Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e

  • jin
  • 09:02 10 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Endama TJK-E’yê Done Guzel diyar kir ku armanca kampanyaya “Tîrejên Rojê” ku starta wê li Ewropayê hate dayin, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Guzel, got ku dê di tevahiya salê de bi meş, mitîng û hevdîtinên bi gel re li qadan bin.  

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 42 meh in tu agahî jê nayên girtin. Kampanyayên bi mebesta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê hatiye destpêkirin bi çalakî û xwepêşandanan didome. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd-Ewropayê (TJK-E) staarta kampanyaya “Tîrejên Rojê” hate dayin. Kampanya di 1’ê îlonê de dest pê kir û dê di nava salekê de li gelek bajarên Ewropayê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de dê standên agahdarkirinê, hevdîtinên gel, panel, semîner, konferans, pêşangehên resman û fîlmên jiyana Abdullah Ocalan vedibêjin bên pêşandan. 
 
BERNAMEYA COTMEHÊ 
 
Endama TJK-E’yê Done Guzel kampanya nirxand û got ku dê kampanyaya wan û  ya “Em bi ‘Jin, jiyan, azadî’ re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” bi hev re bên meşandin. Guzel, diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakiyan bi hevkariya tevgerên jinan li dar bixin û wiha domand: “Gelek jinên akademîsyen, aktîvîst û tevgerên jinan dê tev li bibin. Armanca me ya esasî, azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye.” 
 
Guzel, destnîşan kir ku dê di 1’ê cotmehê de li gelek navendan daxuyaniyê bidin û wiha pê de çû: “Di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de em ê gelek çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Weke tevgera jinan em ê di 12’ê cotmehê de meş û mitîngan li dar bixin û standa agahdarkirinê danîn. Her wiha li gel pêşangeha resman, em ê fîlm û belgefîlmên jiyana Rêbertiyê vedibêjin jî pêşkeş bikin.” 
 
Endama TJK-E’yê Done Guzel
 
'EM Ê PARADÎGMAYÊ JI BO GELAN VEBÊJIN’ 
 
Di berdewamê de Guzel da zanîn ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li gelek deverên cîhanê belav bûye û ev nirxandin kir: “Dema mirov têkoşîna 50 salan a jinên kurd dide ber çavan; dibîne ku avakerê wê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ya Abdullah Ocalan e. Em vê yekê weke ‘bûyîna ji neyiyê’ pênase dikin. Di heman demê de hevjîntiya azad, nûnertiya wekhev û Jineolojî bandor li hemû jinên cîhanê kir. Me kampanyaya xwe di vê çarçoveyê de da destpêkirin. Armanca wê ya herî girîng jî şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Polîtîkayên qirkirinê yên li Îmraliyê hatine destpêkirin ne tenê li Kurdistanê, belavî Rojhilata Navîn bûne. Em di wê baweriyê de ne ku heke em bikarin pêşî li vê qirkirin û tecrîdê bigirin, dê aştî bê Rojhilata Navîn.” 
 
Guzel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan paradîgmaya Rêbertiya xwe ji bo gelan vebêjin. Her ku paradîgmaya Rêbertiyê belav dibe, tecrîd û polîtîkayên şer bêhtir teşhîr dibin. Yek ji armancên esasî ya kampanyayê jî vegotina paradîgmayê ya ji bo gelan e. Li Amerîkaya Latîn, Efrîqa û herî dawî li Hindistanê dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind dibe. Ev yek bandora têkoşîna jinên kurd a 40 sala ye. Her çend di raya giştî de zêde xuya neke jî li Ewropayê li dijî jinan êrişên mezin hene. Bi taybet jî li dijî jinên pey azadiya xwe ketin. Her ku ev paradîgmaye belav dibe û jin bi hev re têdikoşin, dê pêşî li qirkirinê jî were girtin û tecrîd were şikandin.” 
 
MÎNAKA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
 
Guzel, anî ziman ku modernîteya kapîtalîst tevahiya cîhanê xistiye nava şer û navenda wê jî Rojhilata Navîn e. Guzel, axaftina xwe wiha dom kir: “Di heman demê de ev êriş li dijî modernîteya demokratîk û paradîgmaya jinê ya Abdullah Ocalan e. Girêdayî vî şerî jî polîtîkayên tecrîdê tên girankirin. Ji ber ku paradîgmaya Abdullah Ocalan hemû derdoran di nava xwe de dihewîne û pêkvejiyanekê pêşkeşî gelan dike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê ye. Weke tevgera jinan em ê ji bo ev felsefeye aj bide û li gel rêxistinên jinan bêhtir bi hev re tevbigerin, em ê bêhtir bên gel hev û li dijî tecrîdê têbikoşin.” 
 
BANG LI JINAN KIR
 
Guzel, bi lêv kir ku di çalakiyan de paradîgmaya Abdullah Ocalan bala jinan pir dikişîne û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek jin dibêjin ku heman pirsgirêkan dijîn û dixwazin vê paradîgmayê bixin meriyetê. Paradîgmaya Rêbertiyê her ku diçe li cîhanê belav dibe û li dijî vê jinên kurd tên qetilkirin. Li Ewropayê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin. Rêbertiyê wê demê got; ‘Ev komkujî li dijî min hatiye kirin.’ Pakîze Nayir, Sevê Demîr, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel, Gulistan Tara û Hero Bahattîn ji hêla hêzên komploger ve hatin qetilkirin. Jinên kurd, dînamîka herî zindî ya têkoşînê dibînin lewma êriş dikin. Banga me ji bo hemû jinan ew e ku li dora paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bicivin. Her ku em xwe birêxistin dikin dê bi ser kevin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

10/09/2024
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN