Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin

  • rojane
  • 11:23 24 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Rojnameger, siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan berî ku danişîna rojnameger Serdar Karakoç ê ku dê biryara teslîmkirina wî ya Almanyayê were diyarkirin, daxuyaniya “Bila astengiyên li pêşiya azadiya rojnameger Serdar Karakoç werin rakirin’ dan. 
 
Rojnameger Serdar Karakoç di 23’yê gulanê de bi daxwaza Almanyayê li bajarê Kerkrade ya Holandayê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Karakoç di 14’ê hezîranê de şertê kontrola edlî hate berdan. Li gel vê yekê dest danîn ser pasaporta Karakoç ê di nava hefteyekî de îmzeyê diavêje. Danişîna Karakoç dê îro were lidarxistin. Di danişîna îro de dê biryara teslîmkirin an jî neteslîmkirina Karakoç were diyarkirin. 
 
Tevî gelek siyasetmedar, rojnameger û parastvanên mafên mirovan berî danişînê daxuyaniyekî nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Girtina rojnamegerê kurd Serdar Karakoç ê ku bi salên dirêj e li Holandayê dijî, me xemgîn kiribû û xistibû fikaran. Me di wan rojan de daxuyaniyek dabû û daxwaza azadiya wî kiribû. Daraza Holandayê jî daxuyandibû ku Serdar Karakoç di 14’ê hezîrana 2014’an de bi kefaletê hatiye berdan. Li gel ku ev yek gavekî erênî ye, domandina pêvajoya darazê me dixe fikaran û gumanên me derbas nekiriye.”  
 
Di berdewama daxuyaniyê hat gotin ku divê şert û mercên li pêşiya azadiya Serdar Karakoç werin rakirin. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku bi zextên Tirkiyeyê Almanya daxwaza teslîmkirina Karakoç kiriye û wiha hat gotin: “Em bi şermezarî li hember zextên Tirkiyeyê serê xwe tewandinê temaşe dikin. Serdar Karakoç bi salan li Tirkiyeyê rojanemgerî kiriye, di rojnameyan de xebitiye û di rojnameyên kurdan de rêveberî kiriye. Dema Rojnameya Ozgur Ulke hatiye bombekirin, ew di avahiyê rojnameyê de bû û ev yek jî nîşan dide bê ka di nav kîjan şert û mercan de xebat daye meşandin. Serdan Karakoç li Ewrojpayê rojnamegeriya xwe domandiye û bûye parastvanekî jîr ê pîşeya xwe û mafê azadiyê. Em şahidê rojnamegeriya Serdar Karakoç in. Em îmzekarên navên wan li jêr hatine nivîsandin, dixwazin Serdar Karakoç were berdan. Em tînin ziman ku zext, girtin û hewldanên çewisandina ser rojnamegerên kurd nayê qebûlkirin. Azadiya xwe îfadekirinê bingeha esas a civakên demokratîk e û em neçar in ku ji bo parastina vê azadiyê têbikoşin. Em dixwazin Serdar Karakoç azad be.” 
 
Navên îmzekaran wihan ne 
 
"Prof. Mîthat Sancar (Parlamenter, hiqûqnas), Prz Eren Keskîn (Hevseroka ÎHD’ê), Joost Jongerden (Akademîsyen, Zanîngeha Wagenîngen), Şîvan Perwer (hûnermend),Can Dûndar (Rojnameger) , Amberîn Zaman (Rojnameger), Erdal Er (Rojnameger), Pinar Selek (Cîvaknas, nîvîskar Ûnîversîte Côte d’Azûr),Osman Baydemîr (Parastvanê mafê mirovan), Prof. Cengîz Aktar (Zanîngeha Atînayê), Prof. Neşe Ozgen (Osnabrûck Ûnî. Germany), Hayko Bagdat (Nîvîskar), Frederîke Geerdînk (Rojnameger), Prof. Dr. Kenan Engîn (Akademîsyen, Berlîn Ûnî.), Mûrat Çakir (Nîvîskar), Hatîp Dîcle (Sîyasetmedar), Firat Anli (Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê), Ertûgrûl Kûrkçû (Hevserokê Rûmetî yê HDP’ê), Ahmet Kahraman (Nîvîskar), Prof. Dr. Abdûrrahman Gûlbeyaz (Nagazakî Zanîngehasî), Ferhat Tûnç (hunermend), Sûheyla Kaplan (Rojnameger), Ozan Emekçî (Hunermend), Azîz Tûnç (Nîvîskar), Ahmet Nesîn (Nîvîskar), Ergûn Babacan (Rojnameger),Ferda Çetîn (Rojnameger), Ozlem Alev Demîrel (Parlamentoya Ewropayê, Almanya Parlamentera Partiya Çepgir), Ragip Zarakolû (Rojnameger), Atîlla Keskîn (Nîvîskar), Amed Dîcle (Rojnameger), İlhamî Erdogan (Karîkatûrîst), Akin Olgûn (Nîvîskar), Bedîa Ozgokçe (Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê), Cafer Tar (Nîvîskar), Yûcel Ozdemîr (Nûnerê Ewropayê yê rojnameya Evrenselê), Prz Dûnya Dogan (Hîqûqnas), İsmaîl Ozen (Sporcû), Ertûgrûl Mavîoglû (Rojnameger), Dogan Ozgûnden (Rojnameger-Nîvîskar), İncî Tûgsavûl (Rojnameger), Kûrdo Baksî (Rojnameger), Ayhan Işik (Akademîsyen, Hollanda), Alî Çatakçin (Nîvîskar), İrfan Aktan (Rojnameger), Memo Şahîn (Nîvîskar), Kenan Gûngor (Cîvaknas), Gûlten Aydin (Cîvaknas), Nevra Akdemîr (Akademîsyen), Adîl Yîgît (Avrûpa Postasi GYY), Dr. Kerîm Has (Akademîsyen), Fûat Kav (Nîvîskar), Zîya Pîr (Parlamenterê berê), Drs. Serîp Ateş (Cîvaknas-Aktîvîst), Doç. Dr. Nazan Ûstûndag (Akademîsyen), Prz Serhat Bûcak (Nîvîskar), Dr. Latîfe Akyûz (Akademîsyen), Abdûllah Demîrbaş (Sîyasetçî), Prz Hasîp Kaplan (Eskî Parlamenter), Tûncay Yilmaz (Hevserkê Avakar ê Giştî yê SYKP’ê), İrfan Cûre (Rojnameger), Sûat Bozkûş (Nîvîskar), Arîs Nalci (Rojnameger), İsmet Kayhan (Rojnameger), Prz Oztûrk Tûrkdogan (Hevserokê ÎHD’ê yê dema pêş)), Veysî Sarisozen (Nîvîskar), Nûrsel Aydogan (Parlamentera berê), Selahattîn Soro (Nîvîskar), Alî Baran (Sanatçi), Afat Baz (Rojnameger), Tûncay Dogan (Rojnameger), Gûnay Aslan (Rojnameger), İbrahîm Çîçek (Rojnameger), Adem Karaçoban (Rojnameger), Mahîr Ûzmez (Rojnameger), Sîbel Yîgîtalp (Parlamtera dema pêş a HDP’ê), Asli Erdogan (Nîvîskar), Selîm Sadak (Parlamenterê berê) Yûrdûsev Ozsokmenler (Şaredara berê ya Rezanê), Pero Dûndar (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Serpîl Kemalbay (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Hatîp Dîcle, Mûsa Farîsoglû (Parlamenterê dema pêş a HDP’ê), Faysal Sariyildiz (Parlamenterê dema pêş a HDP’ê), Feleknaz Ûca (Parlamentera dema pêş a HDP’ê) Mehmet Emîn Adiyaman (Parlamenterê dema pêş a HDP’ê), Saadet Becerîklî (Parlamenterê Êlihê yê berê), Tûba Hezer (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Lezgîn Botan (Parlamenterê dema pêş a HDP’ê), Fehîm Îşik (Rojnameger), Selma Îrmak (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Ayşe Acar Başaran (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Fîlîz Koçalî (Rojnameger), Besîme Konca (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Leyla İmret (Nûnera DEM Partiyê ya Almanyayê), Dîlan Dîrayet Taşdemîr (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Fatma Kûrtûlan (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Nîhat Akdogan (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Demîr Çelîk (Hevseroka FEDA’yê), Kemal Aktaş (Parlamenterê berê), Remzîye Tosûn (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Dîlek Ocalan (Parlamentera dema pêş a HDP’ê), Hûsamettîn Zenderlîogû (Parlamenterê dema pêş a HDP’ê), Ferhat Encû (Parlamenterê dema pêş a HDP’ê)."
 
 
 
 

Sernavên din

27/07/2024
23:00 Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin
21:44 Midûrê girtîgehê: 80 girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
21:25 Nobetên Qeyûman: Bila Serokatiya Viyan Tekçeyê were naskirin
20:48 Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî
19:19 Geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin: Divê têkoşîna hevpar were xurtkirin
18:42 'Li dijî êrişan xelasbûn, di xwebûna xwe de israrkirin e'
17:41 Li Wanê komxebata zarokan
17:29 DEM Partî piştgirî da daxwaza Îmraliyê ya 69 xelatgirên Nobelê
16:58 Tevgera Goran: Her aliyê ku hevkariya dagirkeriya tirk bike, xiyaneta netewî dike
16:50 DEM Partiyê li Wanê du malbat li hev anîn: Kurd aştîxwaz in
16:34 Dest danîn ser pirtûka Jineolojiye Girîşê
16:29 Li Îranê kolberek hate qetilkirin
16:25 Daxwaza berdana girtiyê ku jê re gotine dikarî 2 salan bijî kirin
16:07 Di binçavkirinên govend û stranên kurdî de kesek hate girtin
15:53 Sebahat Tûncel: An em ê azadiyê hilbijêrin an jî em ê bibin kole
15:20 Ji bo girtiya 75 salî hişyarî: Jiyana wê di xetereyê de ye
15:03 Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê
14:57 Ji bo girtiyê nexweşê giran Menteş daxwaza ‘azadiyê’
14:32 Dayikên Şemiyê faîlên Ozturk a beriya 32 salan hate qetilkirin pirsîn
14:12 Li Stenbolê 11 kes ji ber ‘govenda kurdî’ hatin binçavkirin
13:59 Li Îranê di 10 rojan de 27 darvekirin
13:58 AYM’ê ji bo Emîne Şenyaşarê biryara binpêkirinê da
12:51 Malbatên windakiriyan: Heta faîl bên darizandin dê têkoşîn bidome
10:45 Ji bo Çewlîgê hişyariya erdhejê
10:21 Ji gelê kurd re gerandina govendê jî qedexe ye: 6 kes hatin binçavkirin
10:10 Mîhrîcana Mûnzûrê: Têkoşîna bi talana xwezayê re berpirsyartiya herkesê ye
09:23 Şahida dawî ya Geliyê Sefo: Leşkerên bavê min kuştin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin
09:22 Jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di xetereyê de ye
09:20 Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê: Mafê dermankirinê tê astengkirin
09:12 Li Navenda Çandê ya Eyşê Şanê qurs dest pê dikin: Werin fêrî ziman û çanda xwe bibin
09:09 Înce yê DBP’î: Divê herkes li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike
09:07 KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin
09:05 Şaredarî bi traktor û maşîneyekê ji xizmeta gel namîne
09:02 Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Meclis TV jî qedexe ye!
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2024'AN
26/07/2024
23:18 Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
22:44 Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
22:33 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
22:02 Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
21:59 Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin
21:50 Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
21:24 NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
20:36 Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
20:32 Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
19:57 Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin
19:48 Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin
19:39 TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
19:24 Malpera ajansa me hate astengkirin
18:52 Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
18:36 Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
17:45 4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
17:32 Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
17:03 Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
16:07 Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
14:53 Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
14:51 Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
13:57 Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
13:09 Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
13:08 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi jinan re hevdîtin kirin
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin