Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin

  • rojane
  • 09:02 24 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Endamê ELDH'ê Mîran Kakaee ku ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da, diyar kir ku divê ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan qanûn bên sererastkirin.

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 42 meh in tu agahî nayê girtin. Çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, derbasî qonaxeke nû bû û hewldanên ji bo şikandina tecrîda mutleq berdewam dikin.
 
Herî dawî ji 35 welatan zêdetirî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqê ji bo biçin Îmraliyê û ji bo parêzer karibin hevdîtinê bi Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re pêk bînin ji Wezareta Dadê re name şandin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Mîran Kakaee ku yek ji îmzevanê nameyê ye ku ji wezaretê re hat  şandin, bang li Tirkiyeyê kir ku erkên xwe yên hiqûqî yên di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de bi cih bîne.
 
‘DIVÊ DAWÎ LI BINPÊKIRINÊN LI ÎMRALIYÊ BÊ'
 
Kakaee bi bîr xist ku ev nêzî 4 sal in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û li Îmraliyê bêpêwendiyeke mutleq heye û got: “Di nameyê de me daxwazên xwe yên têkildarî birêz Ocalan û 3 girtiyên din anîn zimên. Bi salan e hevdîtina bi parêzerên re tê astengkirin û binpêkirinên mafên mirovan li Girava Îmraliyê hene. Wekî ku tê zanîn Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe ya li ser serdana Îmraliyê ya sala 2019’an de ku di 5’ê Tebaxa 2020’an de hat weşandin, qedexekirina têkilîdanîna bi derve re ya Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din, di warê mafên mirovan de nayê qbeûlkirin û wê wekî cezayê girtîgehê yê bêpêwendîdanînê wesifand. Komîteyê bal kişand ser erka Tirkiyeyê a ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din ku hem li gorî hiqûqa navxweyî hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî û bang kir ku erkên hiqûqî bi cih bîne. Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û dawî li binpêkirinên mafên mirovan ên li Îmraliyê bîne."
 
‘MUDAXILE LI MAFÊ PARASTINÊ'
 
Endamê ELDH'ê Mîran Kakaee
 
Kakaee astengkirina hevdîtina malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û girtiyên din wekî "mudaxeleya mafê parastinê" bi nav kir. Kakaee got: "Ez bi nêrînên CPT û Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yên  der barê încommunîcado ya li Îmraliyê re me. Ev rewş binpêkirina eşkere ya peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Ev rewş ji aliyê pisporên hiqûqî û binpêkirinên mafên mirovan ên navneteweyî ve tê parvekirin. Ev nêrîn ku ji aliyê pisporên hiqûqî û rêxistinên navneteweyî ve tê parvekirin û piştrastkirin. Pîvanên Nelson Mandela ên Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşniyazên CPT'yê û Qanûna înfazê ya Tirkiyeyê (Qanûna Hejmar 5275) bi awayekî eşkere tê binpêkirin."
 
‘KE ROLA XWE NALÎZE'
 
Kakaee da zanîn ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) di rakirina tecrîdê de rola xwe nalîze û wiha got: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tev bigere. Her wiha divê mirov vê tenê wekî mijareke hiqûqî negire dest. Tırkıye bı zanebüni lı gor hıqüqa navneteweyi ü ya navxweyi tevnagere. Divê komîte ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî giştî tevbigere û ji bo çareseriya aştiyane û siyasî bixebite. Divê Tirkiye pirsgirêkê tenê wekî pirsgirêka leşkerî ya ku li dijî kurdan wekî krîmînalîzekirinê tê kirin negire dest. Ev, pirsa bingehîn e û divê bibe xala destpêkê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê."
 
‘DIVÊ SERERASTKIRIN BÊ KIRIN'
 
Kakaee diyar kir ku divê di qanûnên herêmî de der barê cezayên giran ê li Tirkiyeyê de guhertin bên kirin û wiha got: “Girtina heta hetayê ya giran ku tu îmkana berdanê û mafê hêviyê tê de nîne, hovane û nemirovî ye. Divê Tirkiye teqez vê ji qanûnê derxîne. Ji bo girtiyên ku cezayê heta hetayê digirin, îmkana ku piştî demeke maqûl serbest bên berdan an jî cezayê wan bê kêmkirin hebe, divê qanûn bê guhertin."
 
‘NE PIRSGIRÊKEKE HIQÛQÎ, SIYASÎ YE'
 
Kakaee da zanîn ku pêkanînên li dijî Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye û got: “Beriya her tiştî ev pirsgirêkek siyasî ye. Tirkiye pirsgirêka kurd wekî pirsgirêkeke leşkerî dibîne ku ev 8 sal in ne tenê li Başûrê Kurdistanê operasyona dike, li Bakurê Kurdistanê jî li ser gelê kurd û civaka kurd krîmînalîzekirineke zêde heye. Ev dikarin krîmînalîzekirin di muameleya li dijî Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê û bi temamî qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatan jî binirxînin. Ji ber vê yekê em bi awayekî zelal dibînin ku di navbera nêzîkatiya dewleta Tirk a li pirsgirêka kurd û helwesta wê ya li hemberî Ocalan û girtiyên din de têkiliyeke xurt heye."
 
Kakaee destnîşan kir ku pêwîst e meseleya kurd ne bi awayekî leşkerî, bi awayekî siyasî bê çareserkirin. 
 
‘NASNAMEYA CIVAKÎ YA OCALAN'
 
Kakaee bal kişand ku Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, di heman demê de rêberê gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye. Ji ber vê yekê nasname û rewşa civakî ya Ocalan, rastiya gelê kurd jî pêk tîne."
 
‘EM Ê SERLÊDANAN BIŞOPÎNIN'
 
Kakaee got: "Em ê nameya ku ji wezaretê re hatiye şandin bişopînin. Em ê rewşê û daxwazên xwe bişopînin. Em ê tım li ser binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk bisekinin. Armanc û dirûşmeya ku Ocalan di sala 2005'an de di parastina xwe ya berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir de, heman tişt e. Wê 'Azadî wê bi ser bikeve.'" 
 
MA / Esra Solîn Dal 

Sernavên din

02/05/2025
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin