Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê

  • rojane
  • 09:27 27 Kanûn 2024
  • |
ŞIRNEX - Derheqê Velî Encu de ku ji bo birayê xwe û 33 kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin daxwaza edaletê kir, 17 doz hatin vekirin û 4 salan di girtîgehê de ma. Encû, got: “Ji Zîlanê heta Roboskê faîl tu caran nehatin girtin. Weke malbatên Roboskê em ji roja ewil heta niha li pey gotina xwe ne. Divê berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.” 
 
Li navçeya Qileban a Şirnexê li gundê Roboskê di 28'ê Kanûna 2011'an di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de 34 sivîl hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tu berpirsyar nehatine darizandin. Lê belê li malbatên qurbaniyan ên ji bo xizmên xwe li edaletê digeriyan doz hatin vekirin, hatin binçavkirin û girtin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di sala 2019'an de bi hinceta ku di 4’emîn salvegera komkujiyê di bîranîna li gund de pankart û al bi kar anîne, de der barê malbatên Roboskê de lêpirsîn da destpêkirin.
 
Serokê Komeleya Roboskê Velî Encû ku birayê wî Serhat Encû jî di komkujiyê de hatibû qetilkirin, ji ber ku têkoşîna edaletê dida û pêşengtiya vê têkoşînê dikir, der heqê wî de 17 doz hatin vekirin. Velî Encû di sala 24'ê Gulana 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê " hate girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Encû ku ev saleke hatiye berdan bi minesebeta salvegera Komkujiya Roboskê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'YEK BERPIRSYAR NEHATE DARIZANDIN'
 
Velî Encû bi lêv kir ku ji roja destpêkê heta niha wan malbatên Roboskê dev ji doza xwe ya edaletê bernedaye û wiha axivî: "Me malbatên Roboskê di roja destpêke de me çi gotibe em heman tiştan dubare dibêjîn. Daxwaza me çibû darizandina berpirsên vê komkujiyê ne. Daxwaza me cezakirina wan e. Îro di dewleta Tirkiyeyê de ev komkujiye weke asayî hate dîtin. Heta niha berpirsê tu komkujiyan nehate darizandin û cezakirin. Di vê komkujiyê de 34 mirovên me, birayên me, zarokên me bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Di van 13 salan de me malbatên Roboskê yek carê dev ji têkoşîna xwe berneda. Her tişt diyar e. Kesên ku fermana vê bombebaranê dayin divê bên darizandin. Li şûna kujeran em malbatên Roboskê hatin darizandin. Em li benda çi ne û dewlet çi dike."
 
'JI ZÎLANÊ HETA ROBOSKÊ KUJER NEHATIN DARIZANDIN'
 
Encû, diyar kir ku di nava 13 salan de tu berpirsyar nehatine darizandin û got ku ji Komkujiya Zîlanê heta niha kujerên ku li ser gelê Kurd komkujî kirine nehatine darizandin. Encû, wiha domand: “Ev saleke ji girtîgehê derketime. Nêzî 4 salan di girtîgehê de mam. Li ser min doz vekirin. Ji Komkujiya Roboskê heta roja me ya îro têkoşîna ku me dayî ji bo ku me bi ceza bikin ji xwe re kirin hincet.  Nêzî 17’an doz li min vekirin. Dem dem di mijarên cuda de em hatim darizandin.  13 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn lê hêj berpirsyar nehatine darizandin. Doza Roboskê îro bi gotina wan di dehlîzên Enqereyê de hate windakirin. Ew sozên dane me tevek vala derketin. Wê demê Erdogan, serokê îktîdarê bû. Bi me re hevdîtin kirin. Tu sozên xwe pêk ne anî. Di dîroka Kurdan de ji ber komkujiyan kesek nehatiye darizandin. Berovajî vê berpirsyarên van komkujiyan hatine terfîkirin û xelatkirin. Ji Komkujiya Zîlanê heta ya Dêrsimê, tu kes nehat darizandin. Di van komkujiyan de Kurd tên qetilkirin lewma berpirsyar nayên dîtin. Roboskê, Pirsûs, Enqere mînakên vê ne. Divê ku ev pergala dewletê biguhere û ev polîtîka bê bidawîkirin. Heta berpirsyarên Komkujiya Roboskê tên darizandin dê têkoşîna me bidome.”
 
DER HEQÊ WÎ DE 17 DOZ HATIN VEKIRIN Û 4 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA
 
Bi domdarî Encû anî ziman ku ji destpêka komkujiyê heta niha der heqê wî de 17 doz hatine vekirin û bi lêv kir ku li şûna kujer bên darizandin, têkoşina wan a rewa hate darizandin. Encû, wiha pê de çû: “Êşa me di 2011’an de çi be niha jî ew e. Li vir tiştek nehatiye guhertin. Heke ku têkoşîneke hevpar bê dayin em bawer dikin ku dê edalet çêbibe. Di sala 2012’an de der heqê min de doza yekemîn vekirin. Wê demê telefonên me hatin guhdarkirin. Beriya ku Emîne Erdogan nehat Roboskê me weke malbatan ji bo pêşwazîkirinê amadekariyên xwe kirin û civînên xwe li dar xistin. Carnan civînên me çêbûn. Ev hemû weke sûc nîşan dan û gotin, ‘tu çima malbatan kom dikî.’ Nêzî salekê telefona min guhdar kirin. Doza yekemîn ev bû. Dîsa bi ser parvekirinên min ê li ser hesabên medyaya civakî li min doz vekirin. Li vir bi rêya hesabên civakî me dengê xwe dida bihîstin. Derfetên me pir kêm bûn. Parvekirinûn me jî weke hincet nîşan dan, em hatin darizandin û her roj em daxwazî îfade dikirin. Her wiha carna çalakiyên me çêdibûn, em dimeşin ser goristanê, yan jî em çûn cihê bûyerê ev hemû weke hincet nîşan dan û em hatin darizandin. Tişta ku ji me dixwestin ew bû ku em bêdeng bibin. Dê wê pêvajoyê de fermandareke vê derê bang li malbatan kir û ji wan re got, ‘çima hûn dest ji vê têkoşînê bernadin?  wisa bifikirin ku ev 34 di qezeyeke otobûsê de jiyana xwe ji dest dane.’ Malbatan bertek nîşanî vê gotinê dan. Wî jî got, ‘erê dewletê kuştin lê hûn ê çi ji dewletê bikin?’ Dewlet çiqas zilm bike, komkujiyan jî bike divê ku tu deng dernexînin û tişta ku kirine qebûl bikin. Em vî tiştî tu caran qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin. Zilmek mezin li me hat kirin, me êşeke mezin dît. Em tu caran ji bîr nakin, em li pişt daxwaza xwe ne.”
 
'BILA DI SERÎ DE KOMKUJIYAN RONÎ BIKIN'
 
Encû, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd û got ku heke ku rayedarên dewletê dilsoz bin divê ku ji ewilî komkujiyên pêk anîne ronî bikin. Encû, axaftina xwe wiha qedand: “Komkujiya Roboskê komkujiyeke mezin e. Di pêvajoya 2013-2015’an de jî me got, ‘heke ku hûn dilsoz bin û hûn bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, ji Roboskê destpê bikin.’ Niha jî heke ku dilsoz bin divê ku ji Roboskê dest pê bikin. Îro ev nîqaş tên kirin û rayedarên dewletê hin gotinan dibêjin. Lêbelê ev tenê bi devkî dimîne. Em gavên şenbêr dixwazin. Gavek ji vê jî bi ronîkirina Komkujiya Roboskê re divê destpê bikin. Heke ku wisa bû wê demê gelê Kurd dikare behsa çareseriyê bike û qaneh bibe. Divê berpirsyar bên darizandin ku em bizanin dilsoz in. Pêvajoyek destpê bike divê serî de berpirsyariyê van komkujiyan darizînin. Dema ku wisa bû wê demê em dikarin bêjin ku dilsoz in." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

12/08/2025
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
07:53 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
11/08/2025
19:45 Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'
17:18 Bahçelî: Dê bi rêya komîsyonê ewrên li ser aramî û biratiyê bên belawelakirin
17:13 Civîna qabîneyê ya serokkomartiyê dest pê kir
17:08 Navên endamên komîsyonê yên nû ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin
16:54 Bi sedan kes ber bi cihê şîna Tunç ve meşiyan: Rêya te rêya me ye
16:28 Zaroka ber Çemê Arasê ketî jiyana xwe ji dest da
16:28 Li stargeha Şaredariya Qersê tundî li kûçikan hate kirin
16:17 Çalakiya jinên Beluc di roja 27’an de ye
16:11 Pêşangeha ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz bi dawî bû
16:03 Erdhejokên li Sindirgiyê didomin
15:37 Nîjadperestan li Mêrsînê êrişî malbateke Kurd kirin
14:45 Komkujiyên li dijî jinan hatin protestokirin: Têkoşîn parastina herî xurt e
14:30 DEM Partiyê silha du malbatan kir
14:27 ÎHD: Bila faîlên êrişên li dijî karkerên Kurd bên darizandin
13:37 ÎHD’ê rapora binpêkirinên mafan ên di 6 mehên dawî de li Kurdistanê hatine kirin parve kir
13:09 Ji sedî 49’ê xebatkaran dixwazin hemû sendîka li ser maseya peymanê bin
12:55 Li Sindirgiyê xebatên tespîtkirina xesarê dest pê kirin
12:47 Polîsên ku malên şînê dorpêç kirin mizgeft jî li îbadetê girtin
12:07 Ji bo komîsyonê dê 3 kesên nû bên diyarkirin
11:34 Rêwiyê Aştiyê Aktaş vegot: Têkoşîna wî anî van rojan
11:16 Awûstralyayê ragihand ku dê Filistînê bi awayekî fermî nas bike
10:44 Xetere li ser serweriya Ermenistanê çêkirin: Dibe ku demografya biguhere
10:42 Li Pira Dehderî avahî zêde dibin: Pêwîstî bi çareseriya aqilê hevpar heye
10:23 HPG’ê şehadeta Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî ragihand
09:37 Bertek nîşanî astengkirina şînan da: Hem li gorî hiqûqê hem li gorî olê sûc e
09:36 Li cihê erdhej û hezazan lêgerîna madenê
09:01 Êrişên li Zap, Metîna, Avaşînê: Armanc xitimandina pêvajoyê û domandina şer e
09:00 Navnîşana nû ya talankirina xwezayê: Geliyê Bertûlê
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2025’AN
08:44 Li Balikesîrê erdhejeke din çêbû
10/08/2025
16:34 Li Reqayê kampanyaya ‘Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe’
16:05 Li dijî jeotermala li Geliyê Periyê meş hat lidarxistin
15:33 Ekîn Wan hat bibîranîn: Têkoşîna wê rêya me ronî dike
15:25 Komxebata ciwanan: Manîfestoya civaka demokratîk perspektîfa azadiyê ye
15:00 Çalakiya jinên Beluc didome: Em qirkirinê îfşa dikin
13:41 Îsraîl dê 430 hezar leşkerên cîhgir seferber bike
13:33 Li Anamurê agir bi daristanê ket
13:29 Bahçelî: Li bendê ne ku xebatên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin
13:26 Li Samandagê hişyariya provokasyonê: Em çanda xwişk-biratiyê biparêzin
13:14 Li Wanê di şewatê de 4 dikan şewitîn
12:15 Şîna Bêrîtan Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
12:15 CPT: Tirkiyeyê di Tîrmehê de 18 caran êriş kir
11:39 Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket
11:38 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin
11:38 Li Brezîlyayê qeza: 11 kes mirin 45 kes birîndar bûn
11:37 Tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin
11:33 Di bin siya ‘Pêvajoya aştiyê' de li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê
10:35 Hejmara 128’an a kovara Jinê derket
10:30 Ferda Fahrîoglû: Divê rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna aştiyê de cih bigirin
10:29 Li Geliyê Periyê xebatên jeotermalê: Armanc koçberkirin e
09:44 Gundên Sêweregê bê av û ceryan in: Kes çareser nake
09:36 'Divê goristan bên çêkirin û rê bidin serdanên malbatan’
09:21 Girtiyê ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin
09:20 'Heke ji bo çareseriyê israra wan hebe wê demê bila mafê hêviyê cîbicî bikin’
09:00 ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2025’AN
09/08/2025
16:49 Amedspor bi Mbaye Diagne re li hev kir
15:54 Ji bo bîranîna rojnamevan Denîz ê ku JÎTEM'ê ew qetil kir pêşangeh hat vekirin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Welat Hazirê HPG'î hat kirin
14:32 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Qerçekê îşkence heye
14:25 Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin
14:15 'Bila komîsyon aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin derxîne holê'
13:47 Fîdan bi Sîsî re civiya
13:43 Hûsiyan êrişî Îsraîlê kirin
12:15 Li Amedê Komxebata Aştiyê: Divê em bi hev re aştiyê ava bikin
11:47 Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya
11:33 Trump û Putîn wê li Alaskayê bicivin
11:28 Şêniyên Wan û Gimgimê: Em misogerkirina qanûnî dixwazin
10:24 Cinayeta ku 33 sal in nehatiye ronîkirin: Kevneşopiya wî didome