Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû

  • rojane
  • 15:23 14 Tebax 2024
  • |
MELETÎ - Cenazeyê endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş li Meletiyê bi girseyî hate definkirin. Rojnameger Haydar Ergul ku tevî Aktaş hatibû Tirkiyeyê sedemên hatina xwe vegot û wiha got: “Ji bo komara înkarger veguherînin komareke demokratîk, me bersiva daxwaza aştiyê da.” 
 
Endama Koma Duyemîn a Aştiyê Alî Şukran Aktaş ku di 29’ê cotmeha 1999’an de ji Ewropayê hate Tirkiyeyê, dema li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat tedawîkirin, di 12’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktaş li bajarê wî gundê Taruca yê navçeya Arxan a Meletiyê hate definkrin. Li gel endamên malbatê, her wiha Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar Sebahat Tuncel, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehan, partiyên siyasî û gelek welatî jî tev li merasîma definkirinê bûn. 
 
Kesên beşdarî torena cenazeyê ya li Cemxaneya Daricayê bûn, wêneyên Aktaş hilgirtin. Toren, bi hişyarkirina cenazeyê ya ji hêla Pîrê Cemxaneyê ve dest pê kir. Piştre xwişka Aktaş, Fadîme Aktaş axivî û wiha got: “Serê gelê kurd sax be.” 
 
'JI BO BIBE BERSIVA BANGA AŞTIYÊ YA ABDULLAH OCALAN HAT’ 
 
Piştre jî rojnameger Haydar Ergul axivî ku li gel Aktaş di heman Koma Aştiyê de cih digirt. Ergul, da zanîn ku jiyana Aktaş bi têkoşînê derbas bûye û wiha got: “Tu kes bi dilxwazî naçe girtîgehê. Lê hevalê Alî, di çarçoveya banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a aştiyê de bi dilxwazî hate vê derê. Nîqaşa ‘gelo em ê çiqas di girtîgehê de bimînin’ nekir. Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê hate vir. Me bi hev re di 4 rojên binçavkirinê de pêvajoyeke giran jiya. Lê tu caran serî netewand û li ber xwe da. Hevalekî dilnizm bû û dilsozê doza xwe bû. Kesayeteke kedkar û fedekar bû. Her tim li ber xwe dida. Ji hêla fikrî ve xwe kûr dikir, li çareseriyê digeriya û dizanî ku ji bo demokrasî û azadiyê hewcehî bi aştiyê heye. Yek ji kesên herî çalak bû lê tu caran pêşçav nebû. Ev jî çandeke ku tevgera azadiyê afirandiye.” 
 
Di berdewamê de Ergul anî ziman ku weke Koma Aştiyê di salvegera damezirandina komarê de hatine Tirkiyeyê û wiha got: “Dîroka hatine me girîng bû. Ji bo komara înkarger veguherînin komareke demokratîk me bersiv da daxwaza aştiyê. Heval Alî jî ji bo vê daxwazê li vir bû. Ji heqiyê hat û di rêya heqîqetê de çû.”
 
BAYINDIR: ALİ HEVAL ALÎ DERWÊŞÊ KURDAN BÛ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ev tişt anî ziman: “Heval Alî derwêşekî kurdan bû. Ji bo heqîqetê têkoşiya. Em jî dê di rêya wî de bimeşin. Li ser banga aştiyê ya birêz Ocalan hat vê derê. Têkoşîna xwe li vir jî domand. Zîhniyeta înkarê ji wê demê ve didome lê hevalên weke heval Alî têkoşîna xwe domandin. Dê bi milyonan hevalên wî jî meşa xwe ya di rêya wî de bidomînin.” 
 
HATÎMOGÛLLARI: JI BO TIRKIYEYÊ ŞENSEK BÛ 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Alî Şukran şoreşgerek bû ku ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê têkoşiya. Ji bo aştiya Tirkiyeyê şensekî mezin bû. Hevalên weke heval Alî Şukran ne tenê gelê kurd, li Tirkiyeyê tovikên pêkvejiyanê reşandin û mohra xwe li xebatên dîrokî dan.”
 
Piştî xwendina gulbangê, li ser wesiyetê cenazeyê Aktaş birin goristana gund. Jinan cenazeyê Aktaş hilgirtin û bi tililî û çepikan birin goristanê. Aktaş, bi dirûşma “Şehîd namirin” li rex dayika xwe hate definkirin. 
 
Merasîma definkirinê piştî belavkirina loqmeyê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

19/03/2025
10:31 Êlih dê Newroza xwe bi daxwaza azadiya Ocalan pîroz bike
10:26 Ji DEM Partiyê ji bo Îmamoglû daxuyanî: Tolhildana têkçûnê ye
10:25 Ji bo Newroza Mêrsînê bang
10:23 Dozgeriyê binçavkirina Îmamoglû girêdayî KCK’ê kir
09:59 Dîroknas Aydin: Aştî li ser bingeha welatîbûna wekhev pêkan e
09:58 Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike
09:55 Ji Serokê Baroya Dîlokê ji bo pêvajoyê pêşniyaza 'destûra bingehîn a nû' li baroyan
09:48 Piştî binçavkirina Îmamoglû medyaya dijîtal hat bisînorkirin
09:40 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû dan
09:40 Li Stenbolê çalakî û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
09:24 Ji bo rojnameger Îsmaîl Saymaz biryara binçavkirinê hat dayin
09:22 Newrozên dîrokî yên Amedê
09:19 ‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin'
09:17 'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir'
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin