Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide

  • jin
  • 15:13 20 Tebax 2024
  • |
AGIRÎ - Jinan, Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak ê ji DEM Partiyê îstîfa kir bi meşê şermezar kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya banga “ji şaredariyê jî îstîfa bike” li Bûdak kir, wiha got: “Heta ku tu vê tiştê nekî tu dê bibî xiyanetkar, talanker, dijminê jinan û gelan.”  
 
Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, têkildarî îstifakirina Hevşaredarê Avkevirê ya Agiriyê Mehmet Alî Budak, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên "Dijminên jinan û gel ji şaredariya me derkevin" û "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" hatin vekirin. Beriya daxuyaniyê jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ji ketina navçeyê heta şaredariyê meşiyan.
 
HÛN Ê LI PÊŞBERÎ VÎ GELÎ DÊ BÊRÛMET BIMÎNIN’ 
 
Piştî meşê ewilî Hevşaredara Avkevirê Cemîle Dûman di daxuyaniya li ber şaredariya Avkevirê hate dayîn de axivî û wiha got: “Em feraseteke ku jinan paşguh dike qebûl nakin. Em tevgereke jinê ne ku li hemû cîhanê mezin bûye. Vî kesî hem îradeya jinan, hem ciwanan û hem jî îradeya gel xesp kir. Weke bazirganekî xwe nêzî şaredariya gel kir. Gelê me xiyanet û qehremaniyê baş dizane. Em baş dizanin ku gelê me yê navçeyê wê bi me re pêş ve biçe. Li dijî zîhniyeta ku şaredariyê cihê qezencê dibîne em vê têkoşînê bi kedeke mezin didin meşandin. Vî kesî gef li min xwar. Hûn ê li pêşberî vî gelî bêrûmet bimînin.”
 
‘KESÊN HEVSEROKATIYÊ NAS NEKIN JI ZIHNIYETA QEYÛM NE CUDATIR IN’
 
Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û got: “Em di şexsê Mehmet Alî Bûdak de vê ferasetê şermezar dikin. Kî bin bila bibin, ger pergala me ya hevserokatiyê nas nekin, ji zihniyeta qeyûm ne cuda ne. Ev kes dixwaze li wê şaredariyê bi tena serê xwe li wê kursiyê rûne. Erê, ew niha tenê rûniştiye. Li pişt wî ne gel heye, ne jin, ne ciwan, gelê kurd her roj nifiran lê dike. Niha Mehmet Alî Budak bi tena serê xwe li wê şaredariyê rûniştiye. Li wê şaredariyê li ku dinêre, tenê xwe, rûyê xwe dibîne. Lê dema ev kes li vê şaredariyê dinêrin bêşerm û bêrûmetiya Mehmet Alî Budak dibînin. Dibîne çawa xiyanet li vî gelî kiriye, dibîne ku li hemberî partiya xwe çiqas bê prensîb tevgeriyaye.”
 
‘EW ŞAREDARÎ YA GELÊ AVKEVIRÊ YE’ 
 
Turkoglû, anî ziman ku Mehmet Alî Bûdak hewl dide bi rejîma yek zilamî re navçeyê bi rê ve bibe û wiha berdewam kir: “Lê em dibêjin ku em tu hêmanên rejîma yek zilamî qebûl nakin, red dikin. Şaredariya Avkevirê aydê gel e. Ew şaredarî ya gelê Avkevirê, jin, ciwan û DEM Partiyê ye. Ji ber ku em dizanin DEM Partî gel e. Fikra DEM Partiyê zelal e. Demokrasî bingeh e, sosyalîst e, her tiştî bi gelê xwe re dike, hildiberîne. Ger gelê Taşliçayê partiyeke weke AKP’ê bixwesta çima dengê xwe didan DEM Partiyê? An jî dixwest bide partiyeke din, lê bawerî û baweriya xwe bi DEM Partiyê anî. Gel got DEM Partî îradeya min e û gel pergala hevserokatiya DEM Partiyê parast.”
 
BANGA ÎSTÎFAYÊ KIR
 
Turkoglû, bal kişand ku divê Mehmet Alî Budak demildest ji şaredariyê îstifa bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev banga me jinan e. Hûn jî dê ji vê şaredariyê îstifa bikin. Divê hûn jî ji şaredariyê îstifa bikin. Ger îro hûn vê nekin, sibê nekin, bawer bikin ev civak heta heyamekê we ji bîr nake. Ger namûs hebe, exlaq hebe, hûn dikarin îstifa bikin û hinekî bi rûmet bimeşin. Lê heta hûn vê nekin hûn ê bibin xayin, qezenckar, talankar, dijminê jin û gelan. Em destûrê nadin vê, îradeya we jî nas nakin. Em di şexsê gelê Avkevirê de îro li vir we şermezar dikin.”
 
Piştî daxuyaniyê jinan li navenda navçeyê meşek organîze kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin" hatin berzkirin. Jinan meş bi çepikan bi dawî kir. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/08/2024
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû
13:21 Hurgiliyên ‘mutabeqata’ Enqere û Bexdayê derketin holê
12:34 Îranê mamosteyekî kurdî girt
12:17 Kedkara Çapemeniya Azad Demîrê jiyana xwe ji dest da
12:16 Şaredariya Wêranşarê li dijî medeyên hişbirê xebat da destpêkirin
11:18 Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê