Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin

img
AMED - Welatiyên ku xaniyên wan ji ber dînamîtên ji bo Bendava Sîlvanê ku li Geliyê Godernê tê çêkirin, tên teqandin zirar dîtine, diyar kirin ku ev yek zirarê dide qadên jiyanê û tenduristiya wan û bang kirin ku demildest dawî li vê bê. 
 
Li herêma Geliyê Godernê ku li sêgoşeya navçeyên Amed Licê, Pasûr û Hezro ye, çêkirina Bendava Sîlvanê ya ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadolûyê (GAP) de di sala 2009'an de hat plankirin bê çêkirin, dewam dike. Li herêmê her diçe bi hezaran dar tên birîn û wêrankirin didome.
 
Di 17'ê Çileyê de ji ber dînamîtên li herêmê hatin teqandin li Geliyê Godernê Taşkopru zirar dît. Zinarên ji çiyê gindirîn li pirê ketin û ji ber vê hin deverên pirê rûxiyan. Tê gotin ku gava Bendava Sîlvanê avê bigire, wê li bejhaiya Pasûr, Licê û Hezroyê 50 gund di bin avê de bimînin. Her wiha candarên li derdorê Geliyê Godernê jî ji ber dînamîtan bandor dibin. 
 
Li derdora bendava ku bi hinceta "ewlehiyê" tê çêkirin bi qaleqolan hatiye dorpêçkirin û ji ber vê mirov nikarin biçin nava zeviyên xwe. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Bariş Aslan diyar kir ku Taşkopruya dîrokî ya li Geliyê Godernê di bin xeteriya rûxandinê de ye û got ku dînamîtên ku tên teqandin xwezayê wêran dikin û zirarê didin ekolojiyê. Aslan got: “Dûmana ku di encama xebatê de derdikeve, rez û baxçeyên me û darên me şewitandin. Xwezaya me bi temamî hatiye tunekirin. Jixwe em di havînê de ne, hewa germ e û dema ew dûman lê zêde dibe, baxçeyên me dişewitin. Îro ne tenê Geliyê Godernê, li her derê Kurdistanê cihên dîrokî talan dikin. Divê em wekî gel dîroka xwe biparêzin. Eger wêrankirina îro li vir li Derya Reş an jî li Egeyê hatiba kirin, dê heya merciyên herî bilind biçûya, dê xwedî lê bihata derketin û wê dest jê bernedana." 
 
Aslan ji bo Geliyê Godernê banga piştgiriyê kir û diyar kir ku bi têkoşîneke hevpar dikarin encamekê bi dest bixin. 
 
ASTENGIYÊN CENDIRMEYAN
 
Vecdettîn Aydin ê ku ji bo seyrangehê ji Pasûrê çû Geliyê Godernê, ji ber astengiyên leşkerî bêyî ku xwarinê bixwe ji herêmê hat derxistin û wiha got: “Em hatin seyranê û rastî wêraniyeke mezin hatin. Em nizanin çi bêjin. Tişta ku ez dikarim bibêjim ew e ku li vir bendav bê çêkirin dê jiyan bi dawî bibe. Li vir gelek kes dijîn, wê zirarê bide jiyana hemûyan. Divê projeya bendavê demildest bê bidawîkirin." 
 
BI DÎNAMÎTAN DIRÛXÎNIN
 
Welatiyê bi navê Mehmet Aslan ku ji ber dînamîtên ku ji bo çêkirina bendavê tên teqandin xaniyê wî û axurê wî zirar dîtiye jjî got: “Ev salek e dîwarên mala min xira bûne, min serî li dozgeriyê daye, lê hê ne diyar e ku dê kîjan dadger lê mêze bike. Armanca wan a li vir çi ye? Ev tê wê wateyê ku hikûmet piştgiriya van şîrketan dike û weke dîktator li ser me tevdigere. Dê 100-200 metre dûrî mala min dînamîtekê biteqandana, ez çûm li ser dînamîtê rûniştim. Fermandarê qereqolê hat, çi kir jî ez ranebûm. Min got, ji bo ku vê biteqînin, divê hûn pêşî min biteqînin. Ger hûn vê dînamîtê biteqînin, wê mala min bi temamî hilweşe. Em niha di maleke ku dîwarên wê derizî de dijîn, ez ditirsim ku bi ser me de hilweşe. Lê tu çareya me nemaye. Rewşa min a aborî tune ku ez xaniyekî nû ava bikim."
 
Aslan da zanîn ku ji ber ku rê di nava zeviya wî de hatiye çêkirin zeviya wî bûye du şeq. Aslan destnîşan kir ku bêyî destûra cendirmeyan nikare biçe nava zeviya xwe û got: "Du çêlekên min winda bûn gava ez liw an digeriyam leşker hatin gotin 'herêma qedexe ye tu nikarî biçî.' Min jî got, 'Cihê te qedexe kiriye erdê min e, çawa tê qedexekirin.' Gava ez li nava gund digeriyam wesayîta leşkerî hat ber deriyê min, got 'Kî bû li nava gund digeriya.' Min jî got yek jê ez bûm û yê din keya bû. Yanî ji bo em li nava gund bigerin jî divê em destûrê bixwazin. Îşkenceyeke wiha li me tê kirin." 
 
Aslan anî ziman ku divê xebatên bendavê bên rawestandin û xwest ku demildest xisara gihaştiye xaniyê wî bê çareserkirin. 
 
‘DARISTANÊN ME TALAN KIRIN'
 
Îsmaîl Can jî anî ziman ku Geliyê Godernê cihekî dîrokî ye û tê xwestin ku ev dîrok bê tunekirin û wiha got: “Geliyê Godernê xwedî xwezayeke pir xweş bû, ji bo mirovan cihê seyrangehê bû. Lê wan xwezaya me xera kir. Daristanên me talan kirin."
 
Can bang li raya giştî kir ku li dijî tiştên tên kirin bisekinin û got: "Toz û dûmana ji ber xebatan dertê jiyana mirovan tarûmar kiriye." 
 
Ji welatiyên ku ji ber dînamîtan xaniyê wî xera bûye Hasan Esvet jî diyar kir ku ji ber bandora dînamîtan gund wekî erdhejê hejiyaye û derz li dîwarên wan ketine û ji ber toz û dûmanê tu berhemdariyeke zeviyên wan nemaye. 
 
MA / Heval Onkol 

Sernavên din

22/04/2025
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn
16:10 Rewşa girtiyê nexweş Çam di xetereyê de ye
15:27 Li Êlihê hevdîtina jinan: Wê ‘Jin, jiyan, azadî’ bi ser bikeve
15:08 Rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê kurdî birî
14:33 Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin
14:20 Xizmên windayan: Bila rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin
13:13 Di operasyona li Kampa Holê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin
12:35 Li Îtalyayê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Parêzer dê hevdîtinê bi dozger re bikin
09:30 Îhaleya li dijî mewzûatê ya qeyûm hat betalkirin
09:09 Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir
09:04 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 640 roj in di çalakiyê de ne: Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin
09:02 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
18/04/2025
18:59 Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:26 Ayşegul Dogan: Xetere didome, lê em bi hêvî ne
16:17 Civînên cotkaran ên li Agiriyê dewam dikin
16:04 Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
16:02 Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin
15:53 Li dijî binçavkirinên li Belucistanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
15:48 Li Wanê di êrişa çekdarî de kesek hate kuştin
15:42 Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin
14:38 Sendîka û rêxistinên pîşeyî: Di 1’ê Gulanê de em li Kadikoyê ne
14:12 Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
14:07 Hikûmeta Alman firotina balafiran şer a ji Tirkiyeyê re veto kir
13:26 Bi ser gundên Belucan de hat girtin: Kesek hat kuştin, 18 kes hatin binçavkirin
13:22 Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate destpêkirin
13:06 Îdama Heydaranlu hate taloqkirin lê nehiştin bi malbatê re hevdîtinê bike