DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin

AMED - DFG’ê û MGK’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kirin û wiha gotin: “Em ê têkoşîna birûmet a çapemeniya kurd û rojnamevanên jin biparêzin û rastiyan ji gel re ragihînin.”
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta 6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku wê têkoşîna şehîdên çapemeniyê bidome û wiha hate gotin: “Em rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên herî dawî li Silêmeniyê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, em biryara xwe ya hilgirtina ala wan a têkoşînê dîsa tînin ziman. Wê tevî êrişan jî têkoşîna azadiyê nikaribe bê sekinandin."
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Di roja îro de em dixwazin têkoşîna çapemeniya kurd a ku ji dîrokê heta niha li ber xwe daye bi bîr bînin. Em dixwazin di vê roja watedar de balê bikişînin ser zextên li ser kedkarên çapemeniyê yên ku ji bo azadiya çapemeniyê dixebitin. 
 
Di vê rêwitiya zor û dirêj de em dikarin behsa serdemên girîng bikin. Belavbûna têkoşîna gelê kurd a li Rojhilata Navîn ji bo rojnamegeriya kurdî bû destpêkek nû. Zilm û zexta li ser kurdan li qada navneteweyî ya nedihat dîtin an jî bi awayekî ji heqîqetê dûr dihat dîtin. Ev valahiya mezin bi rojnamegerên ku kevneşopiya çapemeniya azad diparêzin, hat tijekirin. 
 
BERDEWAMIYA KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA KURD 
 
Kovar û rojnamegerên kurdî û tirkî yên bi pêşengiya Mûsa Anter û Gurbetelî Ersoz dihatin derxistin rojnamegeriya kurdî jî mezin kir. Ev di heman demê de bû berdewamiya kevneşopiya çapemeniya azad. Ozgur Gundem û Azadiya Welat bûn berdewamiya kevneşopiya çapemeniya Kurd. Şehîdên çapemeniyê yên bûn serkeftina kevneşopiya çapemeniya azad riya me ronî kirin. Bi dehan rojnamegerên kurd ji bo heqîqetê canê xwe feda kirin. Apê Mûsa, Gurbetelli Ersoz, Cengiz Altun, Huseyin Deniz, Hafiz Akdemir û bi dehan rêhevalên wan bûn pêşengên çapemeniya kurd û çapemeniya azad. 
 
EM BI SERHILDAN Û TÊKOŞÎNA WAN SERBILIND IN
 
Ji dema borî heta roja îro kedkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, girtin, saziyên wan hatin girtin û hatin kuştin. Bi zehmetiyên curbicur re rû bi rû man. Bi taybet jinên rojnameger di vê pêvajoya dijwar de berdêlên herî giran dane û li dijî zextan sekinîne. Bi vî rengî bûne remza azadiya çapemeniyê. Em bi serhildan û têkoşîna wan serbilind in. 
 
Em rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên herî dawî li Silêmeniyê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin, em biryara xwe ya hilgirtina ala wan a têkoşînê dîsa tînin ziman. Wê tevî êrişan jî têkoşîna azadiyê nikaribe bê sekinandin. 
 
DILDARÊN ÇAPEMENIYA AZAD BERDÊLÊN GELEKÎ GIRAN DANE
 
Dildarên çapemeniya azad berdêlên gelekî giran dane. Şopdarên heqîqetê carinan di nava çar dîwaran de carinan jî bêyî ku ji mirinê bitirsin rastî nivîsandin. Wêrektiyê, biryardarî û israra ji bo heqîqetê bi dildarên heqîqetê watedar bûn. Bi saya wan û bi saya şopdarên wan têkoşîna heqîqetê bi dawî nebû. Kelecana roja ewil îro jî dewam dike. 
 
EM Ê DEST JI FERASETA XWE YA ÇAPEMENIYA AZAD BERNEDIN
 
Em wekî rojnamegerên ku kevneşopiya çapemeniya azad diparêzin sozê didin ku em ê tu carî li dijî van hemû êrişan, li dijî van zextana dev ji feraseta xwe ya çapemeniya azad bernedin. Em vê yekê dîsa tînin ziman. Em ê xwedîderketina li têkoşîna bi rûmet a jinên rojnameger û çapemeniya kurd bidomînin, em ê ragihandina rastiyan a ji bo gel dewam bikin. 
 
Parastina azadiya çapemeniyê parastina girtina agahiyên rast a gel e. Em ê bi vê hişmendiyê her tim tev bigerin û em ê dengê kevneşopiya çapemeniya azad bilind bikin û em ê serhildana xwe ya li dijî zextan dewam bikin.
 
Em bi wateya Çapemeniya azad û şehîdên Çapemeniya Azad, Roja Çapemeniya Azad a kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin, em bi rêzdarî silav dikin.”

Sernavên din

07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin