Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê

  • rojane
  • 13:52 19 Cotmeh 2024
  • |
NAVENDA NUÇEYAN - Di çalakiya Xizmên Windayan û ÎHD'ê de hat xwestin ku hikûmeta ku aştî û çareseiyê dixwaze divê berî her tiştî cînayetên kujer nediyar ên salên 1990'î ronî bikin û kujeran derxe holê û bidarizîne. 
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya "Bila windabên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 819’an de berdewam kirin. Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu li hev kom bûn û daxuyanî dan. Ewil wêneyên windayan rakirin û pankarta mezin ku wêneyên windayan li ser heyî li erdê raxistin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê cînayetên salên 1990’î bên ronîkirin û wiha got: "Di doza darizandina kujer nediyaran de Mehmet Agar jî di navde gelek kesên ji doza JÎTEM'ê dihatin darizandin tevan beraet kir. Lê bi vî rengî çareserî pêk nayê. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
LI PEŞ ÇAVEMIN BIRIN 
 
Hevjîna Fehmi Tosun Hanim Tosun jî axivî û wiha got: "Her kes çîroka windayan zane. Fehmî li pêş çavê min bin çav kirin. Li Stenbolê li pêş malê birin. Ew ne windayên faîl nediyar in. Faîl diyar. Em ê li her kolanê dest têxin qirika dewletê û bi qirika dewletê ve bizeliqin. Min 29 salan li qada Galatasarayê bang kir. Ez li vir jî bang dikim. Bila faîl bên darizandin." 
 
Tosun pirsa "Çi hat serê hevjînê min?" kir û wiha berdewam kir: "Hevjînê min tu sûc nekir ku bê darizandin. Wî înfaza bêdaraz heq nekir. Çima ez û 5 zarokên êtîm tenê hiştin. Li pêş çavê min hevjînê min birin. Ez baş dizanim ku bi Torosên spî çawa mirovan direvînin. Eger dewlet demokrasî û çareseriyê dixwaze divê berî her tiştî faîlan ronî bike. Kujeran darizîne. Divê dewlet li qada Galatasarayê û Parka Koşuyolu binere. Ez li dijî neheqiyê li qadan im. Heta ez mafê xwe bistînim ezê li qadan têbikoşim." 
 
ÇîROKA FEHMî TOSUN 
 
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê parêzer Berfin Elçî serpêhatiya windakirina Fehmî Tosun ê li navçeya Avcilara Stenbolê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin xwend û wiha got: "Dema 35  salî û bavê 5 zarokan bû hat windakirin. Fehmi Tosun, li gundê Licokê ya Lîceyê dijiya. Li gundê wan zext û tundî hembû. Mahlbata Tosun di bin zext û tundiyê de bedelên giran dan. Dewletê şert û mercên jiyanê li gund ji malbata Tosun re nehişt. Fehmi Tosun li gel malbata xwe û gundiyê xwe Huseyîn Aydemîr ji neçarî koçî navçeya Avcilar a Stenbolê kirin. Di 19'ê  cotmeha 1995'an de li mala xwe ya navçeya Avcılara Stenbolê taştê xwar û ji malê  derket. Dema ji malê derket. Fehmi Tosun di  saetên êvarî de li gel 3 kesên sivîl û bi çek vegeriya malê. Bi texsiya Torosê ya plakeya wê 34 UD 597 hat pêş malê. Dema hevjîna xwe li ber derî dît got 'Dê min bikujin' Lê wan kesên bi çek Fehmî dîsa bi zorê xistnin maşînê û bi zorê ew dîsa birin. 
 
Piştî bûyerê hevjîna Fehmî Hanim Tosun çû qereqolê. Plakeya texsiya ku Fehmî revand da fermandarê qereqolê. Lê polîsên ku plake girtin, bi telefonê li radeyaran geriyan û piştre gotin 'Tiştekî em bikin tune ye' Hanim Tosun  piştre serî li Şaxa ÎHD'ê û hemû rayedaran da. Lê tu encam bi dest nexist. Rayedaran qebûl nekirin ku Fehmi Tosun binçav kirine. 
 
Malbatê piştî serî li hemû rêyên zagonî dan û encaüm negirtin, doz birin DMME'ê. Doz di sala 2003'an de li DMME'yê bi encam bû. Lê dewlet û kujer nehatin darizandin û encamek erênî derneket. 29 salin Fehmî Tosun hatiye windakirin. Em dixwazin dewlet bi lez der barê kujerên Fehmi Tosun de lêpirsînek ku encam digire bide despêkirin û kujeran ronî bike. Em ê dest ji lêgerîna edaletê û lêpirsînê bernedin. Em ê heta dawî têbikoşin." 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 655’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Parêzvanên mafên mirovan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Ji rêveberê şaxa ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn daxuyanî da û diyar kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin û got: “Em ji bo li aqûbeta windayên xwe hîn bibin, em li edaletê digerin. Em dixwazin windayên me bên dîtin û faîl bên darizandin û girtin.” 
 
SERPÊHATIYA ÎNSEL 
 
Gegîn serpêhatiya Şêxmûs Însel ê li navçeya Misirca Sêrtê 25’ê îlonê 1999’an hatiye revandin û carek din xeber jê nehatiye girtin vegot. Birayê Însel, Mehmet Şah Însel jî wiha qala serpêhatiyê windakirinê kir: "Birayê min dema li Lîseya Fatîha Êlihê, dixwend di nava rêxistina Hîzbullahê de bû. 2 sal beriya bê windakirin, têkiliya xwe bi rêxistinê re qut kiribû û perwerdehiya ji derve de dixwend û bi dersên xwe re eleqedar dibû. Wê çaxê me wî zewicand. Di vê navberê de em bi hev re çûn Midûriyeta Nifûsê ya Misircê ku karûbarên mehra wî çêkin. Li nifûsê ji birayê min re gotin ku cendirme li te digerin. Em bi hev re çûn qereqola cendirmeyan. Ji me re gotin heta ku faks ji Midûriyeta Polîsan a Êlihê tê bisekinin. Piştî em li wir demek dirêj sekinîn, faks hat. Birayê min sewqî Dozgeriya Komarê ya Misircê kirin. Dozgeriyê birayê min berda. Piştî vê bûyerê hefteyek şûnve, di 25’ê îlona 1999’an de du kesên nasnameya wan ne diyar birayê min revandin û birin. Jê re gotine, ‘cemaeta misilman gazî te dike’ û wî birin e. Ji roja hatiye windakirin heta roja me ya îro em xeberek jê nagirin.” 
 
Piştî xwendina serpêhatiyê ji bo Însel û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
COLEMÊRG/GEVER
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 145’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Fahrettîn Şedal ê di 24’ê adara 2008’an de li navçeya Geverê di encama gule berdana polîsan jiyana xwe ji dest da hate pirsîn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Navçeyê Mûsa Bor çîroka bavê 6 zarokan Fahrettîn Şedal vegot. 
 
Çalakî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

04/06/2025
10:19 Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan
09:53 Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e
09:39 Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger: Divê sosyalîst di pêvajoyê de perpirsiyariyê tevbigerin
09:22 Lêpirsîna ÎBB'ê: Şaredar jî di nav de 22 kes hatin girtin
09:07 Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye
09:06 Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
09:05 Halîde Turkoglû: Bila hemû jin di ronesansa Rojilata Navîn de cih bigrin
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
07:40 Li Helebê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
07:39 Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin
03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e
10:27 Jinên Kurd li 4 parçeyên welêt ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin
09:58 ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû
09:20 Di meha Gulanê de li Îranê 152 kes hatin darvekirin
09:13 Li Marmarîsê erdhej: Kesek mir
09:07 Bîra Dêrsimê hedef tê girtin
09:05 Juliana Gozen: Divê em bibin kirdeyên pêvajoyê
09:04 Li ODTU'yê Koma Lêkolînên Kurdî hat avakirin
09:02 'Pêkanîna mafê hêviyê berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ye'
09:01 Li dijî 'qanûna qetlîamê' li ber xwe didin: Bila vekişin
09:01 Di êrîşa kîmyewî de keça xwe winda kir: Êş bi aştiyeke mayînde derbas dibin
09:00 'Divê destûra bingehîn a nû rengê jinê nîşan bide'
09:00 Hevjîna dadgêr bi yek tikandinê ve dora 8 mîlyon pere winda kir
09:00 Dîmenên nû li ser talana daran a li Gabarê: Bi sedan ton dar hatine jêkirin
09:00 ROJEVA 03'E HEZÎRANA 2025'AN
02/06/2025
16:50 Ciwanên ku pêşengên şoreşger bi bîr anîn hatin berdan
16:49 Prf. Alex Callinicos piştgirî da banga Ocalan
16:49 Mîhrîcana Boreka Kurd dê di 9'ê Hezîranê de were lidarxistin
14:48 10'emîn Pakêta Darazê dê sibê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin
14:38 Xwestin hevşaredarên ku ji peywîrê hatin dûrxistin bên berdan
13:35 Rojnameger Elîf Akgul tehliye bû
13:35 Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 10 jin hatin qetilkirin
13:10 Partiya Şoreşger a Yekbûyî : Em li cem gelê Kurd cih digirn
11:51 Serokkomarê nû yê Polonyayê bû Newrockî yê mihafezekar
11:50 Tedawiya Zeynep Celaliyan tê astengkirin
11:48 Piştî hevdîtinê daxuyanî: Dê li meclîsê komîsyon bê avakirin
11:45 Muhsîn Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar
11:29 Li Kolorado êrîşa molotofkokteylan: 8 birîndar
11:27 Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê di bin êrîşan de destpê dikin
10:56 Li Wanê coşa Lîga 1’emîn
10:55 Kûrtûlmûş DEM Partî ziyaret kir
10:53 'Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê divê em bibin yek'
10:10 ‘Di wextê derasayî de betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e’
09:58 'Divê em hemû bi hev re aştiyeke adil û wekhev pêk bînin'
09:00 Qedexe ye lê ew hem cerdevan in, hem jî keya ne
09:00 Dr. Îsmet Konak: Şerê Rûsya û Ûkraynayê veguheriye girêka Gordîon
09:00 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
01/06/2025
16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin
16:07 Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Şandeya Koma Çep a PE’yê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
15:16 Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
13:46 ‘Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê çênebin em ê bixebitin’
13:27 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 26 kes hatin qetilkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Bi gotinê sifir nabe zêr
11:46 Wezarata Dadê: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
11:20 Jinên tev li meşa li Amedê bûn: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
11:01 ‘Gava ewil a avadaniya jinê ya enternasyonal bi NADA’yê hate avêtin’
10:31 Xizmetên di 45 salan de li Curnê Reş nehatine kirin di salekê de hatin kirin
09:53 Eren Keskin: 10’emîn Pakêta Darazê ji bo çareseriyê hêvî nade
09:44 Xebatkarê şaredariyê ji ber tacîza li dijî zarok hate girtin
09:35 AKP’ê nekarî dervehiştina ‘muebbeta girankirî’ biparêze
09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir