‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’

  • rojane
  • 09:12 29 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÊLIH - Hevserokê DBP’ê yê Êlihê Resûl Çetîn ê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê re da û wiha got: “Divê gelê Başûr înîsiyatîf bigire û berteka xwe nîşan bide. PDK ji bo gelê kurd tenê kujerê xwişk û bira ye.”
 
Dewleta tirk êrişên xwe yên di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin di meha tîrmehê de heta qada çoltera Amêdiyê ya girêdayî Dihokê berfireh kirin. Dewleta tirk li herêmê baregehan ava dike, gundan vala dike û noxteyên kontrolê deyne û nasnameyan kontrol dike. PDK jî piştgiriya leşkerî, îstîxbarî û lojîstîkê dide dewleta tirk. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Resûl Çetîn û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûstafa Mesût Tekîk bang li gelê Herêma Kurdistanê kir ku bertekên xwe nîşanî PDK’ê bidin. 
 
Çetîn, da zanîn ku weke qereqola Tirkiyeyê lê hatiye û “rola dijminatiya gelê kurd girtiye ser xwe” û wiha got: “Yekane armanca wan heye, pêşeroja malbata xwe bi awayekî madî bihêz bikin. Herêma Barzan jî hiştine. Destûr dane ku li wir gelek baregeh bên avakirin. Ji bo malbata xwe hewl didin hemû destkeftiyên kurdan pêşkeş bikin. Bifikirin dewleta tirk li wir noxteya kontrolê avakiriye û pasaportan kontrol dike. Û dibêje ‘Ev der Tirkiyeyê ye’. PDK jî ji vê yekê re pêşengtiyê dike. Di nava xiyanetê de ne. Ji vê yekê şerm nakin. Êdî hincetan jî nîşan nadin. Êdî xwe naparêzin jî. Ji xiyanetê keyfxweş dibin.”
 
‘AXA GEL PÊŞKEŞ DIKIN’ 
 
Çetîn, diyar kir ku PDK di nava êrişên li dijî yekitiya kurdan e û anî ziman ku gavê li ser yekitiyê PDK asteng dike. Çetîn, ê destnîşan kir ku PDK di dîrokê de di nava xiyanetê de ye, PDK weke “partiye proje” penase kir û wiha domand: “Di vê projeyê de gelê kurd nîne. Di hilweşîna Komara Mahabadê, têkiliyên bi rejîma Baasê, Şengalê û pêvajoya Birakujiyê de cih girtin. Di dîrokê de her tim di nava heman xiyaneta de bûn. Têkçûna DAIŞ’ê bi zora PDK’ê çûye. Şengal ji wan re hişt û çûn. DAIŞ bi saya berxwedana gelê kurd hate têkbirin. Lê em niha di çapemeniyê de dibînin ku DAIŞ’î li Başûr hatine bicihkirin û li dijî gelê kurd didin şer kirin. Kerkuk jî pêşkeş kirin. Li Dihokê hema bêje girekî ku baregehên leşkerî lê nebin nînin. An ku PDK’yeke axa vî gelî pêşkeş dike û gundan vala dike heye pêşberî me.”
 
Çetîn, bang li gelê Başûr kir ku li dijî helwesta PDK’ê serî rakin û axaftina xwe wiha domand: “Divê gelê Başûr û pêşmergeyên ku dilê wan ji bo gelê kurd lê dide li dijî vê xiyanetê û dagirkirinê bi hestiyar bin. Muxatab PDK nîne, gelê Başûr e. Divê gelê Başûr înîsiyatîfê bigire û berteka xwe nîşan bide. PDK ji bo gelê kurd tenê birakuj e.”
 
‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN DI HEDEFÊ DE YE’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê  Mûstafa Mesût Tekîk jî diyar kir ku AKP û MHP bi awayekî bêsînor êrişên qadên ku gelê kurd lê ne dike û anî ziman ku li Herêma Kurdistanê konseptek tê pêşvebirin. Tekîk, bi lêv kir ku PDK ji şer re xizmetê dike û destnîşan kir ku êrişên li Başûr di heman demê de li dijî paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Konfederalîzma Demokratîk” e. Tekîk, gotina pêşiyan a “Em taştê bin hûn firavîn in, em şîv bin hûn paşîv in” bi bîr xist û got: “Girîngiyeke dîrokî ya vê gotinê heye. Em vê gotinê dubara dikin. Bendewariya me ya ji kurdên Başûr ew e ku ne ji şer re ji aştiyê re xizmetê bikin.”
 
 
 

Sernavên din

31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir
11:24 Parêzer Sarica: Rapora NY’ê derhiqûqtiya CPT’yê raxist ber çavan
11:05 Katz: Erdogan li ser şopa Sedam Hisên diçe
10:34 Wanî: PDK Kurdistanê pêşkeş dike
10:34 Li Venezuelayê dîsa Maduro bi ser ket
10:33 Zarokê nivîsên bi kurdî boyax kirî ‘fikra’ parêzer û polîsan pirsî ye
09:57 Li Afyonê qeza: kesek mir, 38 kes jî birîndar bûn
09:24 Madeya rê li ber kuştina kûçikan vedike hate qebûlkirin
09:12 ‘Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê berteka xwe nîşan bide’
09:07 Eren ê DEM Partiyî: Em ê destûrê nedin ku li Hasandînê li madenê bigerin
09:01 Bêyî ku projeya şaredariya AKP’î bê temamkirin hate bidawîkirin!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2024'AN