Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye

  • rojane
  • 10:13 16 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - Welatiyên beşdarî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê bûn, wiha gotin: “Rojava, rûmeta mirovahiyê ye û em xwedî li Rojava derkevin.” 

Li dijî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya DEM Partî, DBP û TJA’yê di 13’ê Kanûnê de li ser sînorê Qamişlo-Nisêbîn a Mêrdînê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Nobet, di roja 4’an de didome. Welatiyên tev li çalakiyê bûn, xwestin ku êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên sekinandin. 
 
'EM DIXWAZIN AZAD BIJÎN’
 
Ji welatiyan Ramazan Tugrul anî ziman ku divê êriş bên sekinandin û wiha got: “Mîna hemû gelan, divê Kurd jî xwedî mafên gerdûnî bin. Me çavên xwe li vê xakê vekirin û dê li vê xakê bigirin. Êdî bes e. Banga me ji bo hemû welatên cîhanê ye; êdî bila ev xwîn bisekine û dawî li vê barbariyê bînin. Kurd, dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn. Çavên me li destkeftiyên tu gelan nîne. Tenê dixwazin weke mirovan bijîn.” 
 
Dayika Aştiyê Sidika Erdem a ji Şirnexê beşdarî çalakiyê bûye jî ev tişt anî ziman: “Em ji bo piştevaniya bi gelê Rojava re hatin vê erê. Bi sala ye DAIŞ û piştevanên wan bi hovane êrişî Rojava dikin. Ên li wî alî jî zarokên me, dayikên me û gelên me ne. Li pêş çavên dinyayê tên qetilkirin. Wan destên xwe yên qirêjî li ser me bikişînin. Ev dinya bi têrî me tevan dike. Em jî li vê dinyayê dijîn divê êdî vê fêm bikin.” 
 
'GEF LI SER ROJAVA HEYE’
 
Ji Dayikên Aştiyê Hatîce Durmuş jî ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatiye cihê nobetê û li dijî êrişan banga piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kir. Hatîce Durmuş, wiha domand: “Her kes dikare ji bo piştevaniyê were vê derê. Em dixwazin tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Em dixwazin rûnin ser maseyê û vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Em naxwazin ne gerîla ne jî sivîl, leşker û polîs bimirin. Di her mirinê de zirar digihije dayikan.”
 
Haşîm Dolek jî got ku bi êrişan re tê xwestin ku pêkvejiyana li Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê were tunekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serkêşiya van polîtîkayên qirêjî jî AKP-MHP dikin. Gelê me yê li wir destê aştiyê dirêj dike û pergaleke li ser bingeha pêkvejiyanê ava dike. Lê destûrê nadin. Li Minbicê agirbestek hate kirin lê çeteyên paramîlîter ên weke SMO û hwd. binpê dikin. Tevahiya Rojava di bin xetereyê de ye. Em naxwazin heman rewşa 2014-2015’an a li Kobanê bijîn. Lê heke rewşekî wisa çêbibe jî em ê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
Dolek, banga “Bi ruhê seferberiyê em xwedî li Rojava derkevin” li her kesî kir û axaftina xwe wiha qedand: “Rojava, rûmeta me ye. Rojava ne tenê rûmeta gelê kurd lê rûmeta hemû mirovahiyê ye. Rojava, gula lotusê ya hemû mirovahiyê ye. Bêguman em ê ji têkoşînê paşvegav neavêjin. Qamişlo, Nisêbîn e. Kobanê, Pirsûs e. Em dixwazin polîtîkayên qirêjî yên li dijî gelê me yê Rojava bên bidawîkirin. Em dixwazin ev êrişên dermirovî bên bidawîkirin. Bila van polîtîkayên qirêjî bi dawî bikin û destê aştiyê dirêj bikin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal 
 

Sernavên din

20/12/2024
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê