30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre

  • rojane
  • 09:00 18 Kanûn 2024
  • |

BEDLIS - Nûriye Turan a ku 7 sal berê cenazeyê kurê wê li Kilyosê li bin peyarêkê hat definkirin, diyar kir ku rojnameya Ozgur Ulke ya ku piştî qetilkirina kurê wê îşkenceya li kurê wê ragihand, manşeta "Bila mirovahî fedî bike!" ya rojnameyê 30 sal in vedişêre.

Goristana Garzanê ya li bejahiya gundê Oleka Jor a Bedlîsê ku gorên 267 PKK'yiyên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn lê bûn, di 19'ê Kanûna 2017'an de bi makîneyên karî hat hilweşandin û 267 cenaze şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK). Hat diyarkirin ku cenazeyên ku şandine ATK’ê li Goristana Kilyos a Stenbolê di bin peyarêyan de defin kirine. 2 sal piştî pêvajoya ATK'ê DNA'ya 10 kesan li hev derket û cenaze radestî malbatên wan hatin kirin. Heta niha cenazeyên nêzî 30 kesan radestî malbatên wan hatine kirin. Têkoşîna malbatên ku 7 sal in nikarin cenazeyên xwe wergirin hê jî didome.
 
Nûriye Tûran jî yek ji wan 10 kesan e ku 2 sal piştî pêvajoya ATK'ê cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Nûriye Tûran a ku cenazeyê kurê xwe Fedakar Tûran wergirt, di 14’ê Kanûna 2019’an de li gundê Gozeldere yê navçeya Tetwan a Bedlisê ku lê ji dayik bû, defin kir.
 
Fedakar Tûran ê di sala 1975'an de li gundê Gozeldereyê ji dayik bû, di sala 1993'yan de tevlî PKK'ê bû. Tûran di sala 1994'an de bi du hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tûran û yê 2 PKK'yiyên ku di pevçûna li navçeya Xîzanê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Kisikliyê ve hatin definkirin. Rojnameya Ozgur Ulke ku wê demê weşana xwe dikir, di 7'ê Tebaxa 1994'an de bi manşeta "Bila mirovahî fedî bike!" ev bûyer ragihand xwendevanên xwe. Malbata Tûran ku cenazeyê zarokê xwe ji Geverê wergirt, li goristana gundê Gozeldereyê defin kir. Cenazeyê Tûran ê ku 12 salan li vir ma, dei dema pêavjoya diyalogê de li Goristana Garzanê hat definkirin.
 
30 SAL IN WÊ MANŞETÊ VEDIŞÊRE
 
Dayik Nûrey Tûran ku 30 sal in manşeta "Bila mirovahî şerm bike!" ya rojnameya Ozgur Ulkeyê vedişêre anî ziman ku ew hewl didin bîranîna xwe ya bi êş û dilsoz zindî bihêlin. Nûriye Tûranê diyar kir ku helbest, name û wêneyên kurê xwe ji bo ku neyên desteserkirin parastine.
 
'BI ROJAN LI WIR HAT SEKINANDIN'
 
Dayik Nûriye Tûranê anî ziman ku kurê wê kesekî xwedî hişmendî û rêxistinbûyî bûye û got ku kurê wê wê demê li Tetwanê ji ber mirina 3 PKK'yiyan gelekî bandor bûye û tevlî PKK'ê bûye. Nûriye Tûranê diyar kir ku cenazeyê kurê wê yê jiyana xwe ji dest dae bi rojan nehatiye definkirin û li cihê ku lê hatiye gulebarankirin hatiye ragirtin û got: "Cerdevanan cenazeyên wan îmha kirin, tevî ku mirî bûn jî cenazeyên wan gulebaran kiribûn. Paşê em ji bo wergirtina cenaze çûn gund. Pir tahde kirin, lê me cenazeyê xwe wergirt û me ew li gudn defin kir." 
 
'MIN LI BIN KEVIRAN MÊZE DIKIR LÊ TUNE BÛ'
 
Nûriye Tûranê diyar kir ku piştî definkirinê xwestine cenazeyê kurê xwe derxin derve û diyar kir ku piştre cenazeyê kurê wê li Goristana Garzanê defin kirine û wiha got: "Piştî cenaze li Garzanê defin kirin, careke din tu hizûr nedan. Em 2-3 caran çûn şehîtgehê. Paşê dewlet bi ekmçeyan ket wir û xera kir. Lê cara ewil PKK'Ê destûr neda wir. Paşê dîsa hewl dan xeara bikin û goristanê serobino kirin. Li wir tenê ne cenazeyê me, cenazeyê 267 kesan hebû. Cenaze revandin û birin. Min bawer nekir, ez çûm şehîdgehê, lê tişta min dît şehîdgeh serobino kirine. Kêlikek jî saxlem nehiltibûn. Heya nehatibû qedexekirin jî ez diçûm wir, mind igot hestiyên kurê min li wir in. Min li bin keviran mêze dikir, lê min nedidît."
 
DOZGER: TU YÊ ÇI BIKÎ JI KOMEKE HESTÎ?
 
Nûriye Tûranê diyar kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigire serî li dozgeriyê daye û wiha got: "Dozgerî pirsî 'Tu bawer dikî ku kurê te li wir e?' Mn jî got, 'Belê bawer dikim.' Dozgerî got wan cenaze hemû birine Kilyosê. Min çar pênc caran daxwazname da, ez çûm dozgeriyê. Ne tenê ez, ji Bedlîsê, Tetwanê û Xîzanê gelek malbat hebûn. Me tu carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo wergirtina cenaze berneda, heya me wergirt me li ber xwe da. Me bi dozgeriyêr e gelek caran hevdîtin kir. Dozgerî her carê digot 'tu yê çi bikî ji komeke hestî?' Min hêz ji hestiyên kurê xwe digirtin û ez diçûn. Min ji dozger re got; 'Hestiyên kurê min dikevin xewna min û dibêje min ji vir bigire.' Em hêza xwe û baweriya xwe ji vir digirin." 
 
Nûreye Tûranê destnîşan kir ku gelê kurd bi sedan sal e tevî hemû êş û azaran jî li ber xwe dide û têdikoşe û got ku dê ji niha û pêve jî têkoşîna me bidome. 
 
MA / Rûken Polat / Mazlum Engîndenîz
 

Sernavên din

05/08/2025
16:06 Wesayîta karkerên demsalî qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:05 Li Mugla û Aydinê şewat derket
16:00 Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê
15:38 Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc didome
15:37 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê di pêvajoyên biryardayînê de rêveberiyên xwecihî jî hebin
14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir