rûmet a li dijî şerê taybet” de ku di 5’ê tebaxa 2023’an de li dijî polîtîkayên şerê taybet da destpêkirin, çalakî û çalakî li dar xistin. Li ser navê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya ku di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hat windakirin û heta niha aqûbeta wê ne diyar e, bi dirûşma “Lexê - Ciwan li qadan in” turnuvaya futbolê hat destpêkirin. Fînala turnuvaya ku li 12 bajaran hat lidarxistin, di 23'ê Îlonê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat lidarxistin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet di nava salê de malbat hatin ziyaretkirin û atolyeyên cuda hatin organîzekirin.
 
ŞERMEZARKIRINA QEYÛMAN
 
Li Colemêrg, Esenyurt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Miks, Dêrsim û Pulurê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin û ciwanan pêşengiya çalakiyan kirin. Li gelek bajarên Kurdistanê ciwanan bi rojan li dijî polîtîkayên qeyûman li ber xwe dan. Ciwan tevî binçavkirin, girtin, tundî û dozê jî kolan neterikandin. Her wiha ciwan li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng neman.
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Binçavkirin û girtina ciwanan bi taybetî yên di qada siyasî de dixebitin, ti carî ranawestiya. Di nava salekê de bi sedan ciwan an hatin girtin an jî hatin binçavkirin. Herî dawî 9 ciwanên ku di 2'ê kanûnê de ji bo bi Îsraîl qutkirina bazirganiya Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan protesto bikin hatibûn girtin. Ciwan li girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatin. Piştî bertekan ciwan serbest hatin berdan.
 
‘TÊKOŞÎN BI RÊXISTINBÛYÎNÊ PÊKAN E’
 
Endamê Meclîsa Ciwanên DEM'ê Mustafa Yaşodun polîtîkayên li ser ciwanan û têkoşîna li dijî wan nirxand. Yaşodun diyar kir ku di sala 2024'an de zextên li ser ciwanan zêde bûne û got, "Îro li dijî faşîzmê ciwanên ku têkoşîna herî pêşketî, fedakar û leheng dimeşînin hedef digire." Yaşodun têkildarî polîtîkayên şerê taybet wiha axivî: "Ciwan dîroka têkoşîna şoreşgerî, sekna xwe ya îdeolojîk, xwe ji xwe re dike armanc. Bîranîna paradîgma, esas û nirxên şoreşgerî li hemberî zextan bersiva herî xurt e. Ciwan dikarin li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst bi xwendinê, li atolyeyan werin cem hev, bi hev re nîqaş bikin, bi rêxistin bikin, ne bi navê ne ‘ez’, bi hişmendiya ‘em’ têbikoşin.”
 
‘ÊRIŞ VALA HATIN DERXISTIN’
 
Yaşodun diyar kir ku di nava salê de bi ciwanan re hatin cem hev û li dijî polîtîkayên hikûmetê gelek komxebat û konferans li dar xistin û destnîşan kir ku van hewldanan di qonaxekê de encam dane. Yaşodun ev tişt anî ziman: "Vîna ku ciwanan nîşan da, bi taybetî di 3 mehên dawî de, nîşan da ku hemû êrîşên modernîteya kapîtalîst pûç bûne. Di heman demê de nirxandinên li ser xwe yên weke 'siyasetbûyîn, xemsariya, nifşê' jî pûç kir. Di demeke ku herî zêde pêwîstî pê hebû de, ciwanên Kurdistanê li hemberî êrîşan li ber xwe dan. Divê ev rastî û ruhê ji nû ve hatiye afirandin, hem ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst û hem jî ji aliyê hêzên modernîteya demokratîk ve baş were fêmkirin û nirxandin."
 
‘TÊKOŞÎN DÊ WERE MEZINKIRIN’
 
Yaşodun bal kişand ser xeta têkoşînê ya serdema nû ya ciwanan û wiha got: "Armanca ciwanan ew e ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe, li Tirkiye û Kurdistanê rê li ber siyaseta demokratîk vekin, çareseriya demokratîk pêk were. Ciwan li dijî hemû êrişên li ser civakê bi refleksa parastina rewa tevdigerin.”
 
Yaşodun destnîşan kir ku ciwan wê di sala nû de li dijî polîtîkayên bê nasname, bêpêşeroj û koçberkirinê li ber xwe bidin û got, "Ji bo ev têkoşîn hîn mezintir bibe, divê li her deverê tax bi tax, kolan bi kolan xebat bên meşandin. Zanîngeh bi zanîngeh, fabrîqe bi febrîqe, bi sazkirina têkiliyan re wê ev têkoşîn hîn bêhtir bîrdozî bibe. "
 
MA / Rukiye Adiguzel
 

Sernavên din

02/01/2025
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk