'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di hefteya 16’emîn a çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de xizmên grtiyan bal kişandin ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha gotin: “Divê bi Abdullah Ocalan re pêwendî bên danîn.” 

Çalakiya xizmên girtiyan a “Tecrîdê bi dawî bike” ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hatiye destpêkirin, di hefteya 16’an de berdewam kir. xizmên girtiyan ên li Wan û Edeneyê hatin gel hev, peyama “Meseleya kurd meseleya sereke ya Tirkiyeyê ye. Aktorê sereke yê meseleya kurd jî birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
WAN
 
Xizmên girtiyan û TUHAY-DER’ê di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de li pêşiy avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Deng bide zindanan” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harun Okay, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li bûn. Ji rêveberên DBP’a Rêya Armûşê Hasan Şahîn daxuyanî xwend. 
 
'EM BANG LI RAYEDARAN DIKIN LI GORÎ QANÛNAN TEVBIGERIN’ 
 
Şahîn, da zanîn ku mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyan di bin xetereyê de ne û wiha got: “Bi hezaran girtiyên nexweş, ên astengdar, zarok û kal di girtîgehan de ne û divê bên berdan. Îktîdarek heye ku li benda mirina wan e. Bi mehan bersiva daxwaza wan a revîr û muayeneyê nayên dayin. Wezaretên dadê û tenduristiyê sûc dikin. Ji mirina girtiyên nexweşiya wan giran, îktîdar berpirsyar e. Girtinên neheq û domdirêj, hem malbatên girtiyan mexdûr dike hem jî derfetên tedawiyê bisînor dike. Her sal zêdetirî 100 girtî û hikûmxwar jiyana xwe ji dest didin. Her yek ji wan cînayeteke siyasî ye. Em bang li îktîdarê dikin ku nebe şirîkê van cînayetan û li gorî qanûn û hiqûqê tevbigere.” 
 
'DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN’
 
Di berdewamê de Şahîn anî ziman ku tecrîda girankirî ya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê derhiqûqî ye û wiha pê de çû: “Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de rewşeke agahînegirtina mutleq tê domandin. Ji 25’ê adara 2021’ê ku hevdîtina dawî bi birêz Abdullah Ocalan re hatibû kirin heta niha, ji bo hevdîtinê parêzeran 397 caran û malbatan jî 177 serlêdan kirin lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê ev serlêdan bêbersiv hiştin an jî bêyî hincetek were nîşandan bi îdiaya ‘cezayê disiplînê’ hatin redkirin.” 
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Çalakiya xizmên girtiyan a Edeneyê ku bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bike” tê lidarxistin, hefteya 16’emîn li pey xwe hişt. Girseya ku li pêşiya avahiya AKP’a Edeneyê hate gel hev, xwest tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin. Rêveberên HDK, Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, AATUHAY-DER, AYKAY-DER’ê tev li çalakiyê bûn. Girse ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. 
 
'GIRTÎGEH EYNIKA WELAT IN’
 
Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ve hate xwendin. Aydemîr, got ku girtîgeh, eynika welatan e û da zanîn ku zêdetirî 350 hezar kes girtî ne û bertek nîşanî girtin û binçavkirinên di demên dawî de ji ber govendên kurdî tên girtin da. 
 
Aydemîr, got ku li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet tune ye û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehan her cureyên zext û muameleyên xerab tên kirin. Di salên dawî de girtiyên li tîpên F, S û Y’yê dimînin, tên tecrîdkirin. Girtiyan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û saetekê dibin hewadariyê. Em dibêjin êdî bes e. Lanet li vê bêedaletiya we, bêhiqûqtiya we be. Heta ku hûn wiha bikin dê berxwedana me jî bidome.”
 
'TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKE’
 
Aydemîr, axaftina xwe wiha qedand: “Meseleya kurd, meseleya herî sereke ya Tirkiyeyê ye. Yek ji aktorê herî mezin ê çareseriya vê meseleyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Birêz Ocalan dibêje; werin em meseleya kurd bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin. Ev pirsgirêk dikare bi muxatabên wê re were çareserkirin. Bi rêbazên aştiyane û demokratîk dikare were çareserkirin. Dev ji vê polîtîkaya xwe ya neçareseriyê berdin. Dawî li van binpêkirinên li girtîgehan û sepanên dij-demokratîk bîni.” 
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû. 

Sernavên din

12/08/2024
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin