‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’

AMED - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bertek nîşanî qedexeyên li dijî kurdî dan û wiha gotin: “Qedexekirina zimanê kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan.” 
 
Şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, li ser gelek cadeyan nivîsên hişyariya trafîkê yên bi kurdî “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibûn. Nivîsên bi kurdî, li ser fermana Wezareta Karên Hundir hatin jêbirin. Bertekên li dijî vê sepanê her ku diçe zêdetir dibin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê bertek nîşanî êrişê li dijî kurdî dan. 
 
ERTAK: PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA ZIMAN E 
 
Hevserokê Komeleya 78’an a Piştevanî û Lêkolînê Ahmet Ertak, diyar kir ku ji destpêka komarê heta niha heman polîtîka li dijî ziman û çanda kurdî tên meşandin. Ertak, got “Pirsgirêka kurd berî her tiştî pirsgirêka ziman e” û wiha pê de çû: “Qebûlnekirina zimanê gelekî, di heman demê de qebûlnekirina hebûna wî gelî ye. Şaredariyan di demên berê de bi zimanên erebî, kurdî û tirkî tabela amade kiribûn. Yên li vî bajarî dijîn kurd in. Lewma nivîsandina van nivîsan a li ser cadeyan, peywira şaredariyê ye. Qedexekirina wan, qedexekirina hebûna kurdan e. Em vê qebûl nakin.” 
 
Bi domdarî Ertak destnîşan kir ku qedexekirina zimanê dayikê di mijara aştiyê de jî zehmetiyan bi xwe re tîne û ev tişt anî ziman: “Divê civak her tim di ferqa vê de ve û xwedî seknek be. Bila her kes li her derê zimanê xwe derxe pêş. Bersiva herî mezin a li dijî zimanê me dê bibe ev.” 
 
SAÇAKLI: DIVÊ DEV JI VÊ POLÎTÎKAYÊ BERDIN
 
Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Herêmê Tahir Saçakli jî got ku bêtehemûliya li hemberî kurdî, pirsgirêka kurd kûrtir dike. Saçakli, axaftina xwe wiha domand: “Divê Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên aştiyane biavêje. Divê îktîdar di nêztirîn demê de dev ji van polîtîka û seknên xwe berde. Civak, li benda çareseriya pirsgirêka kurd e. Heke hiqûq tune bibe dê Tirkiye jî winda bibe. Hiqûqa li Amedê winda dibe, li Stenbol, Îzmîr û Colemêrgê jî winda dibe. Li Tirkiyeyê gelek ziman, mezheb û jiyan û çandên cuda hene. Ji bo pêkvejiyana van, hewcehî bi demokrasiyê heye. Jiyaneke biaram wiha pêkan e. Mercên nebaj ên li welat bi her kesî didin windakirin. Ya ku dide qezenckirin, aştî û demokrasî ye.” 
  
AKDENÎZ: AŞTÎ, BI QEBÛLKIRINA MIN DEST PÊ DIKE 
 
Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî diyar kir ku îktîdar ji ziman û çanda kurdan aciz e. Akdenîz, axaftina xwe wiha qedand: “Heke hûn hebûn, ziman û çanda miletekî red bikin, hûn nikarin aştiyê pêk bînin. Ji ber ku zimanê me, sedema hebûna me ye. Heke hûn di vê sedsalê de rê li ber axaftina bi zimanê dayikê bigirin, gerandina govendê, avêtina tililiyan û hwd. bigirin, ev yek şermekî mezin a hiqûqî ye. Bi rastî jî şermekî pir mezin e. Ma axaftina kurdan a bi zimanê xwe yê dayikê çi zirarê dide te? Heke aştiyek pêk bê, ev yek ji ewil bi qebûlkirina hebûna min dikare pêk bê. Aştî, bi qebûlkirina min dest pê dike. Heke rêz û hurmeta we ji bo ziman û hebûna miletekî tune be, wê demê rêz û hurmeta we ji bo aştiyê jî tune ye.” 

Sernavên din

07/08/2024
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
15:02 Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man
14:41 Serokwezîra Bangladeşê welat terikand
14:20 Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin
14:20 Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive
12:04 Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin
11:22 Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye
10:36 Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
10:34 Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an
09:52 ENAG: Di meha tîrmehê de enflasyon ji sedî 5,91 zêde bûye
09:29 Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
09:11 Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
09:04 ‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
09:01 Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
08:33 Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû
04/08/2024
22:37 Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist
22:14 Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
20:17 Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
19:59 Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
17:41 Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
17:09 Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar