Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye

  • rojane
  • 10:59 24 Tîrmeh 2024
  • |
ENQERE - Parêzer Ozgur Erol têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê weke “Têkoşîna israra di di çareserkirina pirsgirêka kurd de ye” nirxand û wiha got: “CPT’yê têkildarî rejîma dermirovî ya li Îmraliyê tespîtên girîng kiriye lewma naxwazin rapora CPT’yê were parvekirin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Biind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Zêdetirî 40 meh in ji Abdullah Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Tekane saziya navneteweyî ya ku dikare biçe Îmraliyê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye û ew jî bêdeng e. CPT, rapora xwe ya têkildarî îmraliyê bi hinceta “Destûra welatê alî tune ye” parve nake. Lê heke binpêkirin bidomin, mafê CPT’yê heye ku rapora xwe eşkere bike. CPT a ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nabîne, ji ber binpêkirinên heyî demek berê derheqê Azerbaycanê de daxuyanî dabû. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol têkildarî tecrîda li Îmraliyê, hincetên qedexeyê û helwesta CPT’yê axivî. 
 
ROL Û BANDORA ABDULLAH OCALAN
 
Erol, got ku gelek sedemên tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hene û ev tişt anî ziman: “Sedema sereke jî rola birêz Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Birêz Ocalan li Îmraliyê xwedî pzôsyoneke biîstîqrar e. Bi taybe jî ji bo kurd û tirk bi hev re bijîn, çareseriyên berfireh pêş xist. Ev çareserî pêş xist û spart guftûgo, çareserî û aştiyê. Ji ber israra xwe ya di vê pozîsyonê de, demek piştre hinek derdorên dewletê jî qaneh kir. Vê jî rê li ber pêvajoyê vekir. Derket asta muxatabiyê.” 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ
 
Erol, got ku dewlet hewl dide bi girankirina tecrîdê re vê rola Abdullah Ocalan ji holê rake û wiha pê de çû: “Pêwendîdanîna bi birêz Ocalan re dê di mijara guftûgo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd de nîşaneyan bide. Dê îxtîmalekî vekirî derxîne holê. Tecrîd, sepaneke dermirovî ye. Cezayên disiplînê jî weke hincet tên nîşandan. Tu wateyeke van a hiqûqî û siyasî nîne. Ev cezayên disiplînê tenê lîstik in. Biryarên polîtîk ên ji bo domandina tecrîdê ne. Yên din tevek amûrên van biryarên esasî ne. Çima dixwazin ev tecrîd ev qas bidome? Bêguman yek ji sedema vê ya diyarker, sekna birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
‘ABDULLAH OCALAN TÊ WATEYA ÇARESERIYÊ’
 
Erol, gotina Abdullah Ocalan a “Tecrîda girankirî, tunekirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye” bi bîr xist û wiha domand: “Di esasê xwe de ez gotinên xwe li gorî vê tespîtê dikim. Gelo em qala tunekirina kîjan vebijêrkên hiqûqî û siyasî dikin? Bêguman em qala çareseriya pirsgirêka kurd dikin. Birêz Abdullah Ocalan di pirsgirêka kurd de tê wateya vebijêrka siyasî û hiqûqî. Tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan, tunekirina van vebijêrkan e. Wê demê jî tenê vebijêrkên leşkerî, zext û tehekûmê dimînin. Hinek derdor dibêjin ‘çima tevgera siyasî ya kurd navenda siyaseta xwe dike tecrîd.’ Ma kes an jî avadaniyeke din a tê wateya çareseriya siyasî û hiqûqî heye? Na. Divê her kes êdî vê rastiyê fêm bike. Heke tecrîd hebe ev tê wateya tunekirina vebijêrkên çareseriya hiqûqî û siyasî. Lewma têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna israra di çareseriya siyasî û hiqûqî ya pirsgirêka kurd e.” 
 
'HEKE TECRÎD RABE DÊ ÇARESERÎ HÊSANTIR BIBE’ 
 
Di berdewamê de Erol anî ziman ku têkoşîna li dijî tecrîdê di asta tê xwestin de nîne û wiha derbirî: “Heke me ji hêla siyasî û hiqûqî ve têkoşîneke baş pêş bixista, dê me encamên bidîta. Di serî de ez, eşkere ye ku kêmasiyên me hene. Lê divê mirov çalakiyên civak, siyasetmedar û girtîgehan jî jinedîtîve neyê. Li gorî min ev pir bi bandor in. Tevî zexta heyî jî tên domandin û bi rêzdarî nêz dibim. Rakirina tecrîdê dê çareseriya pirsgirêka kurd bide ferzkirin.”
 
CPT ÇIMA DAXUYANIYAN NADE? 
 
Parêzer Erol, ji bo bêdengiya CPT’yê ev nirxandin kir: “Hêj jî rapora hevdîtina 2 sal berê nehatiye parvekirin. Destûr nayê dayîn ku parve bikin. Di esasê xwe de ev rewş naverokê hinek vedibêje. Heke ev du sal in destûr nehatibe dayîn, xuyaye ku têkldarî muameleya xerab û rejîma dermirovî ya li Îmraliyê tespîtên girîng hene. Ji bo eşkerekirina vê raporê di destê CPT’yê de mekanîzma hene. Meseleya li vir ev e; beriya 15 salan hinek hefteyan hevdîtin nedihatin kirin û CPT’yê li dijî vê rewşê daxuyanî da. Lê niha hevdîtin bi temamî ji holê rakirine. Lê dîsa jî daxuyaniyê nade. Xuyaye ku berjewendiyên siyasî di nava vê mijarê de ne. Nîşan dide ku ji Yekitiya Ewropayê û konseyê hinek derdor ketine dewrê.” 
 
‘TECRÎD ÎTÎBARA CPT’YÊ XERAB DIKE’ 
 
Erol, bi lêv kir ku tiştên diqewimin li dijî krîter û nirxên YE û CPT’yê ne û wiha got: “Tecrîd, zirarê dide îtîbara CPT’yê. Li gorî min CPT’yê jî ferq kir ku ev rewş her ku diçe ji bo wê vediguere pirsgirêkeke cidî. CPT’yê derheqê Azerbaycanê de daxuyanî da. Ev ji bo welatên din jî peyameke. Bi taybet jî ji bo Tirkiyeyê.” 
 
‘BIRYARA BINPÊKIRINÊ EV 10 SAL IN NAYÊ CÎBICÎKIRIN’ 
 
Erol,  bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de ji ber cezayê muebbeta girankirî yê bêyî mafê berdana bişert weke binpêkirina “Mafê hêviyê” nirxandiye. Erol, axaftina xwe wiha qedand: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê vê biryarê di meha îlonê de bixe rojeva xwe. Ev 10 sal in ev biryara têkildarî mafê hêviyê de nehatiye cîbicîkirin. Ev yek ji bo kesên ev biryar standin pirsgirêka îtîbarê ye. Ev rastî dibe sedema bêîtîbarbûna saziyên siyasî. Saziyên ku ji bo cîbicîkirina vê biryarê hêza venêrînê di destê wan de ye, xwe paşve dide. Ev yek jî aliyê navneteweyî yê rejîma Îmraliyê nîşan dide.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

26/07/2024
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin