Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan

  • jin
  • 15:24 30 Îlon 2024
  • |
img
WAN - Platforma Jinan a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo Rojîn Kabaîş a ji 27’ê mehê ve winda ye, li kampusa zanîngehê ku Kabaîş lê winda bû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew dê şopdarên xebatên lêgerînê bin.
 
Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş (21) ku di Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwîne, di şeva 27’ê îlonê de winda bû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Xebatên lêgerînê ev 3 roj in didome, lê hêj pêşveçûneke berbiçav nebûye. Platforma Jinan a Wanê û Platforma Ked û Demokrasî ya Wanê têkildarî windabûna Kabaîş, li cihê bûyerê daxuyanî dan. Malbata Kabaîş, endamên her du saziyan û gelek kes tev li daxuyanê bûn.
 
‘LI KAMPUSÊ LÊGERÎN NEHATINE KIRIN’
 
Parêzer Zeynep Demîr ku li ser navê her du platforman metna daxuyaniyê xwend, bal kişand ser kêmbûna xebatên lêgerînê û wiha got: “Di 29’ê Îlonê roja Yekşemê de em weke saziyên Serokatiya Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komeleya Jinan a STAR, Komîsyona Jinan a OHD’ê saet derdora 15.00’an ji bo çavdêriyê çûn qada lêgerînê. Hat dîtin ku li herêmê xebat bi têra xwe nayên meşandin, piştî ku saziyên me çûn herêmê, hêzên ewlehiyê hatin zêdekirin, lêgerînên hewayî hatin destpêkirin û lêgerîna avê dewam kir. Êvarê saet derdora 20.00’an de em dîsa weke Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan ji bo çavdêriyê çûn qadê. Hat tesbîtkirin ku li kampusa zanîngehê û gundê Bardakçi yê girêdayî wê xebatên lêgerînê nehatine kirin.”
 
‘DIVÊ XEBATÊN BERFIREH HATIBANA KIRIN’
 
Demîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê dewlet li gorî Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê bigire. Diviyabû ji dema ku bûyer ji aliyê rayedaran ve hat hînbûn, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên berfireh bihatana kirin. Em daxwaz dikin ku ketin û derketina zanîngehan bên kontrolkirin û li ser gund û cihên bi guman lêkolînên bi bandor bên kirin. Em daxwaza xwe dûbare dikin ku lêkolîna li ser dîtina Rojîn ne tenê li ser bingeha xwekuştinê yan xeniqînê bê kirin, lê belê lêkolînek bi bandor bi pêşîgirtina îhtîmala kuştin, windakirina bi zorê an jî desteserkirina ji azadiyê were kirin.”
 
‘EM Ê BUYERÊ BIŞOPÎNIN’
 
Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi Rojîn Kabaiş a Wanê re rastiya tundiya li ser jinên din û windakirina jinan careke din derket holê. Weke pêkhateyên Platforma Jinan a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, em radigihînin ku em polîtîkayên hikûmetê yên ku dibin sedema tundiya li ser jinan, ji Gulîstan Dokûyê ve qebûl nakin. Em ji raya giştî re radigihînin ku heta Rojîn Kabaiş bê dîtin em ê bûyerê bişopînin.”
 
‘EM NAHÊLIN DOSYE DI REFÊN DOZGERIYÊ DE BIMÎNE’
 
Piştre Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras axivî û Gulistan Doku bi bîr xist û destnîşan kir ku ew ê nehêlin dosyeya Rojîn Kabaiş bibe mîna dosyeya Gulistan Doku û wiha berdewam kir: “Em li vir in ku ji bo lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Demek dirêj ji roja înê re derbas bû. Di rewşên weha de yek ji tiştên herî girîng ew e ku divê em bi demê re pêşbaziyê bikin. Ji roja ku me xeber girtiye, em wek baro, Navenda Mafên Jinan a Baroyê û saziyên sivîl hatin vir û li cihê bûyerê çavdêrî û lêkolîn kirin. Di hevdîtinên me yên bi polîs û dozgeriyê re, em dizanin ku her çend xebatên lêgerînê dewam bikin jî divê ev yek bê xurtkirin. Em bang li Walîtiya Wanê, Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Polîsan dikin ku lêgerîn tenê ji ber gumanan neyê kirin û lêpirsîn bi balkişandina li ser hemû gumanan bê kirin. Xebatên li gundê nêzî kampusê û xebatên li seranserê Wanê divê bi bandor bên meşandin. Weke Baroya Wanê em diyar dikin ku dê dosyeya Rojîn Kabaiş nebe dosyeya di refên dozgeriyê de. Em ê dosye û pêvajoyê bişopînin.”
 
 

Sernavên din

03/10/2024
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome