Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide

  • jin
  • 22:47 29 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel a ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin, li Baselê hat bibîranîn. Hevrêyên têkoşînê yên Nagîhan Akarsel ên di bîranînê de axivîn, anîn ziman ku têkoşîna wê têkoşîna azadiya jinên cîhanê ronî dike.
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Rojnamevan-Akademîsyen Nagîhan Akarsel ku di 4'ê cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hate qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate bibîranîn.
 
Çalakiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hate lidarxistin, di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Salona çalakiyê bi posterên Nagîhan Akarsel û Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan hate xemilandin û gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.
 
Çalakî bi panela li ser têkoşîna Nagîhan Akarselê destpê kir. Panela ku bi moderatoriya Rojnamevan Ronî Eylem hat kirin, Siyasetmedarê Kurd Şukran Sîncar, ji endamên Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî û Elîf Kaya weke axaftvan tevlî panelê bûn.
 
RONÎ EYLEM: NAGÎHAN KURDISTAN BÛ
 
Ewil Rojnamevan Ronî Eylem mafê axaftinê girt û bal kişand ser nasnameya têkoşer a Nagîhan Akarsel. Ronî Eylem anî diyar kir ku ew Nagîhan Akarsel ji nêz ve nas dike û wiha got: “Nagîhan xwedî kesayetekî ku tu car dev ji têkoşîna xwe bernedida bû. Nagîhana ku min nas dikir, Kurdistan bû.”
 
Ronî Eylem destnîşan kir ku Nagîhan Akarsel bi destê Tirkiyeyê hate qetilkirin û anî ziman ku gelê kurd edaletê dixwaze.
 
ŞUKRAN SÎNCAR: NAGÎHAN NAVÊ GUHERTIN Û VEGUHERTINÊ BÛ
 
Piştî Rojnamevan Ronî Eylem, Siyasetmedarê kurd Şukran Sîncar mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd a li ser bingeha fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
 
Şukran Sîncar îşaret pê kir ku Abdullah Ocalan di guhertin û veguhertina jinên kurd de roleke girîng lîstiye û wiha got: “Dema em li xaka Kurdistanê dinêrin, jin bi berxwedan û afirandinên xwe roleke mezin dilîzin. Jinên pêşeng di tevgerê de ne tenê li dijî dijmin, li dijî zîhniyeta mêr a di nava civakê de jî têkoşîneke mezin didin.”
 
Şukran Sîncar diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe guhertin û veguhertineke bi kok afirandine û wiha got: “Jin êdî bi fikir û nirxandinên xwe jiyaneke nû diafirînin. Di nava civakê me de jî guhertineke bi hêz û bi kok hate afirandin. Rêxistinbûna jinan li dijî zîhniyeya mêr a 5 hezar salî ku jin qebûl nake, şereke mezin vekir. Nagihan yek ji pêşengên ku vê şerê rêve dibir bû. Nagîhan navê guhertin û veguhertinê bû. Bi saya têkoşîna wan îro dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye hêviya jinên cîhanê.”
 
ELÎF KAYA: TÊKOŞÎNA NAGÎHANÊ RÊ NÎŞANÎ JINAN DIDE
 
Endamê Akademiya Jinelojî Elîf Kaya jî pêşkêşiya bi sernavê “Çima ji jinan ditirsin” kir.
 
Elîf Kaya bi vegotinên bîranînên xwe yên bi Nagîhan Akarsel re dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Nagîhan hevala min a xebatê bû. Têkiliya wê ya bi jiyanê re pir xurt bû. Êşa her jineke, kenê her zarokekî ji dil hîs dikir.”
 
Elîf Kaya diyar kir ku di şerê li dijî gelê kurd de her tim pêşî jin û bedena wan hedef tê girtin û got, “Heval Sakîne Cansiz hat qetilkirin. Tirkiyeyê jinên kurd û têkoşîna wan dike hedef. PKK ji jinan pêk tê, ya ku PKK’ê dike PKK têkoşîna jinê ye. Ji ber ku vê yekê baş dizanin, jinên pêşeng qetil dikin. Dema Nagîhan hat qetilkirin me ev yek baş fêm kir. Nagihan xebatên Jineolojiyê dimeşand, ji bo ku jin xwe û çanda xwe nas bikin, dixebitî. Hewl dida ku yekîtiya jinên kurd ava bike. Wan ev yek weke xeteriyeke mezin dîtin. Kuştina Nagîhan rasterast li Enqereyê hatibû plankirin. Xwestin bi komkujiya Nagîhanê peyamekê bidin hemû jinan. Qetilkirina Gulistan Tara jî berdewama vê ferasetê ye.”
 
Elîf Kaya destnîşan kir ku têkoşîna jinên kurd, tevî hemû komkujiyên Tirkiyeyê ên li ser jinan hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê mezin dibe û wiha axivî: "Têkoşîna Nagîhanê êdî roj bi roj mezintir dibe. Têkoşîna jinên cîhanê hêvî dide me û rê nîşanî me dide.”
 
NECÎBE QEREDAXÎ: NAGÎHAN MÎRATEYEKÎ MEZIN HIŞT
 
Piştî Kaya ji Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî axivî. Necîbe Qeredaxî bi bîranîna Nagîhan Akarsel dest bi axaftina xwe kir û got, “Nagîhan 3 erk ji me re hiştin: Em baş fêm bikin ka çima ev komkujî hatiye kirin, wê û têkoşîna wê bi bîr bînin û bersivê bidin vê komkujiyê. Eger em baş fêm bikin ka çima ev komkujî hat kirin, em dikarin bersiveke baş bidin hemû komkujiyên jinan."
 
Necîbe Qeredaxî wiha berdewam kir: "Nagihan bi qasî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin, bi heman awayî di encama xiyanetê de jî hat qetilkirin. Eger xiyanet nebûya Nagîhan nedihat şehîdkirin. Yên ku mala Nagîhan nîşan dan û îstîxbarat dan, koka xiyanetê ya di nava civaka Kurd de bûn. Ne tenê Nagîhan, zanayeke Kurd qetil kirin.”
 
‘KUJERÊN RASTÎN DERXIN HOLÊ'
 
Piştî panelê, Însiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Nagîhan Akarsel der barê doza Akarsel a bi dawî bûye daxuyanî da. Însiyatîfê xwest kujerên rastîn ên Nagîhan Akarsel û hêzên li pişt wan bên eşkerekirin.
 
Piştî daxuyaniyê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê Selma Sûrer axivî û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna Nagîhan Akarsel. Çalakî bi xwendina helbestên Nagîhan Akarsel û konsera muzîkê ya Koma Kevana Zêrîn bi dawî bû.
 

Sernavên din

03/10/2024
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome