Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin

  • rojane
  • 09:06 8 Cotmeh 2024
  • |

WAN - Bavê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 12 roj in winda ye Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku têkildarî keça wî tu agahiyên nû nînin û xwest ku li gundên derdorê, navçeyan lêgerîn bên destpêkirin û qeydên kamerayan bên kontrolkirin. 

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş (21) ku Beşa Pêşxistina Zarokan dixwend, ji 27’ê îlonê ve winda ye. Kabaiş a ku li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê dima, di 27’ê îlonê de piştî li wargehê şîvê dixwe derdikeve û careke din venagere. Ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve li ser qeraxa kampusê ya Behra Wanê telefon, berhguhk, av û keka Kabaîşê hatin dîtin û xwendekaran tiştên Kabaîşê teslîmê wargeha ku lê dimîne, kirin. Li ser vê yekê ji bo Kabaîşê di 28’ê îlonê de xebatên lêgerînê hatin destpêkirin, lê heta niha ti agahiyên şênber nehatin bidestxistin.
 
ROJÎN BI KEYF HATE WANÊ
 
Bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş ku di 25’ê îlonê de wî bi xwe Rojîn aniye Wanê, destnîşan kir ku Kabaîş bi keyf hatiye Wanê û got ku ji zanîngeha xwe û beşa xwe jî razî bû. Kabaîş, diyar kir ku di 26’ê îlonê de jî ew bi keça xwe re axiviyê û jê re gotiye Wan xweş e û ti pirsgirêk nîne. Kabaîş, da zanîn ku ti neyarên wan ên malbatê jî nînin ku zirarê bidin keça wan û wiha got: “Piştî min Rojîn li Wanê bi cih kir, ez vegeriyam Amedê û ji wir jî derbasî Êlihê ku li wir dixebitim, bûm. Şeva winda bû min pê re xeber neda, dayika wê pê re xeber dabû û jê re gotibû dê ji marketê çend tiştan bikire û vegere wargehê.”
 
ÎXTÎMALA KETINA AVÊ XUYA NAKE
 
Kabaîş, anî ziman ku Rojîn piştî li wargehê şîvê dixwe derdikeve û tê li ser qeraxa kampusê û diyar kir ku hemû xwendekar tên li vir. Kabaîş, destnîşan kir ku qerax kûr nîne û îxtîmala wê ya ketina avê xuya nake. Kabaîş, bi lêv kir ku hêviya wan ew e ku ji behrê ti agahiyên nexweş neyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bang li hemû gelê me dikim ku heke li cihekê bibînin agahiyê bidin me. Êşa me pir mezin e, em hêvî dikin ku dijî.”
 
‘EZ DIXWAZIM ÎDÎAYA WESAYITA SPÎ BÊ LÊKOLÎNKIRIN’
 
Kabaîş bal kişand ser xebatên lêgerînê û anî ziman ku heta niha ti agahî ji Rojînê nehatine bidestxistin. Kabaîş, diyar kir ku ji bilî wan tiştên wê yên li ser qeraxê hatine dîtin, ti şopên şênber nehatine dîtin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di qeydên kamerayan de jî xuya dike ku çaxê tê qeraxê demekê li ser kûrsiyekê rûdine û dû re diçe ber behrê û ji dîtina kamerayê derdikeve. Nasname, qert, pere hwd. hemû li wargehê hiştine, telefona wê jî li ser qeraxê hat dîtin. Her wiha îdîayek jî heye. Li gor gotina jineke ji gundê Bardakçi ku li kêleka zanîngehê ye, di 27’ê îlonê derdora saet 19.00’an de wesayitek sipî bi lez û bez bi ber deriyê wan re derbas bûye. Saeta ku jin dibêje bi saeta windabûna Rojînê re hev digire. Ez dixwazim ev yek jî bê lêkolînkirin û min ev xwesteka xwe ji midûriyeta polîsan re jî anî ziman. Ji bilî van agahiyan tu agahiyên nû nînin.”
 
‘DIVÊ XEBAT HINEKÎ DIN BÊN BERFIREHKIRIN’
 
Di berdewamiyê de Kabaîş da zanîn ku ji ber ku wargehê ew dereng agahdar kirine, wan gilî li miduriyeta wargehê kirine. Kabaîş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke xeber zû bidana me an jî midûriyeta polîsan, belkî heta niha şopeke şênber hatibûna dîtin. Şev winda bûye û neçûye wargehê, serê sibê jî ji me re negotine heta nîvro di derdora saet 12.00’an de xeber dane me. Lewma me jî ew gilî kirin. Ev çend roj in em li vir in, halê me perîşan e. Ji ber keça min şev xewa min nayê, ji aqilê min dernakeve. Xebat baş in lê divê hinekê din bê berfirehkirin. Tenê ne li vir, li cihên din jî divê lêbigerin. Em dixwazin wan gundên derdorê, navçeyan lêgerîn bên destpêkirin û qeydên kamerayan bên kontrolkirin. Daxwaza me ew e ku li tevahiyê Tirkiyeyê xebat bên destpêkirin. Ji ber ku 18 saet şûnde agahî dan me û di 18 saetan de mirov dikare gelek dûr biçe.”
 
MA / Bazîd Evren

Sernavên din

19/05/2025
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan