Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin

  • rojane
  • 15:23 13 Îlon 2024
  • |
img

ENQERE - Rêxistinên maf û hiqûqê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku “binpêkirina mafê hêviyê” ya Abdullah Ocalan bike rojeva xwe û gotin: “Tirkiyeyê vexwînin ku di qanûnên xwe de guhertinê çêbike.” 

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) û Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Cezayê de (CÎSST) têkildarî “binpêkirina mafê hêviyê” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Navenda ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bike rojeva xwe daxuyanî hat dayîn. Gelek parêzer û nûnerên saziyan tev li civînê bûn.
 
Endama Navenda OHD’ê Ebrû Akkal li ser navê saziyan daxuyanî da. Akkal bal kişand ser biryara “binpêkirina mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku di 18’ê adara 2014’an de der barê Ocalan de dabû û got ku li gel 10 sal bi ser biryarê re derbas bûne jî lê Tirkiyeyê ji bo encamên binpêkirinê ji holê rabike tu sererastkirinên yasayî nekiriye. Akkal da zanîn ku wê Komîteya Wezîran di meha îlonê de civîna xwe li dar bixe û li ser biryara DEMM’yê ya ku der barê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan de daye bisekine û dîsa Tirkiyeyê di ber çavan re derbas bike. 
 
'TIRKIYE BERPIRSIYARÊN XWE BICIH NAYÎNE’ 
 
Akkal destnîşan kir ku Tirkiye ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê soz daye, lê belê berpirsyariyên xwe yên der barê biryarên ku hatine dayîn de bi cih neanîne û got:  "Tevî ku 10 sal derbas bûne jî di nav de serlêder jî hene bi hezaran girtî ji mafê xwe yê hêviyê bêpar mane. Ev rejîma cezakirinê ya ku bi eşkereyî binpêkirina biryarên DMME’yê ye, bi cezayên giran û tund re rû bi rû dimîne. Mixabin Tirkiye guhertin û tedbîrên ku qedexeya serbestberdana bi şert a heyî ji holê rabike û binpêkirinên di nav de bi dawî bike, nake. Planên çalakiyê yên ku gelek caran amade kirine, her wiha di rapora xwe ya pêncemîn a ku pêşkêşî Komîteya Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye, nîşan dide ku ew naxwaze rewşê sererast bike. Nîşanek eşkere ye ku Tirkiye bi lez û bez ji pabendbûna xwe ya bi demokrasî û hiqûqê dûr dikeve. Tirkiye normên gerdûnî yên mafên mirovan ji nedîtî ve tê û xwe jê dûr dike.” 
 
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN RÊZ KIR
 
Akkal, da zanîn ku biryara “binpêkirina mafê hêviyê” dê bandorê li hezaran kesan bike û bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku tavilê li gorî biryarên DMME’yê û şîretên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê tevbigere. Akkal, ji Komîteya Wezîran ev daxwaz kir:
 
“*Têkildarî hejmara kesên heta niha bi cezayê muebbeta girankirî hatine cezakirin, hejmara kesên her sal bi cezayê muebbeta giran tên cezakirin, salên biryarên têkildarî mijarê teqez bûyî û hejmara salên kesên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn di girtîgehê de derbas kirine, weke daneyên îstatîstîkî ji Hikûmeta Tirkiyeyê bixwazin. 
 
*Bang li Tirkiyeyê bikin ku ji bo guherandina qanûnên ku rê nadin di hinek sûcan de şertê berdana bikontrol bikeve meriyetê, gavan biavêje û di qanûnan de guherînan çêbike. 
 
*Ji bo Tirkiye biryarên Ocalan 2, Kaytan, Gurban û Boltan bicih bîne bêhtir lêkolîn bikin û heke heta wê demê gavên şênber neyên avêtin, ji Sekreteryaya Komîteya Wezîran miswedeya biryara navberê bixwazin. 
 
*Serokê Komîteya Wezîran an jî Sekreterê Giştî yê Komîteya Wezîran, di çarçoveya Deklarasyona Reykjavîk de ji bo cîbicîkirina biryaran û xurtkirina guftûgoya siyasî ya bi muxatabên neteweyî re û ji bo tevdîrên şexsî û giştî peywirdar bikin ku ji rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê re nameyan bişînin.” 
 
‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’
 
Piştî Akkal, Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci axivî. Bakkalci, wiha got: “Mafên her kesî hene û nabe kesek rastî binpêkirinan were. Mijareke ewqas zelal û hewcehî bi dirêjkirinê nîne. Divê di qanûnan de guhertin bên kirin. Tu wateya israra di vê de nîne. Ev rewşa bi sala ye didome, nayê qebûlkirin. Zû an jî dereng ev meseleye dê were çareserkirin.” 
 
'SIYASET Û BERJEWENDÎ BANDORÊ DIKIN’
 
Serokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî bal kişand ser serlêdanên gelek saziyên maf û hiqûqê yên têkildarî Ocalan û wiha got: “Serlêdana me ji bo komîteyê kiriye; di esasê xwe de qonaxeke bê ka dê mekanîzma û saziyên navneteweyî hebûna xwe ji dil bidomînin an na. Biryareke 10 sal berê hatiye dayin heye lê hêj di hiqûqa navxweyî de guhertinek nehatiye kirin. Ev jî gumaneke mezin li ser hebûna wê saziyê çêdike. Di mijara bicihanîna biryarê de siyaseta navxweyî û hevsengiyên navneteweyî diyarker in. Îktîdar, bi neavêtina gavan re di polîtîkaya şer de israr dike û civakê hem ji hêla polîtîk ve hem jî ji hêla civakî dirizîne. Divê li gorî heqîqeta vê xakê gav bên avêtin û çareserî bên pêşxistin.” 
 
'EM Ê BIŞOPÎNIN’
 
Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Îbrahîm Halîl Vargun jî bal kişand ser PMME’yê û ev tişt anî ziman: “Divê li gorî peymanê tevbigerin. Tirkiyeyê taahûda vê daye lê li gorî peymanê tevnagere. Ev jî tê wê wateyê ku hiqûqê nas nakin. Heke girtiyek tenê rojekê jî hesta ku tu caran ji girtîgehê dernakeve bijî, ev yek li dijî mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ye. Divê hikûmet û daraz tavilê van biryaran bicih bînin. Em ê vê bişopînin.” 
 

Sernavên din

16/09/2024
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin