Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike

img
WAN - Çîrokbêj Ayhan Erkmen ku ji bo projeya Oratoryoya Derwêşê Evdî û Edûlê û projeya Efsaneyên Kurdan amadekariyan dike, wiha got: “Dixwazim li dijî manîpulasyonên dîrokê yên serdestan, bibim zimanê lehengên kurd.” 
 
Çîrokbêj Ayhan Erkmen bi sala ye gund bi gund digere û çîrok û destanên kurdan berhev dike. Erkmen, heta niha 150 çîrok tomar kirine, bideng gotiye, kiriye pirtûk û ji hêla dîtbarî ve jî gihandiye gel. Niha jî bajar bi bajar digere û van çîrok û destanan bi awayekî teatral pêşkeş dike. Erkmen, bi Projeya Çîrokên Muzîkal xwe gihand bi hezaran kesan. Erkmen, li Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Agirî, Bedlîs, Wan û gelek bajarên din bi Projeya Çîrokên Muzîkal xwe gihand gel. 
 
Erkmen, du projeyên nû ku destanên lehengên kurd vedibêje dixe meriyetê. Oratoryoya Derwêşê Evdî û Edûlê û Efsaneyên Kurdan: Rûstemê Zal, Kawayê Hesinkar û Cemşîd jî di demekî nêz de dê bi gel re bên parvekirin. Oratoryoya Derwêşê Evdî û Edûlê ji hêla Ayhan Erkmen ve hatiye nivîsandin û kompozîsyona muzîkê û beste ji hêla Kemal Yildirim ve hatiye kirin. Erkmen, ji bo çîrokên Efsaneyên Kurdan: Rûstemê Zal, Kawayê Hesinkar û Cemşîd jî li benda alîkariyê ye. 
 
Erkmen, têkildarî xebatên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
PROJEYA ÇÎROKÊN MÛZÎKAL 
 
Erkmen, qala Projeya Çîrokên Muzîkal kir û wiha got: “Ez, di 6-7 saliya xwe de li ber destê çîrokbêj û dengbêjan mezin bûm. Serpêhatiya min a çîrokbêjiyê jî 6 salên xwe temam kir. Gund bi gund digerim û çîrok, destnên kurdan, bûyer û lehengiyan berhev dikim. Piştî berhevkirina van, di heman demê de li rabûrdiya van çîrokan dipirsim û lêkolîn dikim. Herî dawî jî çîrokê temam dikim û dest bi vegotinê dikim. Piştî 6 salan, êdî min dest bi Projeya Çirokên Mûzîkal kir. Navenda Çandê ya Baharê ya Êlihê xwedî li vê projeya min derket û me dest bi pêşandana wê kir. Em niha bajar bi bajar digerin û lehengî, evîn û bextê gelê kurd vedibêjin. Ez çîrokên wan vedibêjim û dengbêj jî stranên wan çêdikin. Em li Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Tetwan û Wanê derketin ser dikê. Ji 7 salî heta 70’ê saliyê gelek kes hatin û em temaşe kirin. Li Sêrtê piştî em li ser dikê hatin xwarinê, zarokên biçûk ji hev re digotin; ‘Derwêş! Hedban bîne.’ Ev ji bo min mezintirîn xelat e. Xeyala min ew e ku gund bi gund bigerim, çîrok û destanan berhev bikim û di dilê zarokan de cih bigirim. Ev xeyala min pêk hat û dixwazim van xeyalan hêj mezintir bikim.” 
 
‘ÇÎROK JI BO KURDAN TERAPÎ YE’
 
Erkmen, anî ziman ku vegotina çîrokan ji bo kurdan di heman demê de terapî ye û wiha pê de çû: “Em, bi dîroka xwe hem xemgîn hem jî keyfxweş dibin. Hemû xemgînî û keyfxweşî me heta niha di dilê xwe de veşartî ne. Kesekî qala lehengî û bextreşiya kurdan nekiribû. Piştî min ev vegotin, ji gelek deverên cîhanê mirov ji min re peyaman dişînin û keyfxweşiya xwe vedibêjin. Piştî her vegotina çîrokan mirov tên gel min û qala çîrokên malbatên xwe dikin. Mirov naxwazin ev destan êdî tenê di nava malbatê de veşarî bimînin û dixwazin her kes bibihîse. Li rexekî dê tûrikê me bi pişta me ve û dê gund bi gund, navçe bi navçe, bajar bi bajar bigerin û van çîrokan vebêjin. Her kes bi qasî çîroka xwe heye. Dema ez qala van dikim, hinek kes dibêjin qey ez sivik nêzî dîroka kurdan dibim. Çîroka her lehengekî heye û qet qala wê nehatiye kirin. Ji ber ku ev lehengiyên wan biçûk hatine dîtin.” 
 
‘JI HER DEVERA CÎHANÊ JI BO MIN ÇÎROKAN DIŞÎNIN’ 
 
Erkmen, da zanîn ku di nava 6 salan de 150 çîrok vegotiye û tomar kiriye. Erkmen, axaftina xwe wiha domand: “Hema hema êdî ji her devera cîhanê bo min çîrok tên şandin. Mirov, deng û vîdeoyên xwe qeyd dikin û ji min re dişînin. Ji Xorasan, Tiflîs, Moskov, Sîbîrya, Anatoliyaya Navîn û ji her derê dişînin. Ez çûm gelek welatan, min çîrokên kurdên li wan deran dijîn kom kir û bi xwe re anî. Tu xwe nêzî kîjan kurdî û kîjan xaka kurdan bikî ji te re qala tiştekî dikin. Hewceye em jî li wan guhdar bin. Derfetên nivîskarên çîrokan û çîrokbêjên wan hene. Li gelek cihan kampan vedikin û li wir perwerdeyan didin. Mixabin derfetekî me yê wisa nîne. Heke saziyên me pêşengtiya wê bikin û qurs û kampan vekin, bêguman ez amade me perwerdeyê bidim. Dixwazim bajar bi bajar bigerim û perwerdeya çîrokan bidim ciwanan. Bila ciwanên me di vê mijarê de biwêrek tevbigerin û çîrokan vebêjin. Dema ez jî ji ewil ketim vê rêyê, heta bavê min jî digot; ‘Tu navê malbata me biçûk dixî.’ Divê her yek ji me xwedî li ziman û nirxên gelê kurd derkeve. Ez ji bo kesên ez li ber çoka wan rûniştim û çîrok jê guhdarî kirin û nirxên kurdan deyndar im.” 
 
‘DIXWAZIM BIBIM ZIMANÊ LEHENGÊN KURD’
 
Erkmen, got ku hinek fîgurên carnan li ser dikê dike ji bo mirovan “xerîb” tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku hereketên ez dikim û hinek fîgur ji bo mirovan xerîb bên. Lê ez teatrala mirovên min çîrok jê guhdarî kirî dikim. Ez rolê nakim, tenê hestên xwe vedibêjim. Sosyolojî û dîroka kurdan ji bo min xerc e. Carnan mirov tiştên dîrokî vedibêje, hinek kes dibêjin ‘te ev ji ku derxist?’Ji bo min tişta girîng ew e ku ya kurdekî ji kalê xwe hîn bûyî û gihandiye nifşên nû ye. Ji bo vegotina min a dîrokê ya rast ew e. Bêguman ez li dîrokên din jî dinêrim, li ser arşîvan lêkolînan dikim. Ez li ser pirtûkên faris û osmaniyan lêkolînan dikim. Lê ji bo dîrok, ew tişt e tişta ku kurdekî ji kalên xwe bihîstiye. Ez dixwazim bibim zimanê lehengên kurd. Dema hezar sal piştre dengê wan gihişt neviyên wan, wê demê em ê pê serfiraz bin û fêm bikin ku me tiştekî girîng kiriye.” 
 
‘LI DIJÎ MANÎPULASYONA SERDESTAN ÇÎROKBÊJÎ’ 
 
Erkmen, diyar kir ku li dijî manîpulasyona hêzên serdest a li ser dîroka kurdan, divê çîrok bên vegotin û ev tişt anî ziman: “Hêzên serdest ji ewil ziman û çanda gelekî reş dikin. Tu mecbûrî li dijî vê têbikoşî. Nexwe tu bêyî ziman û çandê welatekî ava bikî dê çi bibe? Serdest, bi xwe dîroka xwe dinivîsin. Efsaneyên rom û rumê heman in. Ji ber ku ji hev dizîne. Efsane û dîroka me heye lê nayên vegotin. Heke bi salan berê ji me re nehatibûya gotin ku ‘Kawayê Hesinkar kurd e’, belkî jî em ewqasî berxwedêr nebûna. Mamê min digot ku wan heta salên 1960’an jî Newroz pîroz dikirin. Fermandarekê lîwayê tê û temaşe dike. Dibêje; ‘Kurd salê 364 rojan tune ne lê di rojekê de dibin leheng. Heke wiha bidome û Newrozê du rojan pîroz bikin, kurd dê bikevin nava ruheke din.’ Û ji ber vê sedemê Newrozê qedexe dike. Mesela, di salên dawî de destûrê nadin ku Newroz di hefteyekê de bên pîrozkirin. Ji ber ku naxwazin kurd hefteyekê li ser pêyan bin.” 
 
‘SALÊN DIRÊJIN BI RUHÊ KURDAN DILÎZIN’ 
 
Erkmen, têkildarî Efsaneyên Kurdan: Rûstemê Zal, Kawayê Hesinkar û Cemşîd û Oratoryoya Derwêşê Evdî ku dê di demekî nêz de bikevin meriyetê jî ev agahî da: “Ez ê çîrokên Derwêşê Evdî û Efsaneyên Kurdan: Rûstemê Zal, Kawayê Hesinkar û Cemşîd vebêjim. Heke derfetên me yên madî têr bikin, em ê van projeyan bilezûbez bixin meriyetê. Heke karsaz û saziyên kurd alîkariyê bidin me, em ê van projeyan bêhtir bigihînin gel. Heke vê bikin dê xebatên dîrokî bibin dîroka wan jî. Mebesta me ew e ku ruhê kurd rabe ser pêyan. Ji ber ku demekî dirêj e bi ruhê kurdan dilîzin. Heke em xwedî lê dernekevin, dê her tiştek bi serê me bê. Kî ji bo kurdan tenê kevirekî jî deyne ser kevirekî, ev yek girîng e. Derxistina dîrok û çîrokên kurdî û vegotina wan, bi qasî nan û avê lazim in. Dema ez li ser Oratoryoya Derwêşê Evdî dixebitîm, min tevahiya stranên di vê mijarê de hatine gotin guhdarî kir û xwend. Piştre jî du salan li ser arşîvên osmaniyan xebitîm û min li nivîsên derheqê Derwêşê Evdî û Edûlê de hatine gotin lêkolîn kir. Dema ev projeya ku lehengiya hevpar a hemû kurdan e kete meriyetê, em ê qonaxeke pir girîng jî derbas bikin.” 
 
MA / Adnan Bîlen

Sernavên din

16/09/2024
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin