Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin

  • rojane
  • 09:15 21 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku tevî rapora wî ya ji sedî 50’î ya astengdariyê heye jî nayê berdan û di hûcreya yek kesî de tê ragirtin. Hevjîna wî Firdevs Poyraz got ku hevjînê wê nikare di van şert û mercan de li girtîgehê bimînê û xwest ku demildest bê berdan. 
 
Onder Poyraz ê ku di dema qedexeya derketina kolanan a 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû îlankirin de bi birîndarî hatibû binçavkirin û girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” du caran cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn. Poyraz ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'an a Dumlû ya Erziromê tê girtin, di sala 2015'an de ji ber guleya ku li bedena wî ketibû di pişta wî de platîn heye. Poyraz ku bi yek gurçikekê jiyana xwe berdewam dike destê wî yê rastê jî felç bûye.  
 
Rewşa tenduristiya Poyraz di girtîgehê de ber bi xetereyê ve diçe. Poyraz herî dawî jî ji ber fitiqa ku di stûyê wî de peyda bûbû, emeliyat bûye. Her çend bijîşk gotibe ku ji ber nexweşiya wî divê ku nivîna ortopedik bikar bîne jî, ev daxwaza wî pêk nayê û li ser cihê ku dirazê jî rewşa wî ber bi xetereyê ve diçe. Tevî ku nexweşxaneyê rapora ji sedî 50’î ya astengdariyê daye Poyraz jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Poyraz ku nikare di hucreya yek kesî de pêdiviyên xwe bi tenê serê xwe pêk bîne di heman demê de di nava lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de jî cih digire. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz anî ziman ku hevjînê wê di şert û mercên girtîgehê de nikare baş bibe û ji bo tedawiya hevjînê wê bê kirin xwest demildest bê berdan. 
 
'DESTEKÎ WÎ PÛÇ BÛYE'
 
Poyraz anî ziman ku herî dawî di Cejna Remezanê de çûye serdana hevjînê xwe û wiha got: “Destê xwe yê rastê êdî nikare bibe û bîne. Tenê dikare destekî xwe bi bişixûlîne. Min rewşa wî dît ez jî pir xemgîn bûm. Destê wî werimî bû. Di vê rewwê de nikare di hucreya yek kesî de bimîne. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Jixwe ji ber fitiqa stû emeliyat jî bû. Di nexweşxaneyê de bijîşk rapora ji sedî 50'î astengdariyê daye wî. Bijîşkan jê re gotiye ku nivînek ortopedîk bikire. Heya ku nivînek ortopedîk neyê kirîn, ew ê bi tevahî di nav nivînan de bimîne. Bihayê wê 15 hezar TL ye. Ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş e, em nikarin vê nivîna ortopedik jî bikirin."
 
'NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'
 
Poyraz bi lêv kir ji bo tedawiyeke baş bê kirin divê hevjînê wê bê berdan û got: "Heke bê berdan wê li derve hê baştir tedawî bibe. Di van şert û mercan de nikare di girtîgehê de bimîne. Di hucreya yek kesî de rewşa wî xerabtir dibe. Pirr zeîf bûye. Ji ber ku li Girtîgeha Êlihê tedawiya wî nehat kirin li stûye wî fitiq peyda bû. Heke nayê berdan rewşa wî wê hê xerabtir bibe. Divê ku demildest bê berdan da ku tedawiya wî bê kirin." 
 
MA / Mahmut Altintaş 

Sernavên din

25/07/2024
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû