Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin

STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan piştî serdana girtiyên ji doza Geziyê daxuyanî dan û bang kirin ku biryarên DMME’yê bên sepandin û girtî bên tehliyekirin. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan çûn Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) û serdana Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya, girtiyên doza Geziyê Osman Kavala, Tayfûn Kahraman, Can Atalay û Selçûk Kozagaçli kirin. Hatîmogûllari û Bakirhan piştî hevdîtina li girtîgehê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê dan çapemeniyê. 
 
HATIMOGÛLLARI: GEZÎ NAYÊ DARIZANDINÊ 
 
Hevserok Tulay Hatimogûllari destnîşan kir ku çalakî û doza Geziyê wîjdanê civaka Tirkiyeyê bû û wiha got: “Bi milyonan kes beşdarî berxwedana Geziyê bûn. Dixwazin heyfa berxwedana Geziyê ji girtiyên li Silîvriyê û li girtîgehên din tên ragirtin, bigirin. Dixwazin heyfê ji Osman Kavala, Çîgdem Mater, Can Atalay bigirin. Ne mimkûn e ku ev bê qebûlkirin. Gezî nayê darizandin, bi milyonan kes nayê darizandin. 
 
Em hemû qurbaniyên berxwedana Geziyê bi bîr t înin. Biryarên doza Geziyê û Kobanê ji hev qut nîn in. Mantiqê ku ceza li Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş birî û mantiqê ceza li doza Geziyê birî heman in. Lewma berxwedana me ji Geziyê heta Kobanê dirêj dibe. 
 
BILA BIRYARÊN DMME’YÊ BÊN SEPANDIN 
 
Doza Geziyê û Doza Kobanê dozên şerma daraza Tirkiyeyê ne. Divê ji ber van dozên şermê daraz nikare derveke nava xelkê. Ji îdianameyên her du dozan bigirin heta naveroka wan û biryarên li ser wan hatine dayîn vikûvala ye. Ji ber tweetekê bi dehan sal ceza li îradeya bi milyonan kes birîn. Ne mimkûn e ku ev bê qebûlkirin. Heke ku Tirkiye aliyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye bila tiştên pêwîst bîne cih. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên sepandin.
 
Em êdî ji vê siyaseta cihêkirin û dubendiyê ya li Tirkiyeyê re dibêjin bes e. Divê ev her du doz jî ji nû ve di ber çavan re bên derbaskirin.”
 
BAKIRHAN: GEZÎ NAYÊ DARIZANDIN
 
Hevserokê Giştî Bakirhan bilêv kir têkoşîna Geziyê îtîraza li dijî şaşî, qirkirina xwezayê, bêheqî û edaletê ye û wiha got: “Lewma hûn nikarin eywanên ku Geziyê bidarizînin peyda bikin. Ji ber li wir bi mîlyonan kes hene. Heke hûn ê Geziyê bidarizînin, divê hûn jinan, ciwanan, xwezahezan, tirkan, kurdan, elewiyan bidarizînin. Sedema gotina hûn nikarin Geziyê bidarizînin jî ev e. Gezî nayê darizandin ji ber li Geziyê tu sûc nîn in. Seknekî li dijî qirkirina xwezayê, berxwedanek hebû. Heke yekî ku di Geziyê de were darizandin hebe ew jî yê ku Geziyê veguherandiye dojêhê ne. Yên ku xaza îsotê û panzeran li gel reşandine ne. Yên ku mirovan di nava kolanan de birîndar kirine û li wan deran hiştine ne.” 
 
Bakirhan anî ziman ku divê girtiyên doza Gezî û Kobanê divê werin berdan û wiha pê de çû: “Bawer bikin bi qasî ku dozên Gezî û Kobanê hebin dê Tirkiye li cihê xwe bimîne. Wekî duh, em ê îro jî piştevaniya hevalên xwe yên ji doza Geziyê ceza girtine bikin. A herî girîng girtiyê Geziyê Can Atalay ê wek parlamenter hatiye hilbijartin e û divê were berdan. Dadgeha Destûra Bingehîn ev du car e biryar Dadgeha Bilind daye betal dike. Cihê Can ne girtîgeh e, parlamento ye. Ez bang li Serokê Meclisê dikim ku bila peywira xwe pêk bîne. Mafên Can û parlamenteriya wî divê bidin wî.”
 
Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Ez doz şermezariya Tirkiyeyê ye. Ev doz nîşaneyên herî baş in ku li Tirkiyeyê demokrasî nîn e. Divê demildest desthilat jî ji encamên derketine holê dersa xwe bigire, li şûna muxalîfan neheqî û derveyî hiqûqî bidarizîne, ji bo darazaekî biryarên bêhtir demokratîk dide ava bike çi ji destê wan tê pêk bîne.”
 
 

Sernavên din

07/08/2024
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
15:02 Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man
14:41 Serokwezîra Bangladeşê welat terikand
14:20 Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin
14:20 Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive
12:04 Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin
11:22 Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye
10:36 Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
10:34 Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an
09:52 ENAG: Di meha tîrmehê de enflasyon ji sedî 5,91 zêde bûye
09:29 Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
09:11 Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
09:04 ‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
09:01 Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
08:33 Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû
04/08/2024
22:37 Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist
22:14 Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
20:17 Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
19:59 Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
17:41 Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
17:09 Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin