Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak

  • rojane
  • 16:55 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî hevdîtina DÎTAM’ê ya “Xizmetên herêmî û aqilê hevpar” bû û behsa plana stratejiya 5 salan kir. Bucak, wiha got: “Em dikarin li Amedê modêlekî ava bikin. Ez ji vê bibawerim.” 
 
Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) li hotêleke bajar hevdîtina “Xizmetên civakî û aqilê hevpar ê Amedê” li dar xist. Hevşaredarên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. 
 
Serokê Lijneya Rêveber a DÎTAM’ê Mesût Azîzoglû di hevdîtinê de got ku wan di kanûna 2023’yan de bi sernavê “Amed di xizmetên herêmî de çi winda dike?” xebatek dane meşandin, di meha çileyê de civîn li dar xistine û xebatên têkildarî bajar, hawirdor, çand, rewşa îktîsadî, pêşketina çoltarê, jin û zarokan kirine rapor. Azîzoglû, projeya “Tora şopandina xizmetên herêmî” ragihand û got ku ew li bendê ne projeya wan ji bo plana stratejiya şaredariyê sûdewer be. Azîzoglû, qala kêmasiyên di raporê de jî kir û da zanîn ku qeyûmên di nava 8 salan de hatine tayînkirin zirar dane bajar. 
 
Cîgirê Serokê DÎTAM’ê Sedat Yurttaş jî anî ziman ku di nava 8 salan de ji ber qeyûman li Amed û herêmê gelek tişt hatine windakirin û xwest ku êdî pêşî li vê were girtin. Aborînas Mehmet Aslan jî kurtasiya rapora têkildarî bajar li ser slaytan pêşkeş kir. 
 
PLANA STRATEJIYA 5 SALAN 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî da zanîn ku li pêşiya wan 5 salên zehmet hene û ev tişt anî ziman: “Em bi hev re axivîn û em ê di dawiya 5 salan de bên gel hev. Têkildarî hawirdor, veguhestin, jin, ciwan, astengdar, avahiyên qaçax, binesazî û hwd. de plansaziyên me yên stratejîk hene. Divê polîtîkaya îmarê ya bajar di nava 5 salan de bê revîzekirin. Li Rezanê pirsgirêkên veguherînê û krîzên piştî erdhejê hene. Em ê li gel dînamîkên herêmî bixebitin û çareseriyên domdirêj pêş bixin. Em ê ji bo pêşeroja bajar gavên şênber biavêjin. Em dikarin li Amedê modêlekî ava bikin. Ez ji vê bibawerim.” 
 
‘EM Ê HESABÊ JI QEYÛMAN BIPIRSIN’
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî pratîkên qeyûman bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi kattrîlyonan deyn li pey xwe hiştin. Ma ji ber vê em ê xizmetê nekin? Na. Ev bû 3 meh em hatine. Me ji banka pêşvebirinê ya Japonyayê bi bihayê 74 kattrîlyonan kredî xwest û em ê ji bo binesazî û avê xerc bikin. Em ê destûrê nedin kesek keyfa vê talanê bijî. Katrilyonan lîre ji bo keyfa xwe kirin deyn û dema edalet pêk hat em ê hesabê jê bipirsin.” 
 
NAVENDA KOORDÎNASYONA AFEDÊ 
 
Hatun, got ku projeya wan a navenda koordînasyona AFED’ê heye û got: “Dema proje qediya em ê bidin îhaleyê. Me cih diyar kir. Em ê projeyeke pir mezin çêbikin. Bila bi têrî bajarên din jî bike.” 
 
XEBATÊN TÊKILDARÎ ZIMANÊ KURDÎ
 
Hatun, bal kişand ser xebatên ji bo kurdî jî û wiha pê de çû: “Me navên tevahiya beşên di şaredariyê de bi du zimanan nivîsand. Em bi kesên li ser ziman xebatan dimeşînin re dixebitin. Heke zimanê Amedê bibe kurdî dê yê bajarên din jî wisa bibe. Em ê kêmasiyên xwe bi hev re çareser bikin. Xebatên me yên weke Zarokistan, Zimzim û hwd. hene. Em ê xwedî li Çemê Dîcleyê derkevin. Bila gelê me bizane ku qeraxê Çemê Dîcleyê yê her kesî ye. Ne tenê ya kesên li wir ji xwe re kargeh vekirin e. Divê tevahiya gel wekî hev ji wir sûd bigire. Divê bikarin bi awayekî azad li wir geştê bikin. Em di vê mijarê de piştgiriyê ji gelê xwe dixwazin.” 
 
Hatun, herî dawî jî got ku dê li tevahiya taxên 17 navçeyan bigerin û hevdîtinên xwe didomînin. 
 
Hevdîtin bi beşa pirs-bersivan qediya. 
 

Sernavên din

26/07/2024
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin