NAVENDA NÛÇEYAN - 256’emîn hejmara rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî qirkirin, talankirin û diziyê LI BER XWE BIDIN” derket.
Hejmara 256’emîn a Rojnameya Xwebûnê derket. Rojnameyê, di hejmara vê hefteyê cih da feraseta qeyûman û çalakî û berxwedana gel a li dijî qeyûman. Rojnameyê destnîşan kir ku dewletê di 8 salan de 3 caran qeyûm tayînî ser 147 şaredariyan kir. Lê gel bi dîsa li vîna xwe xwedî derket û dîsa şaredarî ji destê qeyûman derxistin.
Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Meşa azadiya Serok Apo dest pê dike” bal kişand ser meşa mezin a Kolnê ku di 16’ê mijdarê de bê lidarxistin.
Rojnameyê di bin manşetê de jî bi sernavê “Helwesta rizgarkirina jiyana jinan” cih da nivîsa nivîskar Adar Gulan a rûpela Jinê.