Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir

  • rojane
  • 21:44 29 Tîrmeh 2024
  • |
HATAY - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Hatayê bi mexdûrên “Qanûna Qada Rezervê” re civiya, hişyariya “Hewl nedin avahiyên nikarin xwe li ber erdhejê bigirin ava bikin” kir û ji bo avakirina avahiyên nû pêşniyar kir ku “şandeyeke serbixwe û kontrolkirinê” bê avakirin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatimoğulları di çarçoveya kampanyaya "Nan û Edaletê" de li navçeya Defne ya Hatayê bi mexdûrên “Qanûna Qada Rezerve” re civiya. Di civîna ku li Parka Abdûllah Comert pêk hat de Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsîn, Edene, Hatayê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civîna ku jinan û ciwanan eleqeyeke zêde nîşan da de ewilî Hatîmogûllari axivî. 
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku di erdhejê de terkî mirinê û tenêbûnê hatin kirin û qala pêvajoya erdhejê kir.  
 
 ‘DIVÊ MÛRAT KÛRÛM LI PIŞT GOTINA XWE BISEKINE’ 
 
Hatîmogûllari ya da zanîn ku bi kampanyaya “Nan û Edaletê” re ew li dijî xizanî, bêkarî û bêhêviyê têdikoşin, anî ziman ku xizanî li qada erdhejê zêde bûye û wiha got: “Kampanya me ji aliyekî ve kampanya nan e, li aliyê din jî li dijî neheqiya li vî welatî zêde dibe, em dixwazin li her qadê li dijî neheqiyê têkoşîneke xurt bimeşînin. Di vê kampanyayê de ku wê demeke dirêj dewam bike, em ê bi hemû mexdûran û hemû mirovên pirsgirêkên wan hene re li tevahiya Tirkiyeyê bicivin. Mijara sereke ya îro qada rezervê ya ku bêedaletî lê gelek kûr e. Dema hate îlankirin li taxên Antakya, Defne û Samandagê meş, xebat û mitîngên xurt hatin kirin. Herî dawî Mûrat Kûrûm hate vir û got ku ‘heke gel nevê em jî qadên rezervê îlan nakin’. Min di komcivînê de ev bang kir, ez careke din dikim; divê Mûrat Kûrûm li pişt gotina xwe bisekine. Heke gel qada rezervê nevê hûn jî îlan nakin. Îro li Gultepe û Akevlerê tê xwestin ku biryara hilweşînê têxin meriyetê. Dibêjin di nava sê rojan de vir vala bikin. Ev ne tişteke ku were qebûlkirin e. Qada rezervê ew e ku axa me li gorî serê xwe îstîmlaq dikin.”
 
‘EM MIRINÊN NÛ NAXWAZIN’
 
Hatîmogûllari ya bang li desthilatê kir û hişyarî kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev karên ku we dane fîrma û taşeronên alîgir divê bi kontrolkirineke saxlem re derbas bibe. Dibe ku jiyana mirovan ji bo we bêqiymet be. Ji bo me canê moriyekê jî bi qiymet e. Canê herkesê bi qiymet e. Em ji vir careke din hişyar dikin: Hewl nedin avahiyên nikarin xwe li ber erdhejê bigirin ava bikin. Her wiha em ji vir pêşniyar dikin ku şandeyeke serbixwe û kontrolkirinê bê avakirin. Divê di nava vê şandeyê de rêveberiyên herêmî û şaredarî cih bigirin. Ya herî girîng jî divê ji rêxistinên pîşeyî odeya endezyariyê ku qada wan a pispor e kes cih bigirin. Em di erdhejên nû de mirinan naxwazin.” 
 
Civîn bilêvkirina pirsên mexdûrên erdhejan û daxwazên wan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/03/2025
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket
12:31 Amed xwe ji bo banga dîrokî amade dike
12:30 Qada Bajar a Wanê ji bo banga dîrokî amade ye
11:58 Cihê ku dê banga dîrokî lê were kirin diyar bû
11:56 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:54 Parlamentoya Îranê pêşniyarqanûna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê red kir
11:28 Ji bo daxuyaniya dîrokî dê li Silêmaniyê ekranên mezin bên danîn
11:12 Ji Ewropayê ji bo banga dîrokî daxuyanî: Em li navendên civakî bên gel hev
10:27 Li Rîzeyê bi awayekî keyfî lêpirsîn li girtiyan tên vekirin
10:26 Rêveberiya Xweser êrişa ser Şedadê şermezar kir
10:25 Ji bo peyama Abdullah Ocalan gel vexwendin Qada Şêx Seîd
09:52 Amed li benda banga dîrokî ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:50 Tehliyeya Esmer ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:09 Wekî delîl nehatibûn qebûlkirin: Dîmenên îşkenceyê derketin holê
09:05 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
09:05 Jin wê ji bo mafên xwe û jiyana xwe li qadan bên cem hev
09:02 Şaredariya Sûrê wê navenda derûnî û şêwirmendiya hiqûqî ya jinan veke
09:01 Li Şirnexê şerê taybet: Polîtîkaya bêcezatiyê îstismarê zêde dike
09:00 ROJEVA 27’Ê SIBATA 2025’AN
08:18 Şaredarê Beykozê Koseler hate binçavkirin
26/02/2025
21:48 Çalakiya Cenevreyê di meha 50'emîn de ye: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
21:41 Heyeta Îmraliyê wê banga Abdullah Ocalan ragihîne
21:15 Dê daxuyaniya Îmraliyê li Amed û Wanê di ekranên mezin de bê dayîn
20:29 Dîrok û cihê daxuyaniya ku dê Heyeta Îmraliyê bide guherî
16:58 Dê hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê kengî bê kirin û kî dê tev li bibin?
16:28 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî dê di Şandeya Îmraliyê de cih bigirin
16:17 Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn