Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî tayînkirina qeyûman rexne li îktîdara AKP-MHP’ê kir û wiha got: “Hewza vala nîşanî me didin û dibêjin 'li vir soberiyê bikin.’ Di hewza vala de soberî nayê kirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna koma Meclisê ya partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINAN DA
 
Bakirhan, bertek nîşanî qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” da û got ku jinan berteka pêwîst nîşan daye. Bakirhan, wiha got: “Têkoşîna jinan a ji bo jiyaneke bêtundî, bêkedxwarî û ji bo jiyaneke azad, di heman demê de têkoşîna partiya me ye. Em careke din bi hev re dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.'” 
 
Bi domdarî Bakirhan bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedar, rojnameger û nivîskaran da û xwest ku tavilê bên berdan. 
 
'BI ALÇAXÎ ÎRADEYA DÊRSIMIYAN XESP KIRIN’ 
 
Di berdewamê de Bakirhan anî ziman ku ji sala 2015’an heta niha li Tirkiyeyê bênavber derbe tê kirin û wiha pê de çû: “Ev derbeye ne mîna derbeyên berê ye. Bi tank, tifingan nayê kirin. Vê zîhniyeta derbeker bi tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Dêrsim û Pulurê re careke din xwe anî bîra me. Ji ewil cibeyê dadger kete dewrê û piştre jî bi teblîxatekê re bi alçaxî îradeya xelkê Dêrsimê xesp kirin. Begefendî (walî), dixwaze bi lez û bez îradeya xelkê Dêrsimê xesp bike. Dixwaze tavilê nelirêtiyan bike. Dê du mûçeyan bigire, meclisa şaredariyê fesh bike, çavkaniyên şaredariyê pêşkeşî şîrketên nêzî xwe bike û rantê bixwin. Di nava keyfxweşiya vê de ye. Ji dadgehê re nivîsê dinivîse û jê re dibêje tavilê biryarê bide. 
 
DÊRSIMÊ BI HEZARAN KESÊN MÎNA TE DÎT 
 
Qeyûm, ev der Dêrsim e, bi sedan, bi hezaran kesên mîna te dît. Tevî ewqas polîtîkayên zilm û zordariyê jî dev jê berneda. Ma dê bi te re dev jê berde? Dibêje qey dê Dêrsim li gorî fermanên wî û wan xespkaran tevbigere. Hûn ê gelek li benda vê bin. Dêrsim tu caran dev ji îradeya xwe bernade... Doza me Rêya Heq e û em dev ji vê dozê berndin. Derdikevin dibêjin Tirkiyeyeke bêteror. Ya ku jê re dibêjin ‘teror’ ew e ku li şûna hevşaredarên hatine hilbijartin qeyûm bên tayînkirin. Terora esasî qeyûm in. Feraset û zîhniyeta we ya qeyûmperest e. Tayînkirina qeyûm a li îradeya gel teror e. 
 
KURDAN ESAS BIGIRIN
 
Sînor diguherin, îktîdar diguherin, zîhniyet û rejîm diguherin. Lê di tevahiya dîrokê de tiştek heye ku qet neguheriye; li Rojhilata Navîn heta kurd esas neyên girtin guherîn nabe. Di serdana Alparslan de jî wisa bû, di serdana Mûstafa Kemal de jî wisa bû. Tu hesabên jeopolîtîk û îktîdarên kurdan esas nagirin, nikarin li Rojhilata Navîn bi ser kevin. Yên esas digirin jî meşa xwe didomînin. Lewma em bang li îktîdarê dikin ku kurdan esas bigirin. 
 
Bahçelî, Erdogan û Hakan Fîdan tên û diçin dibêjin ‘gef li ser erdnîgariya me heye.’ Ê baş e wisa bifikire ku ge li ser hene. Dê çawa vê gefê ji holê rakî? Ma dê bi tunehesibandina pirsgirêka kurd û destkeftiyên kurdan wisa bikî? Bi xwarina gefan a li kurdan dê bikî? Bi tu awayî bersiva van pirsan nadin. Tenê gotinên xwe dizivirînin. Bi tu awayî bersivan nadin rojevên esasî. Di demeke Rojhilata Navîn dikele de mixabin ev îktîdar hundirê welêt jî dikelîne. 
 
DI HEWZA VALA DE SOBERÎ NABE
 
Di rewşa heyî de tişta jê re dibêjin eniya hundir çi ye; qeyûm e. Li gorî tiştên niha diqewimin dibêjim; tişta jê re dibêjin eniya hundir dijminatiya li aştiyê û tesfiyekirina siyaseta demokratîk. Bi girtina hevşaredaran hûn nikarin eniya hundir ava bikin. Hewzeke vala nîşanî me didin û dibêjin ‘soberiyê bikin.’ Di hewza vala de soberî nayên kirin. 
 
TECRÎDÊ RAKIN 
 
Dibêjin; ‘Bi gotinên birêz Ocalan nakin, DEM Partî ne li gel çareseriyê ye.’ Ma dereweke wiha dibe? Ma êdî kî nizane bê ka DEM Partî li ku disekine. Di hizûra 85 milyon kesan de em ji we dipirsin; Ocalan çi got û çi xwest? Em bi vê nizanin, gelo hûn dizanin? Wê demê em ê çawa bizanin ka li birêz Ocalan hatiye guhdarîkirin an na. Dibêjin ka ji ewil tecrîdê rakin bê ka çi dibêje. Tecrîd heye, dê ji bo 6 mehên din biryara qedexeya hevdîtinê bidin û piştre jî rabî bibêjî li Ocalan guhdarî nakin. 
 
Em nizanin ka Ocalan çi gotiye. Ka tecrîdê rakin em bibînin bê çi dibêje. Wê demê dê diyar bibe ka lê tê guhdarîkirin an na. Êdî dev ji van polîtîkayên derexlaqî berdin. 
 
DÊ SERLÊDANÊ BIKIN 
 
Îro jî di koma MHP’ê de li ser hate axaftin. Lê piştrast bin ku me amadekariyên xwe kiribûn. Wisa xuya dike ku aqilê ji bo çareseriyê carnan mîna hev dixebite. Em ê tevî hevseroka xwe Tulay Hatîmogûllari îro ji bo çûna Îmraliyê, hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê bidin. Heke jidil bin dê astengiyên li pêşiya serlêdanê rakin. Ne tenê em, divê hemû kesên aştîxwaz, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û nûnerên saziyên demokratîk biçin serdana Îmraliyê.”
 
 

Sernavên din

15/07/2025
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye