ŞIRNEX - Ciwanan li Cizîrê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistin. Ciwanên ku li taxan agir vêxistin, qeyûm protesto kirin.
Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîr a Şirnexê ciwan daketin kolanan û bi vêxistina agir tayînkirina qeyûman protesto kirin. Ciwanan li dijî qeyûm û îktîdarê dirûşm berz kirin. Polîsan êrişî ciwanan kirin û ciwanan jî bi keviran bersiv dan. Çalakiya ciwanan heta nîvşevê domiya.