Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan

img
ÊLIH - Tevî nexweşiyên xwe yên giran, sedan girtiyên siyasî nayên berdan. Xizmên girtiyên nexweş yên li Êlihê dijîn xwestin “zilma” tê meşandin bi dawî bibe. 
 
Di girtîgehan de 651’ê wan giran, bi giştî hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên nexweş bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên “dikare di girtîgehê de bimîne” tê astengkirin. Abdulalîm Kaya (82) birayên Firat û Emrah Nebîoglû, Mehtî Aykoç (55) û Mehmet Emîn Çam ji van girtiyên nexweş hinek in. 
 
ABDÛLALÎM KAYA
 
Girtiyê nexweş ê giran Abdulalîm Kaya di Girtîgeha Tîpa T ya Beşirî ya Êlihê de tê ragirtin û ji sedî 93 rapora wî ya astengdariyê heye. Di heman demê de nexweşiyên dil, prostat, gurçik û nexweşiya demansê yên Kaya hene. Cezayê Kaya di 14’ê cotmeha 2020’an de hate erêkirin û hêj ku kêlên emeliyatê jê nehatine girtin, hate binçavkirin û piştre hate girtin. Kaya yê şandine girtîgehê 60 rojan bi tena serê xwe hate ragirtin û dermankirina wî nîvcoyî hate hiştin. Bi hewldanên mezin di 31’ê adara 2023’yan de cezayê wî 6 mehan hate taloqkirin û hate berdan. Hêj ku dermankirina wî didomiya, di 31’ê adarê de careke din hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ: BILA ZILM DAWÎ BIBE
 
Kurê Kaya, Felemez Kaya ji bo ku bavê wî demên xwe yên dawî di girtîgehê de derbas neke, banga hestiyariyê kir û wiha axivî: “Rewşa bavê min ji ber germahiya girtîgehan xirabtir bû di di 3’yê tebaxê de wî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û di 5’ê tebaxê de careke din birin girtîgehê. 3 rojan di nexweşxaneyê de ragirtin û careke din şandin di nav germahiya girtîgehê. Dema em roja çarşemê pê re axivîne wiha got, ‘Ez nikarin îdare bikim, ez nikarin bi germahî, pîratî û nexweşiyên xwe, dê li vir bimrim’. Hemû hewldan û serdanên me yên ji bo dermankirina wî bêencam man. Jixwe ATK bi tu awayî rewşa girtiyan nanêre û wan arasteyî mirinê dike. Bavê min di nasnameyê de 82 salî ye lê bi rastî 86 salî ye. Gelek pîr û gelek nexweş e, ev wijdanekî çawa ye? Em dixwazin rojên xwe yên dawî di mala xwe de li gel zarok ûneviyên xwe derbas bike. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe.”
 
MEHMET EMÎN ÇAM: DIBE KU KRÎZA DIL DERBAS BIKE
 
Mehmet Emîn Çam ê di heman girtîgehê de tê ragirtin jî ji ber di mejiyê wî de ûr hatiye dîtin neçar e ku heya dawiya emrê xwe dermanan bi kar bîne. Di heman demê de du caran emeliyata gurçikan derbas kir. Di gurçikan de tim kîst çêdibe. Herwiha Çam emeliyata kataraktê derbas kir, di çavên wî de miyop û astîgmat heye. Guhê rastê yê Çam nabihîse û ji ber Çam ji aliyê xwe yê çepê felc derbas kiriye, di meşînê de zehmehiyê dikêşe. Şîmel Çam a roja çarşemê çûye serdana bavê xwe wiha got: “Nexweşiyên wî her ku diçe girantir dibin. Ji ber felcê di meşê de zehmetiyê dikêşe, dema yek dikeve milê wî dikare di pêlekanan de hilkişe. Berî niha krîza dil derbas kiribû. Ji 3 demaran 2’yê wan vekiribûn. Tevî nexweşiyên wî yên gurçik, çav, guh û prostatê hene nayê berdan. Ev wijdanekî çawa ye? Nêta kesên van biryaran didin diyar e. Ji bo cenazeyê bavê ji girtîgehê derkeve ferman girtine. Bila ev zilm bi dawî bibe.”
 
‘KÊMANIYA GURÇIKAN PÊ RE HEYE’
 
Nexweşiyên wek kêmaniya gurçikan, kêm bihîstin, serêşî û tansiyona girtiyê nexweş Mehtî Aykoç ê di Girtîgeha Tîpa L ya Panosê de tê ragirtin hene. Eylem Aykoç di 7’ê tebaxê de bi bavê xwe re axivî, diyar kir ku rewşa bavê wê her ku diçe girantir dibe û ev tişt gotin: “Ji ber kêmaniya gurçikan di şert û mercên girtîgehê de zehmetiyê dikêşe. Herwiha di girtîgehê de pirsgirêka av, xwarin û kantînê jî heye. Jimartina ser piya li girtiyan ferz dikin, sewqa wan a nexweşxaneyê dereng tê kirin.”
 
BIRAYÊN NEBÎOGLÛ
 
Birayên girtî Firat (24) û Emrah Nebîoglû (30) tevî pirsgirêkên tenduristî yên giran nayên berdan. Ji birayên girtî Firat Nebîoglû yê di Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin, felc derbas kiriye û ji sedî 92 rapora wî ya astengdariyê heye. Herwiha Nebîoglû pirsgirêka kêmaniya gurçikan, dîtina çavan û bihîstîna guhan dikêşe. Nebîoglû neçar e ku di nava hefteyê de 3 rojan biçe diyalîzê. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ji ber kêmaniya gurçikan ji Nebîoglû re rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” amade kir. Lê belê ATK’ê di 14’ê adara 2022’yan de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir.  
 
Ji birayan Emrah Nebîoglû jî di Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê tê ragirtin. Dema di sala 2014’an de li dijî êrişa Kobanê ya DAIŞ’ê de çalakî hatin lidarxistin, Nebîoglû ji ber guleya li serê wî ketiye, felcê derbas kir. Tevî bi halê xwe yên felcbûyî bi hinceta “gumana revînê” nayê berdan. Pirsgirêkên Nebîoglû yên şemitîna çavan, kêm bihîstin û tansiyona bilind hene. 
 
DIXWAZE ZAROKAN BIBÎNE
 
Nexweşiyên şekir, fitiq û tansiyonê yên Rahîme Nebîoglû (56) hene û dayik anî ziman ku kurên wê yên di girtîgehê de tê ragirtin arasteyî mirinê tên kirin, serlêdanên wan kirine jî bêyî encam mane. Nebîoglû xwest girtiyên nexweş werin berdan, banga hestiyariyê ji raya giştî kir û wiha bang kir: “Ev demekî dirêj e ku ez zarokên xwe nabînim. Ez wan meraq dikim. Tenê di telefonê de dengê wan dibihîsim. Ev zilma li girtiyên nexweş dikin her ku diçe girantir dibe. Çima ji bo girtiyên nexweş tu kes tiştekî nake? Ji destê kê çi tê bila bike.”
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
16:22 Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
16:03 Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da
16:00 Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
15:17 Li Cûdî şewat derket
15:16 Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin
14:37 Girtî Erdemcî hate derbkirin
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!