Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd

  • rojane
  • 09:11 21 Tîrmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Nûnerên partiya sosyalîst diyar kirin ku Tirkiye dixwaze li dijî gelê kurd “qirkirinê” pêk bîne, herêmê dagir bike û li dijî êrişên Tirkiyeyê banga têkoşîneke hevpar a mil bidin milê hev kirin. 

 
Êriş û bombebaranên dijwar ên Tirkiyeyê ku li ser başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, bênavber berdewam dikin. Li seranserî cîhanê gelê kurd û dostên xwe li dijî êrişan nerazîbûn nîşan didin. Nûnerên partiyên sosyalîst ên li Tirkiyeyê jî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û xwestin li dijî êrişan helwesteke çalak û têkoşînek hevpar bê nîşandan. 
 
GOZEN: POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ DI DEWRÊ DE YE 
 
Endama Desteya Berdevkiyên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen diyar kir ku polîtîkaya "qirkirinê" ya li ser gelê kurd tê meşandin ne nû ye û bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re li tevahiya erdnîgariya kurd zêde bûye. Gozen anî ziman ku Tirkiye li Rojhilata Navîn peymana taşeron a NATO'yê girtiye ser xwe û got ku erdnîgariya kurdan ev demeke dirêj e bûye gola xwînê. Gozen got: “Em bandorên arasteyên aborî-siyasî û civakî yên desthilatdariya AKP-MHP’ê û zîhniyeta qirker û qetlîamker a li ser gelê kurd dibînin. Em dibînin ku êriş li ser sînorên Misakî Millî yên Neo-Osmanîzmê bi taybetî li ser sînorên Kerkûk û Mûsilê pêk tên.” 
 
‘HIQÛQA MÊTINGERIYÊ YE’ 
 
Gozen da zanîn ku êriş berfireh in û tenê bi Herêma Kurdistanê re sînordar in û got ku hiqûqek mêtingeriyê di meriyetê de ye û wiha got: “Li dijî kurdan hiqûqa mêtingeriyê tê meşandin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide rejîmeke mayînde ava bike. Ev rejîm dijminatiya kurdan dike. Li pişt vî şerê li dijî gelê kurd tê meşandin mutabakatek millî heye. Ev desthilatdarî dixwaze wisa li ser pêya bimîne.” 
 
‘EM MIL BIDIN MILÊ GELÊ KURD’ 
 
Gozen anî ziman ku ev êriş ne tenê li dijî gelê kurd tên kirin û got: “Em êrişên vê desthilatdariyê ku her kesên ne ji xwe dixwaze bitepisîne re rû bi rû ne. Lewma têkoşîna gelê kurd têkoşîna gelê tirk e, têkoşîna kedkaran e. Bi vê hişmendiyê divê em li her derê mil bidin milê gelê kurd. Li dijî şer bi hev re rawestin û heke em wisa bikin em ê dikaribin bersiva vî şerî bidin desthilatdariyê.” 
 
TAŞÇI: JI BO QKIRINA KURDAN BUDÇEYEKE CIDÎ TÊ VEQETANDIN 
 
Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî diyar kir ku Tirkiye bi salane hem li hundir hem jî li derve êrişên giran li ser destkeftiyên gelê kurd pêk tîne. Taşçi d zanîn ku ev demeke dirêje Tirkiye di hevdîtinên fermî yên bi rêveberiya Hêrma Kurdistana û Iraqê re li ser kûrkirina şer nîqaş dike û wiha got: “Tirkiye li aliyekî leşkeran sewqî Herêma Kurdistanê dike li aliyê din jî ji bo şer xerckirinek mezin a aboriyê dike. Dîsa di van demên dawîn de em dibînin ku MÎT bi serokên rêveberiya Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk tîne û polîtîkaya xwe ya sîxurkirinê didomîne. Desthilatdarî ji bo qirkirina gelan budçeyek cidî vediqetîne. Di serî de desthialtdariya AKP-MHP’ê û hemû dewletên herêmê ji bo siberoja gelê kurd dorpêç bike, ketine nava plansaziyan. Desthialtdariyê hêz û derfetên dewletê ji bo vê seferber kiriye. Divê sosyalîstên Tirkiyeyê li ber vî şerî rabin û têkoşîna xwe bikin yek û bi têkoşîna yekgirtî bersivê bidin. Divê hemû partiyên sosyalîst ên Tirkiyeyê helwesta xwe bikin yek û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê mil bidin milê têkoşîna gelê kurd.”
 
‘TIRKIYE DI SIYASETA DERVE DE TÊK DIÇE’ 
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk jî diyar kir ku di demên dawî de Tirkiye siyaseta ku li derveyî sînorên xwe bi rê ve dibe têkçûyî ye û nikare bi vê polîtîkayê bi ser bikeve. Ozturk da zanîn ku desthilatdariya Tirkiyeyê bi polîtîkayên “ewlekariyê” nêzî pirsgirêka kurd dibe û got: “Em naxwazin budçeya Tirkiyeyê li ser şerê li dijî kurdan bê xerckirin.” 
 
OZTURK: TIRKIYE NIKARE BI ŞER MESELEYA KURD ÇARESER BIKE 
 
Ozturk anî ziman ku Tirkiye bi her êrişên nû re dikeve nava xitmandinek din û wiha got: “Polîtîkaya neçareserkirinê ya li ser meseleya kurd berdewam dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi tundî û şer meseleya kurd çareser bike. Lê tevgera kurd jî dibêje em vê meseleye bi aştî, diyalogê û müzakereye çareser bikin. Desthilatdariya AKP’ê bi Barzanî re hevdîtinê dike, lê gelo çim abi aliyên din ên kurd re hevdîtinan nake? Lewma eşkere tê xuyakirin ku dixwazin bi mudaxileya leşkerî meseleya kurd çareser bikin. Pirsgirêka kurd di nav sînorên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de meseleyek gelek mezin e. Ji bo vê yekê jî divê pirr mezin bê fikrandin û çareserkiyek mezin were peydakirin. Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê berde. Şer tenê xerabiyê û xesarê dide gel. Tirkiye bi vî hişê neçareserkirina pirsgirêka kurd nikare bigihîje tu cihî. Divê em jî ji bo çareserkirina meseleya kurd têkoşînek yekgirtî bidin meşandin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

25/07/2024
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû