Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin

MÊRDÎN/ÊLIH - Di 31’emîn salvegera qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar de Nîzamettîn Togûç behsa şahidiyên xwe kirin, hevjîna Sîncar, Cîhan Sincar jî wiha got: “Me di 31 salan de bi ser navê edaletê tiştek nedît.”
 
Parlamenterê Partiya Demokratê (DEP) Mehmet Sîncar û rêveberê Partiyê Metîn Ozdemîr dema xwestin bûyera ku endamên Meclisa Partiyê (PM) yên DEP’ê Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç hatine qetilkirin, li cihê bûyerê lêkolîn bikin , di 4’ê îlona 1993’yan de çûn Êlihê  û hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina Sîncar û Ozdemîr 31 sal derbas bûn. Piştî Sîncar û Ozdemîr hatin qetilkirin, li bajar qedexeya derketina derve hate îlankirin û wezîrên demê Necmettîn Cevherî û Mehmet Golhan îdia kirin ku failên hêj ku 24 saet derbas nebûne hatine girtin. Serokwezîra demê Tansû Çîller jî diyar kir ku faîl hatine girttin. Lê belê Midûrê Giştî yê Midûriyeta Polîsan Mehmet Agar dûrî daxuyaniyên hatine dayîn wiha gotibû, “Kar herimandin. Karê ku dê derkeve herimandin. Em hinekî bêdeng bin” û daxuyand ku faîl nehatine girtin. 
 
RAPORA ‘QEZAYA SÛSÛRLÛKÊ’
 
Cinayetê ewilî Tûgayên Tolhildanê yên Tirk (TÎT) girt ser xwe. Lê belê di qezaya li navçeya Sûsûrlûk a Balikesîrê de belgeyên derbarê cinayetan de agahiyê nû derketin holê. Di dîroka dewletê de ev bûyer wek “Qezaya Sûsûrlûkê” hat binavkirin û cînayet û kirinên derveyî qanûnî yên bi têkiliya dewlet, siyaset û mafyayan derketin holê. 
 
Di rapora ji hêla Karîbarê Serokwezîriya Demê Kûtlû Savaş ve hatiye amadekirin de cînayeta Sîncar jî cih girt. Di raporê de hat gotin ku Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr ji hêla Mahmût Yildirim ê wek “Yeşîl” tê naskirin û îtîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen, û Mesût Mehmetoglû ve hatiye qetilkirin. Tevî ku rapor gihişt ber destê Serokwezîrê dem Mesût Yilmaz jî ji avakarên JÎTEM’ê Mahmût Yildirim tu caran nehate dîtin. 
 
BIRYARA DARIZANDIN JI NÛ VE
 
Kesên di raporê de navên wan derbas bûne tu caran nehatin darizandin, di çarçoveye lêpirsîna qetilkirina Sîncar hatiye destpêkirin de tenê girtiyê Hîzbûllahê Cîhan Yidiz û firariyê heya niha nehatiye dîtîn Ejder Arpa wek berpirsyar hatin dîtin. Dema Yildiz hat darizandin cezayê muebeta giran lê hate birîn. Dosyeya Arpa jî hate cûdakirin. Dema parêzerê Yildiz di sala 2019’an de daxwaza darizandina ji vû ve kir û ev daxwaz ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hate qebûlkirin, dosye careke ji bo darizandin were kirin hate rojevê.  
 
GIRTÎ NEMAN
 
Di darizandina 2’ê cotmeha 2019’an de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye lidarxistin de Yildiz hate berdan, danişîna dawî jî di 6’ê hezîrana 2024’an de hat lidarxistin. Lê belê ne daxwaza girtina Yildiz hate qebûlkirin ne jî navên kesên din ên di “Rapora Sûsûrlûkê” de derbas dibûn, tev li dosyeyê hatin kirin. 
 
Di darizandina ku didome de dezgerê guheriye hêj jî mutalaya xwe nedaye û di danişîna dawî de jî dem xwest. Bi ser daxwaza demê ya dozger danişîn taloqî 10’ê kanûna hate kirin.  
 
Sîncar dê bi boneya 31’êmîn salvegera mirina xwe dê li cihê ku hatiye qetilkirin û li ser goristana navçeya Qosera Mêrdînê bi çalakiyan were bîranîn. 
 
‘EDALET NÎN E’
 
Hevjîna Sîncar roja qetilkirina hevjînê xwe vegot, destnîşan kir ku tiştên hatine jiyîn ji bo wan xemgîniyekî mezin e û wiha axivî: “Kurdekî binamûs bû. Li gel gelê xwe bû û li pey gotina xwe bû. Tekane sûcê wî ev bû û ji ber vê yekê hate qetilkirin. Ev yek ji bo me şerefekî mezin e. Şerefa wî jî wekî êşa wî mezin bû.” Sîncar diyar kir ku tevî 31 sal ser bûyerê derbas bûne ew bi ser navê edaletê tiştekî nedîtine û axaftina xwe wiha domand: “Em di danişîna dawî de em rastî dadgerekî bêyî cidiyet hatin. Tê bejî qey bi me re henekên  xwe dikirin, lîstikekî şanoyê dihat lîstin. Heke edalet heba berî her tiştî dê bi cidiyeta dosyeyekî parlamenterekê hûrmet nîşan dabana. Lê belê ji ber kurd bû bêyî cidiyet nêz bûn.” 
 
‘EM Ê BI SER KEVIN’
 
Sîncar da zanîn ku dosye wekî dosyeya Apê Mûsa û Vedat Aydin bi demboriyê ve birinû wiha pê de çû: “Me çi kir jî dosyeyê ber bi demboriyê ve birin. Lê belê em wê demboriyê nas nakin. Bi qasî ku ev hebin em ê li pey vê dozê bin. Ji tu kesekî tu daxwazên me nîn in. Tenê wekî her civakekî em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Heke vê yekê jî ji me re zêde bibînin, em ê jî ji destê me çi were bikin. Ji ber vê sedemê ez bang li gelê me dikim, bila tu kes hesaba xwe biçûk neke. Pirsgirêka me pirsgirêka bi sedan salan e. Em dizanin bê ka berdêla parastina vê dozê çi ye. Em bi zanebûna vê yekê têdikoşin.” 
 
Sîncar destnîşan ki ku heya îro Çapemeniya Azad û gel wan bi tenê nehiştiye û wiha dom kir: “Em bi xwedîderktina hev dikarin xwe bigihînin armanca xwe. Dibe ku bixwazin me li hemberî hev sor bikin. Lê divê em tevî vê yekê jî bi hev re bin. Dîrok gelek caran xwe dubare dike. Dixwazin polîtîkaya Dewleta Osmaniyan li ser gel bisepînin. Hezaran berxwedanên kurdan hene. Hemû jî bo me rûmet û şeref in. Em hêvî dikin ku rojên xweş nêz in. Em ê ji bo vê armanca xwe, xwedî li paşeroja xwe dervekin û dê bi ser kevin.”
 
QALA ROJA BÛYERÊ KIR 
 
Parlamenterê DEP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç ku di heman êrişê de birîndar xelas bû, tiştên ew roj hatiye serê wan vegot. Togûç da zanîn ku wê heyamê planên qirêj ku di dewrê de bûn îro jî heman plan di dewrê de ne û wiha got: “Mehmet Sîncar ji aliyê hêzên paramîlîter ên dewlêtê destek dida wan ve hat qetilkirin. Ew heyam wek heyama ‘faîl nediyar’ dihat binavkirin, lê belê faîl diyar bûn, çimkî faîl dewlet bi xwe bû. Habîp Kiliç hatibû qetilkirin. Em çûn şîna wî. Li vegera şînê Nesîmî Kiliç hat binçavkirin. Wî li Torosê siwar kirin û birin. Ez û Remzî Kartal, Hatîp Dîcle ji bo Nesîmî em çûn Amedê. Dema em derbasî emniyetê bûn, sê kesan pêşiya me birî û gotin ‘hûnê jî biçin’. Me bi midûrê emniyetê re hevdîtin kir. Wî jî got ku emniyeta Mêrdînê Nesîmî xwestiye. Me; Mehmet Sîncar, Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Remzî Kartal, Alî Yîgît li Êlihê civîn li dar xist. Em ê roja ewilî biçûna şînê. Dotira rojê me yê serdana dikandaran bikira û paşê jî bi rêxistinên sivîl re hevdîtinê bikira. Ji bo em piştevaniyê berfireh bikin, me vê plana xwe çêkiribû. Em çûn şînê. Me serê sibehê taştê xwar. Leyla Zana got duh polîsek hatiye û jê re gotiye, ‘Em ê sibê we neparêzin’. Lê çi dibû bila bibûya me biryar girtibû ku em bernameya xwe bibin serî. Ew roj me serdana dikandaran kir. Me ferqa kir ku hin kes me teqîp dikin. 
 
Roja bûyerê dema em ketin Kolana Elmayê, kesekî Mihemed sekinand û dest bi nîqaşê kir. Paşê me ev kes vexwend partiyê. Min ji Mihemed re got 'Em herin'. Me 20 gav avêtin û me gulebaran kir. Li Mihemed xistin û ket. Ji nêz ve gule berdan. Du demançeyên min hebûn. Min bi dest parastinê kir. Ez derbasî dikanekî bûm. Gulebaranek dijwar hatibû kirin. 3 gule li min ketin. Dema ez rabûm, min dît ku xwîn jê tê. Min li cihê ku Mihemed lê hat gulebarankirin mêze kir û ew ne li wir bû. Min texsiyek rawestand û çûm nexweşxaneyê. Ez di rê de ji ser hişê xwe çûm. Metîn Ozdemîr û Mihemed qetil kirin. Dema Zubeyîr, Leyla û Hatîp hatin cem min, diyar kirin ku rewşa wan giran e. Ji ber ku ez birîndar bûm, mirina wî ji min veşartibûn. Paşê ez çûm cem doktor û ji wan fêr bûm. Dayika min du rojan li ber deriyê nexweşxaneyê hatibû sekinandin. Destûr nedan ku min bibîne."
 
'ÇETEYÊN DEWLETÊ ÊRIŞÎ ME KIRIN’ 
 
Toguç anî ziman ku nûçegihanê TRT'ê li nexweşxaneyê çûye cem wî û pirsa ka kujer kî ye kiriye û got: "Min got kujer dewlet e. Ji ber ku qatil dewlet bû. Çeteyên ku ji aliyê dewletê ve tên destekkirin êrişî me kirin. 'Plana Têkbirinê’ ya ku dewletê niha xistiye meriyetê, wê demê jî di meriyetê de bû, lê bi ser neket. Îro dîsa ev plan wê bi ser nekeve. Zîhniyeta qetlîamker a wê serdemê hê jî polîtîkaya qirkirina kurdan dimeşîne. Komkujiyên wê serdemê îro jî li her cihê ku kurd lê hene berdewam dikin. Çend roj berê 2 rojnamegerên jin hatin qetilkirin. Lê belê çi bikin bila bikin, têkoşîna Mihemed û yên dan pey daw û doza wî têk neçûn, serî netewandin û wê netewînin jî.” 
 
MA / Ahmet Kanbal - Fethî Balaman 
 
 

Sernavên din

05/09/2024
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin
15:49 Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin
15:30 Bertek nîşanî projeya HES’ê dan: Dixwazin nasnameya Dêrsimê tune bikin
15:29 Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê
15:28 Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?
15:11 Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir
15:09 Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin
14:18 Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin
14:17 Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome
14:16 Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere
13:33 GOÇÎZDER: Em ê xebatên xwe bidomînin
13:31 Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê!
13:26 Li Stenbolê dê panela ‘Şer, xizanî û çareseriya demokratîk’ bê lidarxistin
12:11 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
11:52 Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê
11:46 13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê
11:44 Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin
11:35 DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin
11:28 Ji mitînga 1’ê Îlonê: Aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:34 Li Pirsûsê serdegirtinên malan
10:33 Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze
09:02 Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?
09:02 Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin
09:01 Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev
09:00 Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye
09:00 ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN
08:02 Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? Derket
01/09/2024
21:59 KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan
21:29 Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan