Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir

  • rojane
  • 12:36 16 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  Rêveberiya Xweser a Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê beyannameyeke ji 10 xalan pêk tê eşkere kir. 

Rêveberiya Xweser a Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê beyannameyeke ji 10 xalan pêk tê eşkere kir. Beyanname, li pêşiya avahiya xwe ya li Reqayê eşkere kir. Beyanname li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê ji aliyê Hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û Hisên Osman ve bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin.
 
Beyanname wiha ye: 
 
“Bi ketina rejîma Baas a despotîk re, Sûriye derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi armanca ku em bikarin bi serketî derbasî pêvajoya derbasbûnê bibin, divê em hevgirtî bin. Divê em ji bo xêzkirina nexşerêyeke hevbeş bibin yek û bi hev re kar bikin. Divê siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku Sûriye wêran kiriye, bi dawî bibe. Divê hemû hêzên siyasî di pêvajoya derbasbûnê de cihê xwe di avakirina Sûriyeya nû de bigirin. Li ser vê yekê em bang li hemû aliyên sûriyeyî dikin ku nêzîkatiyên xwe yên li beramberî hev, di ber çavan re derbas bikin û berjewendiyên nîştimanî yên hevpar di ser her tiştî re bigirin.
 
Li ser vê bingehê, em dibînin ku tevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya siyasî ya li Şamê de dê li gorî berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan be. Ev tevkarî dê bibe destek ku em bi serketî ji vê pêvajoya zehmet derkevin.
 
Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em berpirsyariyên xwe li hember gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê, dizanin. Ji bo bicihanîna erkên li hember gelê me, em ji bo avakirina Sûriyeya nû beyannameya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî pêşkêş dikin.
 
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rola erênî ya dewletên Ereban, dostên ku piştgiriyê didin tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê erênî dinirxînin. Divê ev piştevanî ji bo avakirina Sûriyeya nû dewam bike da ku mafên hemû pêkhateyan li gorî bingehên demokratîk mîsoger bike da ku zemîneke guncaw a destpêkirina diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ya giştî ku her kes tê de beşdar bibe, peyda bike.
 
Ji bo avêtina van gavan ku em wek çarenûsî di vê pêvajoyê de dibînin, em bang li tevahî hêzên Sûriyeyê dikin ku bi hev re li ser van xalan kar bikin;
 
* Parastina yekitî û serdestiya xaka Sûriyeyê û parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.
 
* Divê li seranserî xaka Sûriyeyê çalakiyên leşkerî werin rawestandin û diyaloga nîştimanî ya giştî ya avakirinê dest pê bike.
 
*  Helwesta hezkirinê bigirin û ji xîtaba nefret û xiyanetê ya di navbera sûriyeyan de dûr bikevin. Sûriye bi hemû pêkhate û rengên xwe dewlemend e, divê ev pirrengî û dewlemendî li ser esasê demokrasiya adilane were parastin.
 
* Ji bo yekkirina nêrînan der barê pêvajoya derbasbûnê de divê civîneke awarte bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên sûriyeyî li Şamê were lidarxistin.
 
* Divê beşdariya jinan di pêvajoya siyasî çalak be.
 
* Serwet û çavkaniyên aborî milkê tevahî gelê Sûriyeyê ne, divê bi awayekî adilane li tevahî herêmên Sûriyeyê were belavkirin.
 
* Divê garantiya vegera niştecihên resen û koçberên ku bi darê zorê koçber bûne, were dayîn. Divê mîrasa wan a çandî were parastin û siyasetên guhertina demografiyê werin bidawîkirin.
 
* Li gel geşedanên li Sûriyeyê rû didin, em teqez dikin ku em ê şerê li dijî terorê bidomînin da ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst venegere. Ev yek jî dê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî be.
 
* Divê dagirkerî bi dawî bibe, biryara diyarkirina siberoja xwe di destê gelê Sûriyeyê de be. Divê rêbeza cîrantiya baş were pêkanîn.
 
* Em rola avakar a dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û tevahî hêzên navneteweyî yên çalak ên li Sûriyeyê pêşwazî dikin. Em bang li wan dikin ku roleke erênî û aktîf di pêşkêşkirina şêwiran, piştevaniya gelê Sûriyeyê, nêzîkirina nêrînên pêkhateyan de pêk bînin. Divê ev rol ji bo parastina ewlehî û rêgirtina li ber destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê de be.”
 

Sernavên din

01/08/2025
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin