Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin

  • rojane
  • 15:18 31 Tîrmeh 2024
  • |
img

MÊRDÎN -  Piştî Kerboranê li navçeya Nisêbînê jî nivîsa “Pêşî Peya” bi hinceta “Li dijî standartên destnîşankirina trafîkê yên rêbejê ne” hatin jêbirin. 

 
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê nivîsa hişyariyê ya “Pêşî Peya” hatibû jêbirin. Niha jî li navçeya Nisêbînê nivîsên bi kurdî hatin jêbirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di çarçoveya şaredarvaniya pirzimanî de wan li seranserî rêyên nava bajar û lewhayên trafîkê bi zimanê kurdî jî nivîsandine. Bi domdarî hat gotin ku qeymeqamtî û walîtiyê ji şaredariyên navçeyan re nivîsa “Hatiye tespîtkirin ku li dijî standartên destnîşankirina trafîkê yên rêbejê ne” hatiye şandin. Di berdewamê de hat destnîşankirin ku di nivîsê de hatiye xwestin ku nivîsên bi kurdî di nava saetên mesaiyê de bên jêbirin lê di saetên şevê de boyax li ser nivîsan hatiye rijandin û nivîsa hişyariyê ya “Pêşî Peya” hatiye jêbirin. 
 
‘BERDEWAMIYA ZÎHNIYETA QEYÛM E’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şaredariya wan modêleke ku ol û ziman bi hev re dijîn esas digirin û wiha dom kir: “Em di nava hewldanên pêşxistina pirzimaniyê de ne. Di vê çarçoveyê de jî me li ser lewhayên hişyariyê yên trafîkê û îkonan li gel tirkî, zimanê xwe yê dayikê kurdî jî lê zêde kir. Gelê bajar ev xebata me bi keyfxweşiyeke mezin pêşwazî kir. Lê belê polîtîkayên qeyûm a ku çanda dewlemend a bajarê me ranagire û hewl dide civaka me ji ziman û çanda xwe dûr bixe, li Nisêbîn û Kerboranê êrişeke kirêt li dijî van lewhayên hişyariyê û îkonan kir.” 
 
‘EM Ê ÇANDA BAJAR BIPARÊZIN’
 
Şaredariyê ragihand ku tiştên diqewimin zirarê didin pirzimanî û pirçandîtiyê û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev sepanên bi kurdî ji bo hêsankirina jiyana rojane ya gelê me ne. Nivîsên hişyariyê yên trafîkê yek ji xizmetên sereke ye û me jî bi zimaneke ku her kes baş jê fêm dike nivîsandiye. Ev yek ji bo ewlehî û xwegihandinê girîng e. Ji bo civak hêj bêhtir li hemberî hev sor nebe û rê li ber rageşiyan neyê vekirin, divê tavilê ev sepane bên bidawîkirin. Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê em vê êrişa li dijî pirzimaniyê şermezar dikin. Piraniya xelkê bajar kurd e û ev êriş nayê qebûlkirin. Dê ev êriş nekarin pêşî li xebatên me bigirin. Banga me ji bo meqamên edlî û rêxistinên civaka sivîl ew e ku li dijî van nêzikatiyên nîjadperest, xwedî li vê mijarê derkevin. Ji bo parastina çanda dewlemend a bajar em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.” 
 

Sernavên din

31/07/2024
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Koma ku polîsan diparast li Amedê nivîsên bi kurdî reş kir
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket