16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike

  • rojane
  • 09:03 27 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Îbrahîm Êzidî diyar kir ku dewleta tirk 16 caran êriş biriye ser Şengalê û got: "Hêzên navneteweyî ku xwe wekî parêzvaniya mafên mirovan dibîne, li ber van sûcên şer bêdeng dibîne. Dewleta tirk li Şengalê û li Rojava jî sûcên şer dike." 

Dewleta tirk piştî çalakiya li dijî navenda TUSAŞ’ê ya li navçeya Kahramankazan a Enqereyê, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Federal a Kurdistanê, Şengalê kir. Di êrişên bi SÎHA, topan û balafirên şer de nanpêj, nexweşxane, binesazî bûn armanc. Dewleta tirk li Şengalê bi balafirên şer û SÎHA’yan 16 caran êrişî herêman kir. Di êrişan de Navenda Şengalê, Çil Mêra û Amûd, Sikêniyê, Girê Şehîd Sîpan, Taxa Hey Nasirê, Sîba Şêx Xidir, Xeta Ereban û Geliyê Şiloyê hate bombabarankirin. Di êrişan de 6 endamên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan û 4 şervan jî birîndar bûn. Her wiha dayikek û zarokê wê jî di êrişan de birîndar bûn. 
 
Rojnamevan Îbrahîm Êzidî yê li Şengalê rojnamevaniyê dike têkildarî êrişên li ser Şengalê ji ajansa me re axivî. 
 
'DI SALVEGERA PÊNGAVÊ DE ÊRIŞ HATIN KIRIN' 
 
Êzidî diyar kir ku êriş di salvegera pêngava hemleya "Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî" nerasthatinek bû û got ku dewleta tirk êrişên xwe derbasî qonaxeke nû kir û wiha got: "Li Şengalê di 22'ê Cotmehê de civaka Êzidî û Ereb di bin siwana Rêveberiya Xweser de cihê xwe digrin, bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew derbasî sala duyemîn a pêngava 'Ji rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re xweserî' dibin û biryara bilndkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Ocalan û Şengaleke azad dan. Di nava sala derbas bûyî de di çarçoveya vê pêngavê de gelek xebatên girîng ji bo xweseriya Şengalê hatin meşandin û pergala neteweya demorkatîk êdî ji Şengalê xwe berda deşta Mûsil û  heya Bexdayê. Ji bo ku ev pergal bê rûniştandin û li tevahiya Iraqê belav bibe hewledanên cidî hatin kirin. Kasayet, çalakvan û siyasetmedarên Iraqê bi erênî pêşwaziya vê pergalê kirin."
 
'IRAQ LI DIJÎ ÊRIŞAN BÊDENG E'
 
Êzidî anî ziman ku yek herêmên ku dewleta tirk ji xwe re weke xetere dibine jî Şengal e û got ku li dijî êrişan bêdengiya Iraqê nayê qebûlkirin û wiha domand: "Di salvegera vê pêngavê de dewleta  tirk ji bo rê li ber têkoşîna ji bo Şengala xweser û azad bigire û taybet kesên ji koçberiyê vegeriyan e ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser dûr bixin dest bi êrişan kir. Êrişên dewleta tirk ne tenê bi balefiran bi provakasyonan û şerê taybet li ser civaka Şengalê dewam dikin. Lê 24 û 25'ê Cotmehê ev êrişên bi balafiran derbasî qonaxekî nû bûn. Tirkiyê û hevalbendên wê pêşketinên Rêveberiya Xweser a Şengalê di aliyê rêxistinî, leşkerî de ji  xwe re weke xeternak dibînin. Ji ber ku dibe cara yekemîn be ku di nava sîstema Iraqê de civakek ji derveyî hebûna hêz û îdareyên dewletê xwe diparêze û birêve dibe. Dema gel xwe bi rê ve bibe tu hewcedariya wan bi dewletê namîne û bi îradeya xwe, xwe bi rê ve dibin û diparêzin. Bi vê pergalê êdî gel ji bin serweriya pergala dewletan derdikeve. Ji bo ku ev sîstema li Şengalê li tevahiya Iraqê bela nebe, Iraq xwe li dijî êrişên dewleta tirk bêdeng dike."
 
'SUCÊ ŞER DIKE'
 
Êzidî bi lêv kir ku dewleta tirk bi van êrişan "sûcên şer dike" û wiha axivî: "Dixwazin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê  hilweş e. Dixwazin ku rêveberiya civaka êzidî xwe radestî qanûnên ku beriya fermanê li ser civakê didan meşandin bikin û carekî din van qanûnan bikin meriyetê. Bi awayekî li gorî berjewendiyên xwe, nasnameya çandî û dîrokî ya êzidiyan ji holê rakin û hêza leşkerî ya ku Şengal û gelê Şengalê diparêze ji hev bixin û her tim êzidiyan di nava êrişan de bihêlin. Em dijminê tirk sûcdar nakin, lê em hêzên navneteweyî ku xwe wekî parêzvanê mafên mirovan dibîne, sûcdar dikin, ji ber ku dewleta tirk ne tenê li Şengalê li ser Rojava jî sûcên şer  û sûcên dijî pîvanên mirovahiyê dike. Bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya hevkariya wan di plan û kiryaran de ye. Hikumeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe nîşan didin ku ew piştgiriya plan û êrişên li ser Şengalê dikin." 
 
'CIVAKA ÊZIDÎ Û EREB XWEDÎ HELWEST IN'
 
Êzidî da zanîn ku PDK xaka Herêma Kurdistanê firotiye Tirkiyeyê û dixwaze li Şengalê jî heman tiştî bike û got: "Başûrê Kurdistanê taybet PDK'ê ku gelek ji axa Başûr radestî dewleta Tirk ya dagirker kiriya, dixwaze heman tiştî li Şengalê jî bike, ji ber wê bi hemû hêza xwe di aliyê îstixbaratî de  bi dewleta tirk re kar dike û hevkarê wan e. Ev yek beriya niha gelek caran bi belgeyan bi raya giştî re hatiya parvekirin. Lê li hemberî van êrişan civak êzidî û ereb xwedî helwest in û di meş û çalakiyên de peyamên zelal didin û dibêjin wê tu hêz nikaribe pêşiya têkoşîna Şengala xweser bigire." 
 
 
 
 

Sernavên din

15/06/2025
10:24 Welîd Çolî: Şerê Îsraîl-Îranê şerê serdestiyê ye
10:23 Trump gef xwar: Heke Îran êriş bike em ê tevahiya hêza xwe ya leşkerî bi kar bînin
10:00 Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin